Mem û Zîn dibe rêzefîlm
êdera navdar a wêjeya kurdî, Mem û Zîn a Ehmedê Xanê dê bibe rêzefîlm.
Li
gorî nûçeya rojnameya Zamanê ya Tirkiyê, dê çîroka Mem û Zînê ya Ehmedê
Xanê bibe rêzefîlm û navê wê jî dê bibe "Siya Mem û Zînê”.
Li gorî nûçeyê, di rêzefîlmê de, Mem dê li bajarê Stenbolê mijûlî
xwendina endazyariyê be û Zînê jî dê wek jineke biferheng ku dikare
siwarî hespê bibe û li piyanoyê bide, bê nîşandan. Rêzefîlma han li
navçeya Erebgir a Meletiyê tê kişandin û tê de gelek lîstikvanên ku
kurdî nizanîn jî dilîzin.
Rêzefîlma Siya Mem û Zînê, ku ji aliyê derhêner Yûsif Guven ve tê kişandin, dê dawiya meha sibatê li TRT 6ê de bê weşandin.
Ehmedê Xanê, pirtûka Mem û Zînê di sedsala 17emîn de bi kurmancî
nivîsandiye û tê de behsa evîn, jiyan û guhertinên wê demê yên civaka
kurdî û derdorê dike.<
...
Read more »