Mem û Zîn dibe rêzefîlmêdera navdar a wêjeya kurdî, Mem û Zîn a Ehmedê Xanê dê bibe rêzefîlm. Li
gorî nûçeya rojnameya Zamanê ya Tirkiyê, dê çîroka Mem û Zînê ya Ehmedê
Xanê bibe rêzefîlm û navê wê jî dê bibe "Siya Mem û Zînê”. Li gorî nûçeyê, di rêzefîlmê de, Mem dê li bajarê Stenbolê mijûlî
xwendina endazyariyê be û Zînê jî dê wek jineke biferheng ku dikare
siwarî hespê bibe û li piyanoyê bide, bê nîşandan. Rêzefîlma han li
navçeya Erebgir a Meletiyê tê kişandin û tê de gelek lîstikvanên ku
kurdî nizanîn jî dilîzin. Rêzefîlma Siya Mem û Zînê, ku ji aliyê derhêner Yûsif Guven ve tê kişandin, dê dawiya meha sibatê li TRT 6ê de bê weşandin. Ehmedê Xanê, pirtûka Mem û Zînê di sedsala 17emîn de bi kurmancî
nivîsandiye û tê de behsa evîn, jiyan û guhertinên wê demê yên civaka
kurdî û derdorê dike. Mem û Zîn, ku bo erebî, farsî, almanî, frensî û rûsî hatiye
wergerandin, 2 sal berê ji aliyê wezareta kulturê ya Tirkiyê ve bo tirkî
jî hat wergerandin.
|