Kurdên Xoristanê Û Asoyên Pêşerojê-
21/09/2010 - 21:03
Mujgab Hale Benderi
Di vê meqaleya xwe de em dê berê xwe bidin kurdên Xoristanê. Çima ez dibêjim Xoristan û nabêjim Xorasan an jî Xuresan. Min ji devê kesekî bakurî yê ku bi mêvandarî hatibû mala bavê min bihîst ku dema qala Xoresana Erzeromê dike dibêje: Xoristîn. Wê hingê ez tê gihiştim ku paşgira "-stîn” û "-istan”ê wekî hev in. Her wiha wê hingê ez zêde zêde li ser peyva Filistînê fikirî bûm. Gelo peyva Filistînê di eslê xwe de ji Filestanê (ango warê fileyan) tê an na.
Divê bê diyarkirin ku navê Xoristanê hema hema bi qasî navê Îranê kevn e û carinan dewsa peyva Îranê jî hatiye bikaranîn.
nex-e-gotara-mujgan.bmp
Pêkhatina Xoristana Kurdnişîn 1
Di destpêka sedsala şanzdehan de Împaratoriya Sefewî ya şiî û Împaratoriya Osmanî ya sunî wekî du beranan
...
Read more »