Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 5:11 PM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Main » 2010 » October » 9 » Kurdén Xoristanè
8:44 PM
Kurdén Xoristanè
Kurdên Xoristanê Û Asoyên Pêşerojê-

21/09/2010 - 21:03 

Mujgab Hale Benderi

Di vê meqaleya xwe de em dê berê xwe bidin kurdên Xoristanê. Çima ez dibêjim Xoristan û nabêjim Xorasan an jî Xuresan. Min ji devê kesekî bakurî yê ku bi mêvandarî hatibû mala bavê min bihîst ku dema qala Xoresana Erzeromê dike dibêje: Xoristîn. Wê hingê ez tê gihiştim ku paşgira "-stîn” û "-istan”ê wekî hev in. Her wiha wê hingê ez zêde zêde li ser peyva Filistînê fikirî bûm. Gelo peyva Filistînê di eslê xwe de ji Filestanê (ango warê fileyan) tê an na.

Divê bê diyarkirin ku navê Xoristanê hema hema bi qasî navê Îranê kevn e û carinan dewsa peyva Îranê jî hatiye bikaranîn.

nex-e-gotara-mujgan.bmp

Pêkhatina Xoristana Kurdnişîn 1

Di destpêka sedsala şanzdehan de Împaratoriya Sefewî ya şiî û Împaratoriya Osmanî ya sunî wekî du beranan tel didan hev ango stroyên xwe li hev dixistin. Gotineke pêşiyên me heye ku dibêje: "Gava ker û hesp xwe vedigevizînin çi tê, tê serê çêreyê.” Di vê meydana reqabeta her du hevrikan de bi rastî çi hat, hate serê kurdan û her du aliyên xurt û têrxwarî kar kirin, kurdan zirar kir. Di sala 1514an de cengek di navbera her du beranan de hat. Piştî mexlûbiyeta Împaratoriya Sefewî ya li Çaldiranê welatê kurdan ê nîvserbixwe di navbera her du beranan de bû du beşan. Di heyamên Şah Ebasê Sefewî de (di sala 1598an de, li gorî hinek riwayetan 1602an de) êl û eşîrên kurdan ji der û dorên Gola Urmiyeyê, Wanê û Çemê Erez ber bi bakûrê rojhilatê Xoristanê hatin koçberkirin. Beriya vê dîrokê nav û nîşanên kurdan li vir xuya nabin an jî pir hindik in. Bi qasî 40 hezar malbatên kurd li bakura Xoristanê tên bicihkirin. Lê Şah Ebas paşê 15 hezarên van li der û doran belaw dike. Hinek serokên kurdan bi vê fenda şahî dihesin û belawelabûnê asteng dikin. Du sedemên siyasî û îdarî yên vê koçberkirinê hebûn: 1. Kurd gelekî şervan, şûrbaz û wêra bûn. Kurdan dikaribû tixûbê Împaratoriya Sefewî ya şiî ji êrişên şervanên ozbek, tacîk, tirkman, qirxiz, qazax biparastana. Ji aliyekî din ve pişta safewiyan bi gelên tirk ve ne germ bû û xiyanetên tirkan nedihatin hesabê. 2. Belawbûna hêzên kurd dihate wateya qelsiya çekdarên kurd ku ev yeka han xwesteka dawîn a Împaratoriya Sefewî ya şiî bû.

Bi rastî jî piştî ku kurd li vê deverê bi cih bûn herêma ku ji aliyê ozbekan ve hatibû îşxal kirin vegerandin ser xaka Împaratoriya Sefewî ya şiî û otonomiya xwe damezrandin. Şah Ebasî jî ji bo teşwîqkirinê ew ji bacê muaf girtin, mîrekiyên nîvxweser da wan û destûr da ku rêvebiriya wan a herêmî serdest be. Bi vî awayî Şah Ebasî xaka împaratoriya xwe ya îşxalkirî ji nû ve bi dest xist û ji serêşiyên mezin filitî.

nex-e-gotara-mujgan-ii.bmp

Xoristana Îroyîn

Gelheya kurdên Xoristanê di navbera 1.7 – 2 mîlyon kesî de ye : Ji sedî şêstê wan di bajaran de, ji sedî sih û pêncê wan di gundan de û ji sedî pêncê wan jî wekî eşîrên koçer dijîn. Hema hema kurdên Xoristanê gişt bi zaravayê kurmanciya jorîn xeber didin û ji Kurdistana yekparçe hatine veqetandin . Ev kurdên li vir 400 sal e ji welatê xwe veqetiyane û qet bala rêveberiya navendî nakşînin. Rêveberiya navendî li herêmê razemeniyê nake û budçeyeke xurt terxan nake. Xizanî hetanî qirikê ye li vir û tawanên civakî zêde bûne. Wekî numûne: Riya hesinî ya ji Meşhedê ber bi Qoçan, Bocnurd, Gurgan û wêdetir diçe bi bihaneyên sosret nayê tamîrkirin. Lewre ev dever bi pêşve naçe û pirsgirêkên raguhastinê pir in.
Damezrandina saziyên çandî li vir qedexe ye, hem ji bo pirjimariya kurdên herêmê hem jî ji bo kêmarên din ên biçûk. Berevajî danezana gerdûnî ya mafên mirovan mafê parastin û pêşvebirina çand, ziman, xwendin û nivîsandina zimanê zikmakî li vir tuneye. Serok, pêşeng, nivîskar û xwendekarên çalak ên deverê bi awayekî ji awayan tên serkutkirin, şkêncekirin û zindanîkirin.

Erdnîgariya Xoristanê

Herêma kurdnişîn a Xoristanê di navbera hêlîlarên 36.5-38.5 pileyî û hêlîpanên 56-60 pileyî de ye. Aqara heman herêmê 64,144 kîlomêtro çarçik e. Girîngtirîn rûbarê herêma kurdnişîn a Xoristanê çemê Etrekê ye; serekaniya vî çemî li Hezar Mescidê ye û dirije Deryaçeya Xezerê. Girîngtirîn çiyayên herêmê ji aliyê rojhilatê ve çiyayê Hezar Mescidê, ji aliyê başûrê rojhilatê ve çiyayê Bênalûdê, ji aliyê başûrê ve çiyayê Şahcîhanê, ji aliyê rojavayê ve çiyayê Eledaxê ye, ji aliyê bakur ve jî çiyayê Kulîlkê ye û di heman katê de ev çiya bûye tixûbê navbera Xoristan û Tirkmanistanê. Gelê herêmê xwe daye ser karê çandinê, lê ev çandin ji uslûba hemdem gelekî bi dûr e.

Bajarên Xoristanê Yên Kurdnişîn

Bajarên herêma kurd: Qoçan, Şîrvan, Bocnurd, Esferayîn, Çinaran, Farûc, Bacgîran, Aşxane, Daragêzê, Kelat, Lawîn, Cowîn, Mane, Similqan, Raz û Radekan in. Di hinek çavkaniyên biyanî yên 1821-1822an de Bam û Miyanava jî bajarên kurdnişîn tên hesibandin.

nex-a-xorossan-gotara-mujgan.bmp

Xebatên Wêjeyî yên Xoristana Kurmanc

Ji bo kurdên bakurî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî çi bin ji bo kurdên Xoristana kurdnişîn jî Ceferquliyê Zingilî ew e. Zingilî di sala 1885an de li Goglîna Qoçanê hatiye cîhanê; helbestên irfanî û mezhebî nivîsandine . Helbestên wî hetanî çend sal berê jî ji ber dihate xwendin; lê di vê dawiyê de dîwana wî jî hatiye berhevkirin û bi kurmanciyeke pir spehî hatiye hûnandin. Nimûneyek ji helbestên Ceferquliyê Zingilî:

Yar Were
Yar were ser xakê min mezarê min biloyîn
Wê bejn û balê re’na û negîran binumîn

Ji serê wan biwe huş û ji wan bistîn eql û dîn
Hesawê li min girtî ji wan hilgir biderîn

Hînga dade destê min ji bin xakê bigişîn
Ta qudretê Xudawend biwînin ew rûyê zemîn

Çavkanî
1. Li gorî Mehrdad R. Îzady pêkhatina Xoristana Kurdnişîn amadehiyek e ji bo parçekirina Kurdistanê û her du seriyan (osmanî û sefewî) li ser vê yekê li hev kirine. Îzady, Mehrdad R., Kurds: A Concise Handbook, Taylor nad Francis, Washington, 1992, p. 3
2. Petroşevskî, A. P., Nehzetê Serbedaranê Xoresan, Tercome: Kerîm Kêşawerz, İntişaratê Peyam, Tehran, 1341 h. ş.
3. Eraser, James B., Narrative of a Journey Into Khorasan In The Years 1821 And 1822, London, 1825, p. 42.
4. Çavkaniya navbihurî.
5. http://www.cskk.org/fa/modules.php?name=News&file=article&sid=25
6. Kurdistan Peace and Development Society; Human Rights Situation in Iranian Kurdistan: October 2009
7. Yildiz, Kerim and Taysi, Tanyel B., The Kurds In Iran, London, 2007, p. 4
8. Amnesty Internatonal, Iran: Human Rights Abuses Against The Kurdish Minority, UK, 2008 9.prof.um.ac.ir/ResearchDocuments/papers/1011985.pdf
10. Eraser, James B., Narrative of a Journey Into Khorasan In The Years 1821 And 1822, London, 1825, Appendix B p. 44
11. http://cskk.org/fa/modules.php?name=News&file=article&sid=25

Mujgan Hale Benderî

Views: 1527 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  October 2010  »
SuMoTuWeThFrSa
     12
3456789
10111213141516
17181920212223
24252627282930
31

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024