Li ser çiyayê
Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû.
Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî.
Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke
pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê keta hiş û aqil ji serê wî
diçû. Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re
bîne.
Dilê Xecê jî ketibû Siyabend. Bavê Xecê kurdekî dewlemend bû. Wî
dizanibû, ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl
dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî, ku qelenekî pir
bistîne. Mirov ji mêranî, mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend
... Read more »