Destana siyabend û xece
Li ser çiyayê
Sîpanê Xelatê xortekî nêçirvan digeriya. Navê vî xortî Siyabend bû.
Siyabend ji gundê Silîvê bû. Loma jê re digotin Siyabendê Silîvî.
Siyabend xortekî çeleng û bedew bû. Dilê wî ketibû Xecê. Xecê jî keçeke
pir bedew bû. Wisan bedew bû, ku çavê kê lê keta hiş û aqil ji serê wî
diçû. Siyabend pir xizan bû. Nikaribû ku qelenê Xecê bide û ji xwe re
bîne.
Dilê Xecê jî ketibû Siyabend. Bavê Xecê kurdekî dewlemend bû. Wî
dizanibû, ku dilê Xecê û Siyabend di hev de heye. Wî jî Siyabend qebûl
dikir, lê ji temahiya dinê, dixwest keça xwe bide yekî, ku qelenekî pir
bistîne. Mirov ji mêranî, mêrxasî, hurmet û bedewiya Siyabend têr
nedibû.
Siyabend û Xecê herdu jî dengbêj bûn. Dema ku wan bi dizî hevûdu
didîtin, dilê wan geş dibû, kêfa wan dihat, bi hev re henek dikirin û
dikeniyan. Lê dema ku qala qelen dibû, Xec digiriya. Siyabend li ber
dilê wê dida û nedihişt ku ew bigirî. Wî digot,"bi çi awayî dibe bila
bibe, dixwaze bila bi rindiyê be, dixwaze bila bi xirabiyê be; hetta
dixwaze bila kuştin jî tê de hebe, ez ê dîsa Xecê ji xwe re bînim, destê
min ji Xecê nabe".
Rojekê qîz, bûk û xortên êla Zîlan top bûn û çûn bindarûkê. Paşê,
Siyabend û Xecê jî çûn. Gava ku Siyabend û Xeca zer tên wê derê, hemû
ecêbmayî dimînin, devê wan xwar dibe û li wan dinêrin. Li ser çiyayê
Sîpanê Xelatê ewqas qîz, bûk û xort civîyabûn, ku nedihatin hejmartin.
Lê gava ku dibû govend û dengbêjî, kes qasî Siyabend û Xecê nedibû.
Gelek kurên axayan, began û dewletiyan dihatin, ku Xecê ji xwe re
bixwazin, lê Xecê ew qebûl nedikirin.
Çend sal ketin navberê, rojekê Siyabend, Xec revand bir ser çiyayê
Sîpanê Xelatê. Siyabend û Xecê sê roj û sê şevan li wir bi hev şa bûn.
Pir bextewar bûn, ku miradê wan bi hev bûbû.
Roja çaran, ber bi nîvroyê bû. Herdu di nav kulîlkan de rûniştibûn. Xewa
Siyabênd hat. Serê xwe danî ser çoka Xecê û di xew re çû. Dema ku
Siyabend di xewa şêrîn de bû û Xec bi porê wî şa dibû; bi carekê de
dengek hat. Xecê nihêrî, ku di besta biniya wan de gakûviyek direve û sê
gakûviyan jî daye dû wê. Ji wan yekî, ew gakûviya delal ji yên din
veqetandiye û daye ber xwe dibe. Lê yên din nawêrin herin ser.
Dema ku Xecê ev yeka dît, girîya. Hêsirên wê ji ser sûretê wê yê sor
dilop dilop gêr bûn hatin xwarê. Hêsirek hat kete ser sûretê Siyabend.
Siyabend, ji xewê bazda ser xwe. Wî bala xwe dayê, ku Xec digirî, pirs
kir:
- Xecê, tu çima digirî, ma tu poşman bûyî? Bila li ber destê Xwedê ahd û
qerar be, bila bi qewlê mêrê berê be; me heta niha mîna xwîşk û bira bi
hev re derbas kiriye. Ku tu poşman î ez te dibim mala bavê te...
Xecê got:
- Pî.. Siyabend, tu çima wisan dibêjî? Na, ez ne poşman im. Ez heta roja
mirinê ji te dûr nakevim.
Siyabend:
- Ku wisan e, tu çima digirî?
Gavek berê gakûviyekî, gakûviyeka rind dabû ber xwe û dibir. Du-sê heb
jî ji dûr ve li pey wan diçûn û newêrîbûn xwe bidana ser. Ew gakûvî
mêrxasekî mîna te bû. Ji şabûnê û ji eşqa dil giriyê min hat.
Siyabend:
- Ka, bi kîjan alî ve çûn?
Xecê destê xwe dirêj kir û got:
- A bi vî aliyê han de çûn.
Siyabend, rabû ser xwe, şûr û mertalê xwe girêdan. Tîr û kevanê xwe
hildan û got:
- Li ser vî çiyayê Sîpanê Xelatê ji min mêrtir kesek tune. Ez nêçirvan
im. Çawan gakûvî werin di cem min re derbas bin.
Siyabend li pey gakûviyan ket û çû.
Nêzîkî gakûvî bû. Tîrkevanê xwe kişand, dirêjî wî kir, ku lêxe; gakûvî
xwe wek mirovekî çeng kir û hat cem Siyabend. Struyê xwe li Siyabend
xist û ew avêt bin gelî.
Xecê pa ne pa, Siyabend nehat. Te digot qey dilê wê zanibû, ku tiştek bi
serê wî de hatiye. Xec, lezekê şûnde li pey Siyabend çû. Li vî alî û wî
alî geriya, Siyabend tunebû. Xec gelekî geriya şunde, hat binê gelî.
Çawan ku gihaşt binê gelî, wê dît ku Siyabend li wir e û dinale. Çû ser
Siyabend, ku çi bibîne Darek di pişta wî
re çûye û di sîngê re kiriye der. Xecê li ser derd û kulan re got:
Serê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e
Binê çiyayê Sîpanê Xelatê bi mij e.
Kê dîtiye, kê bînaye,
Ku nêçir, nêçirvan bikuje.
Gakûviyo, te strudirêjo weke bejna mino,
Çawan te ji hev kir destê jin û mêro,
Strudirêjo weke dara sûkê,
Çawan te xirab kir bextê xort û bûkê.
Siyabend li Xecê vegerand:
Xecê, Xeca min a delal,
Çawan nebû mirazê min û te,
Me ê ji xwe ra li serê Sîpanê Xelatê,
Çêkira konekî rind û delal.
Xecê meke, melûrîne,
Hêstiran di ser sûretê sor de nebarîne...
Siyabend û Xecê gelek stranan li ser hev dibêjin. Xecê jî li wir xwe ji
zinêr diavêj
|