BAVÊ FEXRIYA SIWARÊ GÊJO
(
Strana 'Bavê Fexriya' gelek navdar e. Her ne dostan be jî, em dixwazin
vê mehê straneke wisa bi nav û deng bi we bidin zanîn. Kekê we, Salih
Kevirbirî li ser stranê nivîsek nivîsiye û gelek agahî daye hev. Werin
em
hin tiştan ji nivîsa wî deynin vir û
dest bi stranê bikin: 'Bavê Fexriya, him serek, him jî mêrxasek ji eşîra
Reşkotan bû. Ji mala Filîtê Quto bû. Navê wî yê rastîn, Sebriyê Hacî
Mihemedê Mistê Quto ye. Navê hespê wî 'Gêjo' bû. Ew û birayê wî Yaho, di
gelek serhildanên Kurdan de cî digrin. Lewma fermana wî radikin bi alî
Sûrî ve. Lê vedigere tê welatê Xerzan. Dibe makûm û qeçax. Fexriya, navê
keça Sebrî ye. Keçikeke Ermen (File) aşiqê wî dibe û stran davêje ser.
Niha jî em bala xwe bidinê ku keçike çi gotiye')
Bavê Fexriya ew bihar e wextê cota
Ji xêra mala xweziyê Xwedê re
Min serê xwe da
...
Read more »