Diyarbekir:
Karkerên Kurd ên demsalî ji Diyarbekirê ber bi Derya Reş birêketin.
Karkerên ku li stasyonê li benda trenê ne bal kişandin ser êrîşên dijî
kurdan û dan zanîn ku ger li herêmê kargeh hebin naçin cihekî din.
Her
sal ji Diyarbekir, Riha, Êlih, Dîlok û Mêrdînê karkerên demsalî ji bo
xebatê ber bi bajarên Rojava û Derya Reş dikevin rê. Hevwelatiyên Kurd
ên ku diçin xebatê li wan cihên lê dimînin rûbirûyê gelek pirsgirêkan
dibin. Karkerên Kurd ji ber êrîşên dijî Kurdan ên li bajarên Tirkan
biguman in. Bi sedan malbatên ku serê sibehê hatine îstasyonê li benda
rabûna seata trenê ne.
Hevwelatiyê
bi navê Îzzet Ok (40) bavê 6 zarokan diyar kir ku ligel êrîşên dijî
Kurdan neçar in biçin kar bikin û got: "Divê zarokên me bixwînin lê ti
kes alîkariyê nade me. Em ji ber vê yekê dixebitin lê ger li vir kar
hebe em bixebitin, wê demê em naçin wir. Em ditirsin biçin lê tu
çareyeke me ya din jî nîn e."
Hevwelatiya
bi navê Aklîme Aklak (45) a dayika 8 zarokan jî wiha axifî: "Em jî
naxwazin biçin cihekî din. Bajarên xerîb nexweş in. Lê ti çareyeke me ya
din jî nîn e. Ger li vir kargeh bên çêkirin û bo zarokên me derfetên
kar hebin em ê çima biçin cihên xerîb. Herwiha malbata me qerebalix e.
Li Rojava şerê Tirk û Kurdan heye û ji ber vê yekê em ditirssin. Lê
dîsan jî em neçar in biçin. Zirarê bidin me jî em ê herin."