Ataturk 'Hawar'a kurdan jî qedexe kirîye
Di sala 1932an de belavkirin û ketina
kovara Hawarê a Tirkiyê bi biryara Heyeta Koma Wezîran bi serektiya
Ataturk hatiye qedexe kirin.
Rohat Alakom
Îsal wek tê zanîn piştî koçkirina Celadet Bedirxam 60 sal derbas
dibin, Celadet Bedirxan di sala 1951an de çûye dilovaniya Xwedê. Em bi
weşandina vê dokumenta jêrîn vî zimanzan, nivîskar û ronakbîrê kurd bi
rêzdarîke mezin careke din li vir bi bîr tînin. Çawa di vê dokumentê de
jî xuya dibe di sala 1932an de belavkirin û ketina kovara Hawarê a
Tirkiyê bi biryara Heyeta Koma Wezîran bi serektiya Ataturk hatiye
qedexe kirin. Lê belê Hawar, ev çavkaniya giranbiha ku wek ansîklopedîya
kurdî hatiye hesibîn, ji mêj ve ketiye nav dîroka çanda kurdî û bi
dirêjahiya salan bûye sertaca ziman û edebîyata kurdî. Kovara Hawar, di
15-ê Gulana 1932-an de derketiye û du heftan şunda bi bayê birûskê, bi
lez û bez roja 30-ê Gulanê 1932-an belavkirina wê li Tirkiyê hatiye
qedexe kirin. Hawarê heta sala 1943-yê jîyana xwe berdewam kiriye û qasî
57 hejmarên wê derketine. Ev kovar, weşana kurdî ya yekem tê hesibîn ku
bi tîpên latînî derçûye. Di standartkirina zaravayê kurmancî de roleke
gelek mezin lîstîye. Em li jêr orîjînala vê biryarnameya bi îmzeya
serokkomarê Tirkiyê Ataturk û bi îmzeya wezîran diweşînin, her wisa jî
wergera wê ya kurdî pêşkêşî xwendevanan dikin. Alîyekî vê biryarnameyê
yê balkêş jî ew e ku Hawarê wek organa rêxistina Xoybûnê nîşan dide.
Çawa tê zanin di van salan de, tirs-xofeke mezin dagirtibû ser Tirkiyê.
Sal, salên serhildanan bûn, kurdan vê carê li quntar û li perpalên
Çîyayê Agiriyê dîsa serî hildabû.
Destpêka biryarnameyê, bi îmzeya Serkkomar (Reisicumhur) Gazî Mustafa Kemal
Biryarname
"Rojnameya Hawarê ku organa Rêxistina Xoybûnê ye û li Şamê
derdikeve, ji ber weşana wê ya zîyandar, zirardar (muzir), Wezereta Karê
Hundur bi pisûla (tezkere) xwe ya bi tarîxa 25/5 1932 û bi nimra
2411/4586-ê daxwaz kiriye wekî nekeve nav Tirkiye. Ev pêşneyar ji aliyê
Heyata Koma Wezîran de, di roja 30/5 1932an de, di cî de hatiye dîtin û
pejirandin”
Îmze:Serekkomar Gazî M. Kemal (Atatürk) û endamên Heyeta Koma Wezîran.
Temamiya biryarnameyê