Dîroka hatina Şêxbiziniyan a ji bo navçeyên Enqereyê xwe digihîne sala
1930’ê. Şêxbiziniyên Baybûrtî nêzî 20 hezar kes in û li semtên
Yenîdogan, Hidirliktepe, Plevne, Kayabaşi, Atifbey, Gulvere û
Demîrlîbahçe yên navçeya Altindagê bi cih bûne.
Di salên 1950’an de li kolanên Enqereyê dîlawerên Arnavût hebûn.
Dîlawerên Arnavût li Enqereyê nav û deng bûn. Dema sal bû 1960 vê carê
li kolanên Enqereyê navê Cemal Coşar ê wekî Cemaliyê Kurd tê zanîn deng
vedide. Di 1’ê nîsana 1962’an de Cemaliyê Kurd tê kuştin. Ji ber vê jî
dîlawerê nav û deng Dundar Kiliç û yên din hatin girtin. Piştî vê
bûyerê Şêxbizinan ji bo tola Cemalî bigirin, kî hat ber wan kuştin an jî
çewisandin. Piştî ku Dundar Kiliç bi efuya 1963’an ji girtîgehê derket
ji ber tirsa Şêxbizinan neçarî Enqere terikand û çû Stenbolê. Piştî
mirina Cemaliyê Kurd ji bo wî stran hatin gotin, heta şanogerê tirk ê
navdar jiyana Cemalî bi navê "Keşanli Alî Destani” kir lîstik. Strana
Cemalim Cemalim ku tê gotin strana Urgubê jî ji bo wî hatiye gotin. Jiyana
piranî Şêxbizinên ji Beyrûtê, hatine li Enqereyê di nava qereqol û
girtîgehê de dewam dike. Di nava demê de Şêxbizinî li Enqereyê dibin
xwedî kar, dezgeh û pîşe. Lê wan tu carê têkiliya xwe bi Altindagê re
qût nekiriye. Şêxbiziniyan li Enqereyê bandora xwe li ser jiyana
civakî jî kirine. Li Enqereyê dawetên li hemberî dahol û zirneyê tên
kirin û di dawetan de avêtina guleyan jî ji Şêxbizinan dest pê dike.
Kalên Şêxbizinan bi awayekî zelal kurdî diaxivin, lê nivşên, 2-3 û
4’emîn nikarin kurdî biaxivin. Şêxbibizinên ku ji Beyrûtê hatine ji
mezheba Henîfiyane. Şêxbiziniyên Haymanayê ku li Altındagê mezin bûne,
karekterekî hişt girtine û xwedî cembaziyek xurt in. Di salên
destpêka Komarê û dema Adnan Menderes de bi xêra têkiliyên bazirganî
Şêxbiziniyên Haymanayê êdî hêdî hêdî dadikevin nava navenda Enqereyê
cihên wekî Ulus, Samanpazari û Haymanonu. Şêxbiziniyên Haymanayê wekî
kevneşopiyê dema xizmên wan jî dihatin cem wan heman kar didan wan jî.
Di sala 1960’an de malbata Ozkoyluler li cem hala biçûk a li Ulusa
Enqereyê dest bi kar kirin. Di nava demê de hêdî hêdî li vir bûn xwedî
kar û dezgah. Piştre jî ketin îhaleyên Saziya Goşt û Masiyan ya Dewletê.
Her di çû karê bazirganiya wan pêşdikeft û di nava bazarê de êdî ew jî
hebûn. Haymaniyan dîsa di nava demê de dest avêtin karê ajokariya
texsiyan jî û niha piraniya rawestgehên texsiyan yên li Enqereyê jî di
destê wan de ye. Şêxbizininiyên Haymanayê her tim yekitiya xwe xurt
kirine û ji ber vê jî her tim bi çanda xwe li ser piyan mane. Belê, ew
wekî xizmên xwe yên Bayburtî asîmile nebûne. Piştî ku li Tirkiyeyê
bajarvanî pêşket hêdî hêdî gundên Haymanayê yên Şêxbiziniyan jî vala
bûn. Şêxbiziniyên hatin nava bajar zarokên xwe jî dan xwendin lê tu carê
têkiliyên xwe yên malbatî qut nekirin. Piraniya wan niha li semtên
Keçîoren, Abîdînpaşa, Cebecî, Balgat, Demetevler û hin taxên din dijîn.