KCK-ê êrîşa hemberî hunermendê esilkurd Ibrahîm Tatlisesî bi daxuyaniyekê şermezar kir.
KCK-ê di daxuyaniya
xwe de destnîşan dike ku Tatlises li hemberî Tevgera azadîxwaz xwedî
helwestek hurmetkar bû ye, her hewl daye ku zirarekê nede wê û mirovek
welatperwer e.
KCK di derheqê êrîşê de jî dibêje, li bajarek weka Stembolê êrîşek werê bêyî alikarî û hîmaya dewletê nemumkin e.
KCK bersîva îdîayaên
ku xwedê giravî êrîş karê PKK-ê ye jî dide û destnîşan dike ku di 30
salên bohirî de PKK-ê êrîşî tu hunermendekî nekiriye û medya tirk bi vê
yekê dixwaze Tevgera kurd ya azadîxwaz weka rêxistinek terorîst nîşan
bide.
Weka tê zanîn beşek
ji medya tirk hê çend saet di ser êrîşa hemberî Tatlisesî derbas nebibû,
îdîa kir ku êrîş karê PKK-ê ye û di êrîşê de bikaranîna kelşînkofa weka
diyardeya îdîaya xwe nîşan da.