11ê Rebendan a 2012/17:00
Navenda Nûçeyan
BDP-HAK-PAR-KADEP-ÖSP-DTK-TEVKURD-TDŞK, ji
bo makeqanûnek demokratik bê avakirin li ser "Pêşnûmeya Makeqanûnê"
pêşniyarên xwe ji raya giştî re parve kirin. Partiyên kurdan di
pêşnûmeyê de xwestin ku nasnameya gelê kurd bê naskirin, partî û
rêxistinên kurdan bi navê kurd û Kurdistanê bê mîsogerkirin.
Daxuyaniya hevbeş weha ye;
JI RAYA GİŞTÎ RE
Devleta
Komariya Tirkiyeyê, nêzîkî asirekiye ku ji bo hebûna wê ya Dewleta
neteweyî, li dijî wan alî û birên ku li ser erdnigariya anatolyayê dijîn
û Tirk- Sunî nînin, politikayên red û inkarkirinê meşandi ye.
Di
serî de Gelê Kurd, ew hemû netew û bavermendiyên cuda, bi şêweyekî bê
însafî bi çerxa helandin û tunekirinê re rûbirû hatine hiştin. Di hemû makezagon
û yasayan de hemû netew û bavermendiyên din hatine redkirin; sîstem, bi
piştgiriya politikayên serdestî û stemkariyê li gor esasên "Tirkîtî” û
"Neteweya Tirk”, hatiye birêvebirin. Ji naw wê hebûna pirolî û
pirneteweti ya Osmaniyan "Netewa Tirkîtî” hat afirandin an bi darêzorê
hat çêkirin. Hin deman bi riya çûntayên eskerî, bi berdewamî jî ew
siyaseta kevneperest ku bi şêwe û hêza serdestî û bi yasayên
nedemokratik hatiye meşandin, civakê, bitaybet jî Gelê Kurd xistiye nav êş, azar û wendeyiyeke mezin ku telefikirina wê nehêsan e.
Berxwedan
û serhildana mafdar ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa ya Gelê
Kurd, herdem bixwîn û şidetê hatiye serkutkirin. Şik tune ye ku daxwazên
wan birên din jî kêm zêde bi vî awayî hatiye meşandin.
Em
dikarin bêjin ku di encama wan politikayên serdest û nebûna demokrasiyê
de tu aliyên civakê ku bedelên giran nedabin, nema ne.
Mixabin
li gel wê bedêlê, êş û azarê, qonaxa ku em niha lêne, Dewleta Komariya
Tirkiyeyê xwe negîhandiye demokrasiyeke birêkûpêk, pêngavên bingehîn ya
ji bo afirandina civakeke wekhev û azad neavêtî ye.
Ger
ku em li gor nirxandina zîhniyeta guharbar ifade bikin; gelên me li
seranserê diroka Komarê, cara yekemîn, bi firseta çêkirina makezagoneke
demokratik re rûbirû ye. Ev firseta girîng û dîrokî ku em ji bo
careserkirina pirsa Kurdî bi şêweyên demokratik û aştiyane bilêvdikin,
dibe ku ji bo çêkirina bingeha hêviyên civakeke azad û wekhev bê
veguhastin.
Ew
firseta hanê jî, ji bo ku li gor rastiyên civakê bê bikaranîn; bi
îradeya hevbeş ku mafê hemû aliyên civakê xistiye bin garantiyê, mumkun
e.
Em wek Partî û tevgerên siyasî yên Kurd, diyardikin ku di pêvajoya çêkirina Makezagona Nû de dilsozî û yekhelwestiya xwe ya ji bo Mafên Demokratik û Neteweyî ya Gelê Kurd, emê bi rêkûpêk beşdar bibin.
Em
wek muxalefeta demokratik ya Kurd, ji bo egera jiyanek bextane û
birûmet, azad û wekhev ya gelê me, dixwazin ku di pêvejoya çêkirina
Makezagona Nû de yekhelwestî û dilsoziya xwe, ji rayagiştî re parve
bikin.
Ji aliyê din ve, em wek partî û tevgerên siyasî yên Kurd ku li jêrê îmzeyê me hene, di Makezagona Nû de;
- Naskirina pênasa Gelê Kurd û garantîkirna wê,
- Divê mafê rêxistinkirinê li gor standartên navneteweyî bên çesbandin, bi navê Kurd û Kurdistan, avakirina partî û rêxistinên siyasî bê garantîkirin,
- Divê
perwerdehiya resmî ya zimanê Kurdî di nav de, li her aliyê jiyanê
serbest bikaranina wê û di her astê de perwerdeyî û hîndekariya zimanê
Kurdî bê garantikirin,
- Divê li ser erdnigariya Kurdistanê, ji bo Gelê Kurd, statuyeke siyasi ku di nav de mafê xwe bixwe birêvebirinê hebe, bê naskirin, ji bo ku em van daxwazan pêkbînin yekhelvestiya xwe ji rayagiştî re birêzdarî diyar dikin. 11.01.2012
BDP HAK-PAR KADEP ÖSP DTK TEVKURD TDŞK