Guzel dengê jin û gelên bindest e
Nivîskar Adminisrator
| 14 SEPTEMBER 2010
KNN/Hevpeyvîn
Rêzehevpeyvîn (1): Hilbijartina li Swêdê û Pirsa Kurda
Seroka federasyona Ciwanên Çep Gabrielsson:
Hediye Guzel dengê jin û gelên bindest e
Hediye Guzel ji Kurdên Anadola navîn e.
Demek dirêje, di nava Partiya Çep (Vänster Partiet) li Swêdê bi siyasetê
mijûl e. Pêşî di Federasyona Ciwanên Çep de, niha jî di navenda partiyê
de xebata xwe didomîne.
Sekretêra çapemeniyê ye. Her wisa di
belediyek ji taxên Stockholmê, li Nackayê berpirsiyariya wê jî heye.
Guzel di partiya xwe de, li ser pirsa taxên paşmayî, deverên bîyanî lê
zêde dijîn û jinan, xwedî gotin e. Gelek caran tevlî panel, konferans û
civînên Kurda ji bo mafê wan yên netewî, çandî û mirovan bûye, anjî
rêvebiriya çalakiyan kiriye, bi delegasyonan re çûye Kurdistanê û
nivîsên wê li ser pirsê belav bûne...
Hediye Guzel di hilbijartina îsal de, ji aliyê partiya wê ve ji herêma Stockholmê weke namzêta parlementoyê hate nîşandan.
Em, roja axaftina wê li taxa Albya
Stockholmê amade bûn. Giregirên partiyê jî li wir bûn: Serokê Partiya
Çep û navdarek hêza çep li Ewropayê Lars Ohly, Seroka Federasyona
Ciwanên Çep li Swêdê Ida Gabrielsson, Serokê Federasyona Ciwanên Çep li
Botkyrkayê û gelek kesên din, xelk, nûnerên mediyayê û dêûbavê wê...
Ida Gabrielsson bixêrhatina me dike. Piştî belavkirina şekir û broşuran, bersiva pirsên me dide.
- Hêja Gabrielsson, bi qasî em
zanin, du Kurdên navdar, Hediye û Amine di lîsteya we ya parlementoyê ji
Stockholmê hene û ji bo rêvebiriyên herêmî jî hejmarek bilind ji Kurdan
ji partiya we namzet in. Çima Kurd? Dîtina we li ser pirsê çiye?
I. Gabrielsson: Em li ser pirsên bac, xanî,
dibistan, û peydekirina kar piralî dixebitin. Her wisa partiya me,
nirxek mezin dide mafê mirovan û pirsgirêkên eqaliyet û gelan. Ez Kurdan
baş nas dikim û lis er zilma li ser wan xwedî agehdarî me û ji bo mafê
wan, gelek caran li herêma Gävleborgê beşdarî çalakiyan bûme. Gelek
kesên di nava partiya me de wisa ne.
Hejmarek baş ji Kurdên Swêdê, ciwan û ji
neslên yekem, endamê me ne û çalak in. Hebûna wan di nava partiyê de,
erênî ye û me bi hêz dike û mafê wan e û ew bi keda xwe bilind dibin.
Lewma hebûna Kurdan di partiya me de cihê kêfxweşiyê ye.
- Di vê çarçoveyê de, dîtina li ser Hediye Guzel çi ye?
I. Gabrielsson: Dilpak, xwediyê soza xwe û rast go ye. Çi bêje wê dike. Hevalê hevalê xwe ye.
Ji bo parastina mafê jinan têkoşera me ya
bê westan e. Ew dengê bîyaniyên bê xwedî yênli taxê paşdemayî ye. Dengê
herî xurt yê me ciwana ye, pirsgirêkên me nas dike û ji nêz ve bi wan
dadikeve. Helbet aliyê wê yê xurt li ser pirsên navnetewî jî dive neyê
jibîrkirin.
Lars Ohly dîtina xwe dihêne zimên
Em heman pirsan ji Lars Ohly dikin, Serokê Partiya Çep li Swêdê. Li ser Kurdên namzêt di partiya xwe de wisa dibêje :
Ez bi du sedema ve girê didim. Yek jê, em
yekem partî ne li Swêdê ku me pirsa Kurda anî rojeva xwe û ya meclîsê.
Me ji bo çareserkirina pirsê gav avêt û li dijî zilmê dengê xwe bilind
kir. Helwesta me ji bo çareseriya pirsa Kurda û ji bo dostaniya wan îro
jî didome û dê pêşerojê jî bidome. Kurd vê rastiya me dibînin. Sedema
duwem bi wekheviya di nava partiya me ve girêdayî ye. Partiya me rengên
li Swêdê tevan temsîl dike û dengê wan e. Ji her çandên li Swêdê
endamên me hene. Pir xwezayî ye ku, mîna wan çandan Kurd jî derkevin pêş
û di nava partiyê de rola xwe bilîzin.
Lars Ohly li ser Hediye Guzel jî dîtina xwe
wisa formule dike: Em bi hev re pir xebitîn û ez wê baş nas dikim.
Mirovekî baş e. Bi taybetî ji aliyê polîtîk ve jîr û wêrek e.
Dêûbavê Hediye Guzel diaxifin
Hediye Guzel ji bo rûniştvanên taxa Alby ê
diaxife û li ser programa xwe bi zimanên cewaz guhdaran agehdar dike.
Hinekî ji dur ve, bavê Huseyin Guzel li keça xwe dinêre. Li tenişta wî,
xanima wî Elife xanim heye. Huseyin Guzel axaftinên Hediye ji xanima xwe
werdigerîne Kurdî. Yadê Elife wisa diaxife:
Ev çend sal in em li vir in. Em bi giştî ji
fêrbûna zimanan re vekirî ne, dixwazin zarokên me fêrî zimanên cewaz
bibin. Lê zimanê me yê malê, Kurmancî ye. Em bi Kurmancî diaxifin.
Kurmancî ji me re giring e. Em xwe pê nas dikin.
Li ser Hediye dîtina bavê wê wisa ye: Zêrê
nehilandî ye Hediye, qet xirab nabe. Dilê wê fireh û paqij e. Hez ji
hevalên xwe dike û kesek e ku mirov dikare ji % 100 baweriya xwe pê
bîne. Çend zimanan bi hev re zane. Dixwaze bibe dengê taxên paşdemayî.
Xwedê pê re be.
Serokê Federasyona Ciwanên Çep li Botkyrkayê diaxife
Botkyrka yek ji wan taxê herî mezin yê
bîyaniyan li Stockholmê ye. Bêkarî lê zêde ye. Gelek ciwanên jîr jî ji
wir derketine, bi rêya meslekên cewaz zîrekbûna xwe ispat kirine. Lê
kesên rewşa aboriya wan xirab jî hene. Beşek ji taxê bi alîkariya civakî
ya belediyan jiyana xwe didomînin. Pirsgirêkên dibistan,
diskrîmînekirin û perwerdê jî li wir pir e.
Serokê Federasyona Ciwanên Çep li
Botkyrkayê Erdal Kan pirsgirêkên herêmê û nêzîkbûna partiya xwe li
herêmê,û berendamtiya Hediye Guzelê wisa şirove dike:
Taxa me ji ber pirsgirêkên xanî, bê karî,
dibistan û perwerdeya meslekî li paş maye, li paş dihêlin. Pir giring e
ku di hilbijartinê de, niwênerên me di meclîs, belediye û dezgehên din
cihê xwe bigirin, bibin dengên me û jibo çareserkirina probleman kar
bikin. Pirsên me bibin yên meclîsê, taxa me beşek ji yê vî welatî bê
dîtin û mecalên hene bi taxa me re jî bêne parvekirin.
Hediye Guzel problemên taxê baş nas dike.
Baweriyek mezin daye me. Her wisa li ser pirsên navnetewî, bi taybetî ya
Kurda jî zane ye. Dikare gelek gavên erênî, hem ji bo taxê hem jî ji bo
mafê Kurda bavêje.
Divê em ciwan jî, ji pêşerojek ronî bê
helwest nemînin û dengên xwe bikar bihênin û namzêtên xwe yên mîna
Hediye bişînin meclîsê.
Hediye Guzel nêzî me dibe û peyva dawî dibe
ya wê: Ev çend sal in, ez ne parlementer im lê di navenda partiyê de
ximzeta me didome. Ez bême hilbijartin, û qet neyême hilbijartin jî dê
xebata min bidome û deriyê me dê ji dostan re vekirî be.
EuroKurd News / Gabar Çiyan
|