Bi gelemperî destar di demên berê de di nav malan de dihat
bikaranîn. Helbet aşên mezin jî hebûn. Li her gundekî yan taxekê; aş yan
yek bû yan du heb bûn. Lê belê dexlê ku ji bo ber destan bidest bixin
destar dihat bikaranîn.. Destar çi ye? Demên berê ji bo çi dihat
bikaranîn? Lazim e mirov hinek li ser van bisekine. Helbet di vê derê de
dîsa bi destên jinan jîyan hêsan bûye, lê belê hêsanbûn bi kîjan şiklî
bûye ,emê qala wê bikin. Bi gotinên îro mirov dikare bibêje ku ji
makîneyên hêrandina dexlan re tê gotin ‘Destar’.
Cureyên destar jî hebûn, lê belê emê qala destarên ku ji du kevirên
mezin yên gilover dihatin holê bikin. Helbet aşên berîya 4-5 sersalan
jî hebûn. Wek aşê ba, jê re digotin aşba. Li gor agahîyên dîroka
insanan; destar, ji bo ku hebên wek genim, ceh, garis û hwd bihêrinîn û
nan çêbikin hatîye bikaranîn. Ewil di kevirên ku ortê wan hatiye
qulkirin, yanî necirandin de ev dexl bi lêxistinê dihat hêrandin. Paşê
kevirên hişk dihat tiraşkirin û bi van keviran aş dihate çêkirin. Genim
di nav du kevirên gilover ya ku hatine tiraşkirin de dihat hêrandin. Ji
van keviran yek di cîyê xwe de, li erdê sebît bû, yê din jî bi qeweta
insanan bi zivirandinê genim dihêrand. Ev kar bi rastî bi zehmet bû.
Lewra qeweta insan hewce bû. Bi destekî genim ji bo navîna kevirê dihat
berdan, bi destekî jî dihat zivirandin. Helbet destarên ku li malan
dihat bikaranîn bi destê jinan dibû. Dexlên ku wê li berdestan bihatina
bikaranîn nedibirin aşên mezin. Hema li malê çêdikirin. Helbet ji bo
ku ard bidestbixin, ewil paçikekî paqij li kêlekê kevirên gilover
dipeçandin da ku genimên ku dihat hêrandin nekeve nav herîyê. Ji bo vîya
ev paç dihat bikaranîn. Genimên ku dihatin hêrandin, dibû ard. Ev arda
bi rêya kevirên ku li ser kevirê din dihat zivirandin dihat avêtin. Ev
arda paşî dihat kom kirin. Mirov li dîroka aşan jî dinêre, ewil ji
qeweta insanan , paşê bi rêz; yê heywan, ba û qeweta avê îstîfade hatîyê
kirin. Makîneyên îroyîn jî ji van îcadên dîrokî feyz girtine. Divê derê
de em dibînin ku insanên berîya 5-6 qirnan ji bo ku jîyana xwe hêsan
bikin ji xwe re tişt îcat kirine. Ji vana yek jî destar bûye. Ev destar
bi destê jin û mêran hatîye holê. Helbet destar bi taybetî jinan bikar
anîne. Lewra strandina hevîr û çêkirina nan bi destê jinan li malan
dihat çêkirin. Nanê mala…
Helbet bi hêrandina genim hew ard nedihat bidestxistin. Ji qaşilên genim
nizûl (Kepek) jî dihat bidest xistin. Bi van qaşilên genim jî nanên ku
niha di roja me de tê tercih kirin, yanî nanê kepekê dihat bidestxistin.
Hinek pispor dibêjin ku nanê kepekê, ji bo nexweşîya pençeşêrê gelek
baş e. Bi ya min jî tiştên xwazayî ,yanî bê kîmyewî ji her tiştî çêtir
e. Niha teknolojî gelek pêşve çûye, lê belê curên nexweşîyan jî bi vê
teknolojîyê zêde bûye. Niha em binêrin, ji ber nanên niha, nexweşîyê
obezîtê, şekir û hwd zêde bûye. Niha genim di febrîqayan de ewilî bi
avê tê şûştin, paşê tê zûwakirin dûvre tê şikenandin û tê hêrandin. Niha
bala xwe bidin, hemû vîtaminên bi feyde bi vî şiklî diherimin. Lê belê
nanên malan çi qas bi feyde bûye. Çawa ji erdê hatîye duritin wisa jî
hatîye ser sifreyan. Destê kesî an makîneyan lê neketîye. Ji genim
bigrin heya hêrandina wî û destxistina ardê bi aletên xwazayî hatine
holê. Tu aletekî derve nehatine bikaranîn. Hertişt tebî’î bû.…
Keda jinan, destê jinan,hestên jinan dîsa di nav jîyanê de…..