Dewrêşê Evdî destanek Kurda ya
netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Destana Dewrêşê Evdî ku têde derbas bûye,
ne demeke pir kevn e. Lê mixabin ji ber derfetê nivîsandina Kurdan tunebûye ew
jî ketîye bin xetera ji bîr kirinê. Mîna kurteçîrok û stran maye. Li gor tê
gotin 32 şaxê Destana Dewrêşê Evdî heye. Di virda ji alî wêjeya Kurdî bi qasî bê
şans bûyinê, balkeşî û dewlemedîyek jî heye. Di Edebîyata Kurdan da cûrak huner
heye ku di nava Edebîyata gelên dinê da kêm tê dîtin. Ev jî her çiqas Kurdan
nikarîbûne serpêhatîyê xwe binivîsandana jî, li şûna vê ji xwe re babetekî Wêje
bi taybet afirandine. Ev jî beklî hê nav lê nehatîye kirin.
Mirov dikare
ji vê re Helbest-çîrok bibêje.
Kurdan serpêhatî, bûyer, qehremanî û kul
û kederên xwe weke Helbest-çîrokan anîne zimên. Ango him bi klam-stran him jî di
navda bi awayê çîrok gotine. Wek ; Şahmahran, Rustemê Zal, Mem û Zîn, Siyabend û
Xecê, Dewrêşê Evdî, Tahir û Zahrê, Filîtê Quto, Evdalê Zeynê, Zembîlfiroş,
Çetelê Axê, Emê Gozê, Mala Nêsir, Şex Seîdê Kal Ûhw. Dikare bê gotin ku gelên
cîhanê, ji bona kêf û şahîyên xwe stran gotinê. Lê Kurdan êş, derd û fermanên ku
bi serê wan da hatine kirine stran.
Li ser Dewrêşê Evdî û Edûlê li her
alî Kurdîstanê bi dehan cûr be cûr stran tên gotin. Ev bi xwe ji tê wateya
ku ev Destanek bi nirx û netewî ye. Ji wan strana yek jî dengbêjê deng zengil û
deng zêrîn, gor bihişt Qerapêtê Xaço ye.
Hunermendê nemir kilama Dewrêş
û Edûlê waha dibêje : Lê lêê Edûlê...
Lê lê Edûlê mala bavê xerabê rojka ma
avêtê helkanê ne dûre
Erê dibê şevk û şemalê didaye bejn û bala di
fîstanê te Edûlê
Erê berfa nîsanê daye quba Resûle
Erê le dibe heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe
Tê rabe
ramûsanekê bi ser can cesedê min da berde
Erê di berdêla heft xwînê
mêran û mêrxasan min ramûsan qebûle lê lêê oy oy
Lê lê Edûlê lêmala bavê
xerabê, min go navê te şêrîne dîsa hefadê gula
le dibe bila heft xwînê
mêran û mêrxasan li ba tebe,
Ezê bi çepilê Edûla xwe bigrim dîsanê
birevînim
Ezê bavêjim mala Cemîl Axa, Cemîlê di gurdila
Erê ji
sibê heta êvarê bikin ref û nêçîrê
Erê şevê emê rûnin bikin agirê dara
Erê serê sibê rabin, bixwin goştê şalûl û bilbila.
Lê lê
Edûlê ez
qesam dikim bi navê Xwedê ji ber serê te ranabim
De eynî fermana min li
heft dewletê ecnebîya rabe
De bila heft ... li serê min lêxin, panzde
agirê mencenîqa li ser min dabin
de bila heft bav û birakê te evda xwdê
sûwarê hespa û zîna be
de bila bi şûra û xencera li ser can û cesedê lo
min peyabin
erê bira xwûna min û tev di ava Belecûka şewitî da di nava
hevûdû da ra be
Ezê qesem dikim bi navê xwedê, ezê devê xwe xana gerdenê
ji hinarê rûkê te bernadim lê lê lê oy oy oy
Edûlê digo : de nabe, nabe,
nabe nabee heşaşo nabe
de bila ava xevikê û xêbûrê mala xwedî
şewitî li neqeba min û te rabe
de sabûna Himikê û Hemayê, Cizîrî Botayê,
Bexdayê bila bibe kef û kinc rabe
erê emê herin ber avê di cemidî,
hinarê sorî gulî bişon
erê ezê dikim û nakim tu car û tucarî kef û kinca
devê te jê safî nabe lo lo looo Li gor texmîna destana Derwrêş û Edûlê berî nuha
bi 240 salî, di sala1768 an da, li herema Weranşahrê di dema Paşayê Mila ya Zor
Temir Paşa da bûye. Dewrêş ji Weranşahrê, gundê Oxlaqçî yê, lavê Evdê Milhim û
bi eslê xwe kurdekî Yezidî ye. Ji alî şengalê hatine hêla Wêranşahrê û lev li
Milan bûne. Evdê Şerqî bi malmeziek Yezidîya ye. Evdo û bera xwe Şerqî ya
(Yezidî) ji bona paşayê Milan re şer kirine û bi serketin e. Evdê Milhim dile vî
dikeve xweha paşê lê nadê. Ji ber her çiqas demekê navbera wan xerab bûbe jî
dûra dîsa bûne yek. Edûl jî qîza Temir Paşa û misulmane. Lê dil olan nasnake û
ew û Dewrêş evîndarê hevin. Evîna wan evînek gelekî mezine. Zor Temir Paşa yê
Milî li kurdîstanê li navenda Weranşahrê, di navbera Dîcle û Ferat da; ji Ruha
heta Herran tev Amed û heya bigihêje hidûdê Mûsil û Helebê hukum dikir. Temir
Paşa xwedanê 36 eşîr ( Konfederasyon ) û 32 heza malê Milan e. Milan û eşîrê
Tirk (Tirkmen) û Ereba dujminê hevbûn. Zor Temir Paşa herem ji ber eşîrên Tirk û
Ereb (Gês) a girtibû û edr û av ji heywanê wan re qedexe kiribû.
Dewrêş
û birayê xwe Sadûn du mêrxasên ku şer li ber nedibûn. Wan jî wek berek
(Şerkî-Ezîdî) ya Milan gelek dujminê Mila û Paşê şikandin û gelek talanê wan
wegeran an jî anîn. Zor Temir Paşa dujminê dewleta Osmanîya ye. Derwrêş jî ji
ber egîtê paşyê û li hember dewletê jî şer dike sed û yek sal ceza lê hatîye
birîn. Ji ber ku dewletê gelek qetlîam li ser Kurdan û Kurdên Yêzîdî dikir
Derwrêş jî her dem li hember devletê bi kîn bû. Dewlet carekê wî û paşyê li Ruha
yê digre û dixe zîndanê. Birayê Derwrêş Sadûn digre ser zîndanê, Paşa û girtîya
gişan azat dike. Carekê jî Derwrêş û Zor Temir Paşa diherin Qerecdaxê neçîrê.
Birrik sûwar yê ku dujminê paşê ne li wan rast tê û doora wan digre. Derwrêş bi
ser Hedban dikeve û wan ji hev bela dike. Yên tê kuştin û yê dinê jî direvin.
Paşa vedigere mal û pesnê Derwrêş dide.
Di wê demê da Ji ber evîna
Derwrêş û Edûlê û ku Dewrêş yezîdî bû, Temir Paşa Malbata bavê Dewrêş sirgûnî
alî Şengalê dike. Gês û Tirk sigûn kirina Dewrêş û şerqîya jî wek fersend bi kar
tînin û li hember Zor Temir Paşa biryara şer didin. Eşîrê Tirk û Ereban du eşîrê
giranin. Paşa dikeve tengasîyê û gazî eşîrên Milan dike. Çiqas mêrxas û rîsipîyê
Milan ( Xidreka, Kûra, Çûva, Hacika, Sînika, Cimika, Çemika, Kumnexşa,
Berguhana, Alîreşa, Cemaldîna, Seyîda, Şerkîya, Keja, Menda, Nasira,û Dodika )
li bin konê Paşê dicivin. Zor Temir Paşa nameya ku Gês û Tirkan ji bo şer
şandîye dide xwendin û raya wan dixwaze û dibêje : "Ka kîjan gernas wê barê wî
şerî bede ser milê xwe.”
Ji ber ku ev barekî gelek girane, lê ji tu kesî
deng dernayê û serê wan berjêr dibe. Paşa şertê xwe jî dibê : " Li ser tepsîya
zêrîn di fîcanê ferfûrî da kîjan leheng rahêje qahwa şert Edûl ya wî ye.”
Lê mixabin dîsa ji wan xortên ku şûr simêla wan nedibirî, pufî ezmana
dikirini av nedicûn û kumika birinca qerecdaxê û doştê berxan difirandin deng
dernayê. simêlê wan dikeve devê wan û bi darika ber xwe erdê dikolin û
diponijin. Edûl xwe dixemilîne û li ser sênîya zêr sê rojan fîncana qahwê
digerîne, lê tu kes destê xwe navê fîncanê. Dûra ji Rîsipîya yek dibê : " Ku hûn
bi ya min bikin qa emê wî ef bikin bişînin pêy Derwrêş, bêî wî tu kesê ku li
hember 1700 sûwarê Tirk û Gêsan bisekine tune. Bi wî awayî emê hem ji Derwrêş
pak bibin û him jî Tirk û Gêsa bişkînin.”
Temir Paşa wê fikrê baş dibîne
û qebûl dike. Qasidekî sûwar dike û dişîne Şengalê pêy Dewrêşê Evdî. Gava ku
Dewrêşê vê xeberê dibihîze, pir qêfxweş dibe û destûrê ji bavê xwe dixwaze. Lê
Evdê Milhim ji ber ku berê ji destê Temir Paşa dîtîye bawer nabe û dixwaze
Dewrêş neçe. Divêje: ‘’ Dewrêş lavê min Zor Temir Paşa xayin e. Min jî jê ra
gelek merxasî kir. min jî dema xwe da yek ji wan xwest neda min, Edûlê nade te.
Ka mere ev rêka çûyin û nehatnê ye.’’
Derwrêş : "Bavo biraqe, ez herim û
nêm jî şerefa vê ji me û heft bavê me ra bese.’’
Evdo bala xwe didê ku
çarê li Dewrêş nabe destûrê dide. Dewrêş hespê xwe Hedban zîn dike radihêje şûr,
rim û mertalê xwe, ew birayê wî Sadûn û du egîtê hevalên xwe yên şeran bi bervî
Weranşhrê bi rê ketin. Ku Dewrêş giha pêş konê Paşê, ye 27 histûnî û peya
dibe, Paşa bi xwe vî pêşwazî dike û qedrekî zêde didê. Dewrêş li wir birakên xwe
yên şer tev dîtin. Yek ji wan şerwanekî zor birazê yê. Temir Paşa yê ku Edûl
xwestîya wi Îso bû. Îso û Dewrêş bûbûn birakê hev yên axretê û tev gelek şer
derbas kiribûn. Dewrêş ji Îso ra got : "Ka keko tu çi dibê.”
Îso : "
Bira ez
zanim ku dilê te û Edûlê di hevda ye, ji alî min bê xem be, ez qet ne li dijim.
Bi xêr û Xweşî be û xwedê miradê we bike û ez bi ruh û canê xwe bi terame.”
Lê hevalê Dewrêş û Sadûn her çiqas li ber gerîyan ku wî ji wê rê
wegerînin nikarûbûn ew qanih bikirana. Gotin : " Ev rêya nevegerê rêya mirinê
ye.”
Dewrêş jî ji wan re got : " Ez zanim, heger hûn naxwazin hûn kanin
neyên, lê ezê herim. Mirin heye veger tuneye.” Piştî Dewrêş û hevalên xwe bi
hevra kirin galgal û şûnda civat rûnişt. Edûl bi xemla xwe mîna xezalekê li ser
sênîya zêrîn qahwe anî û gerand. Gava Dewrêş çav li Edûlê ket hiş û aqilê wî çû.
Edûl fîncana bi xwîn gerand û negerand kesekî negirt. Gava hat ber Dewrêş sekinî
bi dengekî nizm got : " Ramehêjê ” Lê Dewrêş fîncan girt û bi carekê ra bi ser xweda
kir. Rabû ser xwe binê guharê Edûlê yê heyderî ramûsa û rûnişt. Zor Temir Paşa
jî rabû ser pîya û hat çavê wî maç kir û pîroz kir. Dûra Dewrêş çû cem Edûlê. Lê
wê ji kir û nekir ew ji ya xwe venegerîya û teselîya wê je qet, dev jê berda.
Sûwarê Hedban Dewrêşê Evdî kekê Sadûn, xofa dilê neyara, kile çavê Edûlê
û tev 11 hevalê xwe yê cengawer ku wî neqandine, berê xwe dan binîya Weranşhrê
Girê Edşanê hidudê Mila û Gêsan. Gava gihan ger girê Edşanê serleşgerê Gêsa ku
ev jî berê bûbû birakê Dewrêşê û tev gelek şer kiribûn Efer ji tûrda wî nas
dike. Carekê Dewrêş çûbû seydê (nêçîr) xezalekê birîn dike ûew ji bira xwe
vediqete. Dewrêş bera dû xezalalê dide. Xezal diçe nav malê Gês a. Efer jî lavê
axayê Gêsa ye. Li wir Dewrêş û Efer hev nas dikin û ji hev hezdikin. Dibin
birakê hev. Efer canîkî dîyarî dide Dewrêş û Dewrêş navê canî dike Hedban.
Hedban dibe hespekî pir jêhatî. Di şeran da dîn û har dibe nayê zeft kirin.
Dewrêş gelekî ji Hedban hez dike, wî dixwerîne û maç dike.
Efer ji
hevalên xwe dibêje : " Evê han egîtê Milane û yê Pêşî Serbazê wan, biramakê min
Dewrêşê Evdî ye. Merxasekî hêjayê. Le Temir wî dixapîne, ka ez herim belkî ez wî
ji navbera me û Temir dexînim.”
Efer tê cem Dewrêş û hevalên wî. li hev
dipirsin û şûnda Efer : " Kekê Dewrêşê, ez heyrana çavê te, tê xwe ji nava me û
Zor Temir bide alî. Em birayê hevin, naxwazim em li hember hev şer bikin, Temir
te dixapîne, tu bi serkeve jî Edûlê nade te, ka gura birakê xwe bike û vegere.
1700 sûwar bibe pez û tu şerjêke jî na qede.”
Dû wan gotina Dewrêşê ji
Efer pirsî : " Ma wekî din gotinê te hene ? " Efer got :" Na.”
Dewrêş :" Efer biravo baş li min guhdarî bike, ez ne zarome, Dewêşim
Dewêşê Edvî. Min va bara bi zaneyî girt ser milê xwe. Bira ku tu baş zanibe ez
Milî me û ev erda edrê Kurda yê Mila ye ne yê Ereb û Tirka ye û tucar jî wê nebe
yê wan. Min li şîretên te gudarî kir, ev meydana şere, kerem bike here cem
leşgerên xwe û karê yê şer bikin. Ya xwedê wê bide ma ya bide we, em binerin
gelo ma kî berxe kî berane Heto îro em birak bûn ji nuha û pêyve dujminin. Çi
ji te tê qet texsîr meke. Heta îro em brayê hev bûn ji huha û pêve em
dujminin. Çi ji min û çi ji te hat.”
Efer ji Dewrêş ra got: "Dewrêş ka
were dev ji şer berde. Bi soz emê bi zorê Edûlê ji te ra ji paşê bistînin û
bînin.’’
Dewrêş li Efer wererand û jê ra got:"Ez Dewrêş im, vî nava
nînim ser xwe û Edûlê. Him ma Edûl wê min ra bibê xelkê ez dam te, ne te ez heq
kirim.’’
Li ser wan gotina tu hevîya Efer nema û bi dilkî şikestî
wegerîya cem hevalên xwe. Piştî çûna Efer Dewrêş dîsa ji hevalên xwe ra got :
"Gelî hevala yê ku poşman an naxwazin şer bikin bira keremkin
wegerin malên xwe. Bi rastî ez naxeyidim. Yê min, min mirin daye ber çavê xwe.
Serê min jî here ez wenagerim.”
Li ser wan gotina hevalên wîaciz bûn û
gotin : " Ma ev çi galgale, ma qey ruhê me ji yê te çêtire. "
Dewrêş û
hevalên xwe şûr û rimê xwe girê dan û xwe avêtin ser pişta hespên xwe û mîna
talazê erîşî ser sûwarê Tirk û Eraban kirin. Dewrêş weke pilinga kete nava wan û
ew ji hev bir birî kirin. Bû şingîna şûra, gujîna xwînê û nalîna birîndara. Bi
qasî saeteke duda şer kirin. Gelek peyayê Tirk û Ereba hatin kuştin. Lê du
hevalê Dewrêş jî hatibûn kuştin. Gava navberek dan şer û li ser girê Etşanê
gihan hev, Dewrêş dît ku du hevalê wî tunene dîn bû, çavê wî bûn mîna gola xwînê
û dîsa êrîş kir ser Ereb û Gêsa. Vê carê Dewrêş tu di wan nehîş. Lê dîsa sê
hevalên xwe dabû der. Bi wî awayî şerê Edşanê sê roja berdewam kir. Bi sedan
Tirk û Ereb hatibûm kuştin. Lê belê bêî Dewrêş û Îso tu egîtên Milan jî nemabûn.
Îso jî birîbdar bûbû. Bira yê Dewrêş Sadûn jî hatibû kuştin. Dewrêş bi dilekî
şewat dismala Sadûn li hustîyê hespê wî yê bi navê Kumyêt gerand û berê hesp da
mala bavê xwe Evdê Milhim ji di gazîyê bê. Kumyêt şîhî ya û di dora Sadûn ra doj
bû. Nedixwest derka wî bike. Lê dûra wek wî jî fahm kiribe Sadûn mirî ye dêla
xwe rakir û bi çargavî berê xwe da nav Yêzidîya ku bên hawara Dewrêş û Sadûn. Di
şer da lavê Efer jî tê kuştin. Lê Efer dîsa jî ban Dewrêş dike ku dev şer berde.
Lê Dewrêş venedigerîa. Gava bû êvar û şer betal bû Dewrêş û Îso wegerîyan cîhê
xwe ser girê Edşanê. Dewrêş xwest Îso bişîna pê hawara Milan. Lê Îso li ber xwe
da û nexwest Dewrêş bi tenê bihêle. Feqet Dewrêş ew razî kir û sûwarkir şan
gazîyê.
Serê sibê Dewrêş bi tenê ajot ser Tirk û Gêsa. Şerekî dijwar kir
û gelek ji wan kuşt in. Tirk û Gêsa bala xwe danê kû nikarin bi Dewrêş re derxin
serî, pîlanek çêkirin. li gor Pîlana wan ; wê bere biajotan ser Dewrêş û jê re
xeber bidana, ew sor bikira û dûra xwe bervî nav erdê kulmişkan şûnve
wegşandana. Wê gavê Dewrêş wê bera ser pişta wan da û biketa nav erdê Kulmişka
nigê hespê wî wê tê werba û bişikîya ku wan jî kanîbana wî bikujin. Û wek gotin
kirin. Dewrêş çaxa ajot ser wan û çendek kuşt û birîndar kir û şûnda her du simê
Hedban ketin kulmişkek kûr û şikîyan. Gava ku Dewrêş ji ser pişta Hedban da hat
xwar bi şûr û rima êrîşî ser wî kirin. Dewrêş li erdê jî çendek bi şûr perçe
kir. Lê Heyf û mixabîn ev jî birîndar bû. Di vê navberê da xweha Efer nezîki wan
bû. Qîrîya û xwe avêt ser Dewrêş. Ji yên dinê ra got : " Ma bêbext û bê şerefno
qey eve
mêrxasîya we. Heger hûn mêr bûna we yê li ser pişta hesp lêxista. ma ev şertê
merane bê namûsno, ka qê dîtîye kê li wrdê li kê xistîya.”
Efer jî hat
ser Dewrêş û gava ew di wî halî da dît, bang Gêsa kir got : "Gelî Gêsa heta
vê gava em û Tirka bi hevra bûn. Ji nuha û pêve em dujminin. Gêsano xwe bidin
alî ”
Tirkan nerîn ku rewş xerabe, dexlî Efer bûn û nehîştin di nava wan da
şer derkeve. Efer destê xwe di histuyê Dewrêş ra bir û dest bi girî kir.
Dewrêş got: " Megirî Efer, gotikek pêşîyê me Kurdan heye, dibê : ‘xwdê berxê
bêr ji bo kêrê daye’. Ez ji te dixwazim ku tu min bigihîne serê girê Edşanê
bes.”
Efer ket bin milê Dewrêş û ew bir ser gir. Kurkê xwe jê re raxist,
nirînê wî pêça û nan û av dayê. Dewrêş got : " Efer daxwazîya min ya dawî ji te
ewe ku tu min bibe ser girê Edşanê cem hevalên min û pişta min bide kevirekî
mezin, simêle min bade, egala min têxe çata burîyê min û xwar bike. Ez zanim
nuha bi gazîyê ra Edûla delal ya ku min di ber wê da canê xwe da wê bê. Lê ez
naxwazim Edûla narîn min di halekî xerab da bibîne.”
Efer xwestekên
Dewrêş bi cîh anîn û şûnda Dewrêş jê ra got:" Efer keko aha waye ji dûrda gazîya
milan ya giran tê. Heger te bigirin wê te bikujin. Tu here xwe xelas bike.”
Efer bi çavê şil xatir ji birakê xwe yê axretê xwest û bi rê ket. Dewrêş
kenîya û bang kir:
" Efer biravo, min nizanî bû merê weke tejî digirîn.”
Efer vegerîya ser Dewrêş lê nizanîbû çi bibêje. Dewrêş dîsa mizicî û got
: " Ka zû here birayê dilkeçik here. Em birakê hev yê axretêne, ezê li vir li
benda te bim. Xayîn nebe zû bê ha” û bizorê destê xwe ji Efer ra li ba kir.
Eferê Gesî wê carê bi dengê bilind girîya û çû. Tu nema Edûl li hespê li
pêşîya sûwara gazîya Mila ya giran xwe gihandin ser girê Edşanê. Edûlê bê ruh û
bi kîrîn xwe avêt ser Dewrêş. Lê hedî Dewrêş delalê dile wê li ber xwe dida.
Dewrêş bêî tiştekî bibê bi destê Edûlê hişk girt, jidand û li çavê wê yê reş û
belek nerî heta ruh jê kişîya. Dewrêş çûbû ser dilovanîya xwe lê di wî şerê
dijwar da dawîya Tirk û Gêsa jî hatibû. Dawîya mayî Mila dan ber xwe. Yê
revîyan, yê teslîm bûn yên din jî giş hatin kuştin. Belê Dewrêş û hevalê xwe
hatin kuştin, Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê di vî şerî da Tirk û Ereb ji Şam,
Heleb, Mûsil û heta Bexda yê zordestî dikirin jî hatin şikestin û tifaqa Milan
xurt û hêza wan mezintir bû.
Edûlê girîya, li xwe xist, porê kişand û
Dewrêş maç kir, serê wî da ser çonga xwe, ji kezebê, bi dilê şewat û bi hêsrê
çava got : ” Delal .. "
Delalo nav û dengê evîdarîya kurda ye.
Gelek delalên kurdan hene. Mîna delalê Mila, delalê Ruha yê Ûhw. Edûlê jî davê
ser delalê, Dewrêşê Evdî :
Delalê min waye delal, delalê min
waye delal, delalê min waye delal, waye delal
Ez nemînim, ez nemînim, ez
nemînim lo lo Dewrêşo
Dewrêşê dilê min sûwar bû li derê mala bavê
min peya bû,
Dewrêşê dilê min rebenê sûwar bû li derê mala bavê min por
kurê peya bû.
Xwedê xerebike destê min ji agirê cixarê, fîncana hatin û
çûyina mêvana xalî nebû,
Min dî keçika cîrana xebera nexêrê ji min ra di
anî, digo lê lêê por kurê ma tu nizane
Dewrêşê dilê te xeyidî bervî mal
çû.
Wê gavê çavê min mîna tavîya berf û baranê ji hêsra xalî nebûn, ez
nemînm, ez nemnîm, ez nemnîm lo lo delalo ax
Delalê min waye delal,
delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal
Ez nemînim, ez
nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Dewrêşo
Dewrêşo lavo were mala bavê
min bi mêvanî, Dewrêşo berxo were mala bavê min por kurê bi mêvanî ax
Ezê
ji Dewrêşê dilê xwe ra dînim kulavekî sorî xuristanî, ezê ji Dewrêşê dilê xwe ra
serjêkim mîha sor ser beranî, gava dê û bavê min gotin lê lê por kurê kanî mîha
sor ser beranî, ezê bibêm şivanê me lavê xelkê bû, şev bû tarî bû, ba bû, baran
bû,
ji çolê nanî, gura xwarî, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo
delaloo ax Gelerî
Destana Dewrêşê Evdî piştî 240 be
jî bê nivîsandin karekî dereng mayî lê hêja ye. Divê li ser vê Destanê hîh gelek
tişt bêne gotin û nivîsandin. Min pêşî xwest vê Destana ku li ber ji bîrkirinê
ye, wek kurteçîrok binivîsim û di dûra ger kanibim mîna roman bikim berhemek
hêjayî naveroka xwe. Derfet û têgihîştima min têrê bike eze vî karê pîroz bi
dilxweşî bikim.
Destana Dewrêşê Evdî ne mîna evînek nîvco mayî
neefsaneyek bê bingeh û romanek wek jana dil e. Destanek zîndî û jîyanbû ye.
Evîndarîyek bê hempa û qehremanîyek mezine. wana her du jî di destanê de hatîye
îspat kirin. Belkî Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê belê dikare bê gotin ku
evîndar negihîştibin hev jî evîn negihîştiye armanca xwe. Ji ber wê ye ku Dewrêş
çavê xwe ji 1700 sûar û mirinê nakute. Ev him evîn him jî qehremanî ye.
Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ye. Ji bo wê ji
Edûla ku Efer jêre bîne naxwaze. waya merxasî û qehremanî ye û mîna hunermendê
hêja di kilamê de bibêje jı Edûlê ra : ‘’ Li ser serê min fermana heft dewletê
ecnebî rabe, ez qesem dikim bi navê xwedê, devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê
te bernadim... ‘’ Ev girêdana evîne ye. waya bi xwe bêguman têda hunera dengbêj
heye. Lê bi serê xwe ne bi tenê lihev anîna dengbêj e. Di vir da herkes heqê
karê xwe didê. Dewrêş û Edûl ji dil hez dikin û dengbê jî bi huner dihûne û tîne
zimên. Li vir ji du alî da, di şewê huner û evînê da jîndarîyek çanda Kurdî tê
dîtin. Dewrêş bi mêrxasî, camêrî û awayê hezkirina kurdî binê guharê heyderî
xana gerdenê radimîse û Edûl jî dixwaze lo gor dema çanda kurd ji Dewrêş ra
kulavê nexşandî û mîha serberan serjê dike. Ku li gor dema xwe tiştên
giranbuhane ev. Di vir da dengbê û evîndar hev temam dikin. Ji ber vîya tê
gotin ku :
"Di Edebîyat (Wêje) da ji çi tê gotinê bêtir çawa tê gotin
girînge.’’ Ez dixwazim di derheqê Destana Dewrêşê Evdî da li ser
welatparêzîya Dewrêş bi çend peyvan gotinên xwe bi dawî bikim. Wek me berê jî
got ; Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ango welatê xwe
ye. Ji bona wê gava Efer tê cem Dewrêş jê ra dibê : "Ev ne erdê Tirk û Gêsa (
Ereb) ye, û wê nebe yê wan. Ev erdê Mila (Kurd) ye.’’
Li vira girêdana
Dewrêş û erd - axê heye. Girêdana bi axa xwe ra vê demê û îro jî welatparêzî ye.