Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 11:50 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Main » 2011 » March » 5 » CHP’ê jî Kurdî keşif kir!
9:44 PM
CHP’ê jî Kurdî keşif kir!


Bi nêzîkbûna hilbijartina giştî ya ku wê di meha Pûşperê de pêk were re, CHP ji bo dengên Kurdan bigire zend û bendên xwe bada û bi çar gavî dimeşe. Projeya hilbijartinê ya CHP’ê "Sîgortaya malbatan” bo Kurdî hat wergerandin, dest bi xebatên vekirina malpera Kurdî kir, ji bo reklamên Kurdî bi TRT 6 re li hev kir. Herwiha wê hunermend Zuleyha di mitînga 8’ê Adarê ya ku wê Kiliçdaroglu beşdar bibe de stranên Kurdî bibêje.

Piştî 80 sal derbas bûn CHP’ê jî piştî AKP, Kurdî keşif kir. CHP’ê ji beriya hilbijartinê zend û bendên xwe badan, û projeya ji beriya hilbijartinê ya "Sîgortaya Malbatan” ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve hatibû ragihandin, wergerandin Kurdî. Wê broşorên vê jî bi taybet li bajarên Kurdan were belavkirin.

Herwiha hat zanîn ji bo vegotina armanca projeya Sîgorteya Malbatan, CHP’ê bi TRT-6 re jî li hev kir. Xebatên reklamên Kurdî di bin koordînasyona Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Erdogan Toprak de tên rêvebirin. Herwiha, hat diyarkirin ku CHP’ê filmên Kurdî jî dan TRT-6.

Dîsa, piştî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo weşana Kurdî ya malpera înternetê ferman da, xebatên hatibûn destpêkirin, didomin. Hat diyarkirin ku dibe xebatên Kurdî di hefteya pêşiya me de dest bi weşanê bikin.

Wê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku ji aliyê CHP’ê ve li Mêrdînê tê amadekirin bibe. Hunermend Zuleyha jî bi Kiliçdaroglu re diçe Mêrdînê û wê di mitîngê de stranên Kurdî bêje. Kiliçdaroglu serdana xwe ya bo Bexda, Silêmanî, Kerkûk û Hewlêrê û wê di 11-13’ê Adarê de pêk bihata bi hinceta ewlekariyê bo meha Nîsanê paşda xist.

ANF
Views: 995 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  March 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
  12345
6789101112
13141516171819
20212223242526
2728293031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024