Bêçalaktî bi dawî bû 01/03/2011 - 06:51
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ji ber polîtîkaya înkar-îmhayê ya ku hikûmeta AKP dişopîne pêvajoya bêçalaktiyê ya ku 13’ê Tebaxê hatî destpêkirin bi dawî bûye.Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ji ber polîtîkaya
înkar-îmhayê ya ku hikûmeta AKP dişopîne pêvajoya bêçalaktiyê ya ku 13’ê
Tebaxê hatî destpêkirin bi dawî bûye. KCK’ê got; "Bê nîqaş, berpirsiyarê bidawîbûna pêvajoya bêçalaktiyê hikûmeta AKP ye” û ragihand ku wê gêrîla bi awayek xurtir xwe li hemberî êrişan biparêzin, lê êriş nakin.
Daxwiyaniya KCK’ê ya derbarê bêçalaktiyê de ku demek dirêj bû li bendê bûn hat. KCK’ê bal kişand ser biryara bêçalaktî ya 13’ê Tebaxê û pêvajoyên berê yên agirbetstê û diyar kir ku heta niha hikûmet tu pêngav neavêtiye.