Li
Tirkiyeyê, di hevdîtinên "hevkariya hilbijartinê" yên di navbera
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û
Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) de lihevkirineke peşkî(qismî) hate
pêkanîn. Serokê Giştî yê KADEPê Şerafettîn Elçî dê li Diyarbekirê bibe
namzed.
Bayram Bozyel di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got,
"Pêşniyar li min kirin ku ez li Wanê bibim namzed. Bêyî ku guh bidin bîr
û boçûnên me, wek serokê giştî yê partiyeke siyasî ne wekî ku em
endamekî wan in, reftarê digel me kirin. Em nikarin vê helwestê qebûl
bikin.”
Bozyel axaftina xwe wiha domand, "Em nebin namzed jî, em
amade ne piştgirî bidin namzedên din. Lê BDPê bêyî ku guh bide me û me
wek muxatab werbigire, cihên namzedan destnîşan dike, bi ya me ev
reftareke şaş e. Wek Civata Partiyê me gotûbêj li ser mijarê kir û me
biryara redkirina pêşniyarê da. Emê biryara xwe îro ji karbidestên BDPê
re rabigihînin.”
BDP û KADEPê li hev kirin. Li gor vê rêkeftinê
Şeraffetîn Elçî dê li Diyarbekirê bibe namzed û Cîgira Serokê Giştî yê
KADEPê Yûksel Avşar jî li Erdexanê bibe namzed.
Ev demek bû di
navbera Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Demokrasiya Beşdar
(KADEP) Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de gotûbêj li ser pêşniyara "em
li bajarên kurdan namzedan bi hev re diyar bikin” a Kongreya Civaka
Demokratîk (KCD) dihat kirin.
(AKnews)