4. Festivala çand ( Kultur) û kelijîn a (kaynaşma) Gölyazi
Xelko Jêrê, (Gölyazi) ve cara dûdi ku belediye di destê BDT de
ye. Xelko Jêrê, li nav Kurden Anatolî Navîn hing polîtîze bûne û xwudî
li nêrx û rûmet xwe derdikevin.
4.Festivala Xelko Jêrê, Gölyazı Di roja 24.07.2010 an de, li navçe Gölyazi 4. festivale Xelko Doldurma hate organîze kirin. 4.
Festivala çand ( Kultur) û kelijîn a (kaynaşma) Gölyazi.Wek her navçe û
gunden Kurden Anatolî Navîn, li Gölyazi jî hejmareka bi berçav li
welaten Avrupa dijîn. Loma navê festivale çand (kultur) û kelijîn (
kaynaşma ) li kirine. Festival ji alî şeradarî (belediya) Gölyazi
BDP hate çekirin.Seroke BDT birêz Selahattin Demirtaş. Parlementera BDT
birêz Fatma Kurtalan. Seroke BDP bajere Konya, birêz Aynur Cengiz,
endame navende parti BDP birêz Mehmet Bozdağ hatin şahîye navçe Gölyazi.
Xêrî ji ve, ji navçe û gundan jî hêjmareka bi berçav tewa festivale
bun. Bernamekî
dewlemend , rêk û pêk hatibu amede kirin.Ji alî muzîke ve, him
stranbêje netewî him jî yên heremî bi deng û awazê xwe di germa havîne
de , di bin çadiren henêk de beşterwan dikirin nav xem û heyalan.Özlem
Bağlayan,Xemgin Birhat, Ayaz Arzen, Ergin Xelikan, Nevzat Tunç, Ezman
Sterk û Agiri Jiyan tevli bun. Kurd
der e jî standa pirtuka( kitaba ) vekir. Li her quncekî döner, dav û av
dihate firoten.Etarwane jî dukkanê xwe ji zaroke re xemilandin. Xêrî ji ve,helbestwane bi eslî xwe ji Xelke Jêrê bi navî û deng Ö. Faruk. Hatipoğlu û 2 ciwanen helbestwan ku nave xwe "Haymanali Gençler” danibun Xorten ji Haymana bi helbesten xwe bername zengin kirin. Piştî vexwerdina nivro, programe dest pê kir. Seroke
belediye Gölyazi birêz Mulla Şimşek axaftine vekirine kir. Şimşek di
axaftine xwe de kar û xebaten belediye û projen belediye ye di rojeve de
anin zimen. Di berdewamî axaftina xwe de Şimşek, giringî de ser
festivale. Şimşek got, hedefên festivale insanen me bên cem hev û hevdi
nasbikin. Çand û kulture me bibînin û bi hevdu re danûsandine bikin. Ji
ber vê , wa 4. sale em wek belediye û bi alîkarîya gelê Gölyazi
festivala çedikin. Wek belediye, bi hêz û qudreta we em li ser wazife
ne.Şimşek spasî xwe anî zimen, got hûn her hebin û mala we awa ve. Seroke
Gölsağe birêz Huseyin Kerpiç, behsa yekîtî û paraztina çand û kulture
kir. Kerpiç di berdewamî axaftine xwe de got, xwudiderketina li nêrx
,rûmet û hizmete insanen me bi awakirina komala ye.Komala Gölsağ jî , ji
ber vê hat demazirandin. Kerpiç ji duva jî kar û xebaten Gölsağe û
projeye li pêşiya wan rêz kirin. Seroke
BDT birêz Selahattin Demirtaş davetî ser sahne kirin, pê re beraber bi
zilxit, tilîlî ye seroke BDT peşwazî kirin. Pê re mûjilbuneka mezin, coş
û şabunek di nav xelke de dest pê kir. Seroke
BDT birêz Selahattin Demirtaş, bi Kurdî xelkê Gölyazi û yên li cîhe
festivale silav kirin û kefxweşîya xwe anî zimen. Demirtaş, seroke
belediye, endame meclisa belediye û xelkê Gölyazi ji bo festivala 4 .
pîroz kir. Demitaş ji duva, axaftine xwe anî ser rojeve refaruanduma li
Tirki. Demirtaş bi kurtasî wusa got, dexwaz û peşnîyare Kurdan li ber
çava nehat girtin. Wek BDT me got, benda hilbijartine dexin, di
makezagone de nave Kurdan texin, anjî bi nav kirina Tirka bi awakî din
formule bikin. Di operasyone KCK de 1500 endame BDT hate girtin, wan
endame me serbest berdin. Ji ber vê, em neî diben are, neî jî diben na.
Em BOYKOT dikin. Axaftina Selahattin Demirtaş pirr cara, bi çepikan
dihate qut kirin. Belediye Gölyazi, mêvanen ku hatî vexwendin bi xelata
ku ji alî belediye ve hatî çekirin xelat kirin. Xelata seroke BDT, bi
destê seroke belediye Golyazi Mulla Şimşek hat dayin. Şimşek got, seroke
BDT birêz Selahattin Demirtaş gera xwe li Avrupa di nêvî de kut kir
,tevli festivala me bu. Bi navî Golyazi û Kurden Anatolî Navîn bi hatina
wê kefxweş û serbilindin, spasî xwe ji re peşkeş kir. Xelka
Jêrê, (Gölyazi) ve cara dûdi ku belediye di destê BDT de ye. Xelka
Jêrê, li nav Kurden Anatolî Navîn hing polîtîze bûne û xwudî li nêrx û
rûmet xwe derdikevin.Di 4. festivale Xelka Jêrê de, mirov xwe wek li
mala xwe hêsab dike. Hîs, xwezkirin û kefxweşê di nav xelkê de bi awakê vekiri xwuye dike. alinti Vegernu.com
|