Bi sedhezaran kes ên ku bi wesayîtên cenazeyên hersê jinên kurd re
dimeşiyan gihîştin Qada Batikentê. Cenaze bi dirûşmên "Hevalên rojê
nemir in” û "Şehîd Namirin hatin pêşwazîkirin. Ji ber qelebalixê, qada
merasîmê veguherî mehşerê.
Ji ber merasîma cenazeyên sê jinên siyasetmedar ên kurd ku li paytexta
Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla
Şaylemez ku li Qada Batikenta Amedê tê lidarxistin, li bakurê Kurdistanê
hema bêje jiyan rawestiya. Li bajar hemû dikan û kargeh hatin girtin û
dibistan hatin boykotkirin. Cenazeyên her sê jinên kurd li Qada
Batikentê bi dirûşman hatin pêşwazîkirin.
Ji ber piraniya girseyê kincên reş li xwe kiribûn û paçên spî avêtibûn
stûyê xwe, qad hema bêje bi reş û spî xemilî. Bi sedhezaran Kurdistanî
wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez vekirin û pankarta "Şer dike, Azad
dibe, Azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê hezkirin” hildan. Bi taybet
jinên kurd di mîtîngê de dovîzên li ser "Em hemû Sakîne ne”, "Em hemû
Leyla ne” û "Em hemû Fîdan in” hilgirtin.
Her wiha di merasîma ku bi wêneyên her sê jinên kurd hatin xemilandin
de pankartên wekî "Em ê êşa li Roboskê, êşa li Parîsê, veguherînin
hêrsê, hêrsê veguherînin serkefitnê” balê kişand û tevî wêneyên mezin ên
Endamê Konseya Leşkerî yê HPG’ê Ertem Karabulut (Nûman Amed) ê ku li
Licê di encama operasyonekê de jiyana xwe ji dest da, alên KCK, PKK û
PAJK’ê hatin vekirin. Her wiha qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah
Ocalan hat xemilandin.
Herikîna ber bi qadê ve berdewam kir û bi sedhezaran kesên ku tevî
cenazeyan hatin qadê ji aliyê sedhezaran ve bi dirûşman hatin
pêşwazîkirin. Di merasîmê de Hevserokên KCD’ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk,
Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, hemû
parlamenterên BDP’ê, nûnerên HDK, HDP, rêxistnên sivîl, partiyên siyasî
yên kurd, nûnerên partiyên çepgir ên Tirkiyeyê, rewşenbîr û gelek
kesayet tevli merasîmê bûn.
Darbestên hersê jinên kurd ku bi alên PKK’ê hatibûn xemilandin, jinan
danîn ser milên xwe li ser platformê danîn. Jin li derdora darbestan bûn
xelek. Bi sedhezaran bi yek dengî dirûşma "Şehîd Namirin” "Hevalên Rojê
Nemir in”, qêriyan. Her wiha stranên kurdî yên "Çerxa Şoreşê” û "Sê
Jinên Azad” hatin guhdarkirin.
|