Main » 2013»January»10 » Li Parîsê yek ji damezrênerên PKK Sekîne Cansiz hate kuştin
7:51 PM
Li Parîsê yek ji damezrênerên PKK Sekîne Cansiz hate kuştin
Li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşeke çekdarî damezrênerê PKK’ê
Sakîne Cansiz û nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi
navê Leyla Soylemez hatin kuştin. Li gorî agahên Li gor ragihandina
ajansa `Frans Prêssê`, hin kesên nasnameya wan nediyar ketin hundurê
Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord a li Parîsê û êrîş pêk
anîn. Di encama êrîşê de siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê
ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan.Tê
diyarkirin ku di êrîşê de ji bo çekan bêdengker hatine bikaranîn. Lê
heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.Tê diyarkirin ku gulle li
serê Cansiz û Dogan, û li zikê Şaylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê
bûyerê dest bi lêkolînan kirin. Saeta êrîşê tam nayê zanîn. Nûçegihana
rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya ragihand ku gava hevalên
Fîdan Dogan bi saetan tu agahî jê negirtine, hatine ber deriyê avahiya
buroyê û saet di 01.00 de li wir xwîn dîtine û derî şkandine, bi vî
awayî ketine hundir. Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê
(FEYKA) Mehmet Uler jî got: "Yek du heval li ber derî xwîn dibînin. Derî
dişkînin û dibînin ku 3 jin hatine înfazkirin. Ulker destnîşan kir ku
buro li cihek qelebalix a bajêr e û got ku dibe ev komkujî 9’ê çileyê di
navbera saet 18.00-19.00 de pêk hatibe. Ulker da znaîn ku ev êrîş gelek
bi profesyonelî hatiye kirin.