Шамил Аскеров Гусеин Курдоглы Байраме Фати
Ахмаде Апо
Di navbera salên 60-70yan da di enstîtûya zanistên rojhilat a Akademîya
Zanistî ya Azerbaycanê, para kurdolojîyê da kesayetên weke Elî Gelawêj,
Rehîm Qazî, Hûseyn Kurdoxlî, Şamîl Esgerov, Zumrûd Şefîyeva, Mehemed
Şemsî xebata kurdolojîyê meşandine û di demeke kurt da berhemên girîng
dane.
Piştî
hilweşandina Sovêtan Navenda Çanda Kurd "Ronahî” (1992) ava bûye.
Rojnameyên "Dengê kurd” (1992) û "Diplomat” (2003) dest bi weşanê
kirine. Di Radyoya Dewletê ya Azerbaycanê da di heftîyê da du caran 15
deqîqe ji bo weşana kurdî (1993) destûr hatîye dayîn. Ev yek hindik be
jî, hiştîye ku di jîyana kurdên li Azerbaycanê da lepitandinek pêk were. Ji pirtûka Hejarê Şamîl bi navê "Jîyan di rêya welatparêzîyêda”. Almatı, 2007.
www.kurdist.ru
|