Main » 2011 » October » 10 » Qesra Îshak Paşa yek ji mîrateyên cîhanê ye
8:32 PM
Qesra Îshak Paşa yek ji mîrateyên cîhanê ye
Qesra Îshak Paşa yek ji mîrateyên cîhanê ye
Qesra Îshak Paşa ku ji bo demborî ket lîsteya ‘Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya UNESCO’yê, ji bo ku teqez cihê xwe yê mîsoger di
lîsteyê de bigire dê di sala 2012’an de dîsa serlêdan bê kirin.
Qesra Îshak Paşa 5 kîlometre dûrî navçeya Bazîdê ye. Li tenişta
Tirbeya Ehmedê Xanî ye. Qesir, piştî Qesra Topkapiya Stenbolê duyemin
qesra mezin a Tirkiyeyê ye. Di çarçoveya îhaleya Îdareya Taybet a Agirî
de bi armanca parastinê, xebatên restorasyonê têne meşandin. 3 hezar û
500 metre çargoşeyên qesra 7 hezar û 500 metre çargoşeyê bi camên du qat
ve tê girtin. Dema temam kirina îhaleyê sala 2011’e û bedela wî jî 5
trilyon lîra ye. Navbera 26 û 50 karker di fîrmayê de kar dikin. Qesra
Îshak Paşa ku hîmê wê di sala 1685’an de ji aliyê kurê Mîr Mihemed
Pîrbela Evdî Paşa ve hate avêtin û ji fîlozof, wêjevan û helbestvanê
kurd Ehmedê Xanî re bû mesken û dibistan, ji aliyê UNESCO’ê ve ji bo
demborî di lîsteya ‘Mîrateya Çandê ya Cîhanê de cih girt. Ji bo ku di
lîsteya teqez de cihê mîsoger bigere dê di sala 2012’an de dîsa serlêdan
bê kirin. Qesr res las ji aliyê hezaran turîst ve tê ziyartkirn. Di
nava hezaran berhemên cîhanê de di rêzên sereke de cih digire. Qesir di
99 salan de hatiye çekirin. Mimariya Qesrê Selçuqî kivş dike. Mimariya
qesrê pir û delal hatiye avakirin. Qesr di sala 1828-1829’an de ji aliyê
Urisa (Rus) hatiye dagirkirin û deriya Qesra Îshaq Paşa yê Zêre Som
birine Moskovayê û niga muzeyê ya moskovaye danîne. Di Qesra Îshaq Paşa
deheman, mizgeft, mevanxane, tirbe, mitbex, salona nanxarin, hêrêm,
salona merasim u ziyafet hene u tesisata kalirufere dinyaye hene. Bi keviren sipî yê ji gundê Kotizê ku 30 kîlometre dûrî qesrê ye hatiye avakirin. Her sal bi hezaran turîst qesrê ziyaret dikin Qesra
ku li ser dîwarên wê nexşe û fîgurên çand û baweriya fars, kurd, hînt,
ermenî û gelek civakê din li ber çavan radixe, diyar dike ku gelek netew
hatine li nava ode û dîwarên wê bûne mêvan û çûne. Xuya dike ku hembêza
xwe ji gelek karwan û mêvanan re vekiriye û hembêz kiriye. Qesra
Îshakpaşa ji bo bi awayeki mîsoger di nava lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê
de cih bigire amadekari hatin destpêkirin. Li bendê ye ku di sala
2012’an de ji bo qesr di nava mîrateyê de cih bigire serlêdan bên kirin.
Piştî di sala 2002’an de ji bo demborî di nava listeya Mîrateya Çanda
Cîhanê de cih girt, xebatên restorasyonê dest pê kir û hêj didomin. Li
bendê ye ku xebatên restorasyonê bi dawî bibin.
Midûrê Çand û
Turîzma Bajarê Agiriyê Muhsîn Bulut, anî ziman ku di cîhanê de yekem
pergala qalorîferê li vir hatiye avkarin û di aliyê mîmar û teklonojiyê
de xwedî cihekî taybet e. Bulut, anî ziman ku di 7 salên dawî de tê
restorekirin û 12 milyon 761 hezar lîra lê hatiye xerçkirin.