Mele
Tewfêq digot: ´Dema Qamișlû șewitandin, ez li gundê Belê feqî bûm.
Semedê ez li Belê feqî bûm, dewletê hucre û mizgeftên şêx û meşayiqên
dijî xwe girtibûn, kilît li deriyên wan dabûn. Lê hucreyê şêxên nêzî xwe
an hevalbendên xwe hîn vekirî hîştibûn an li benda wext, negirtibûn. Ez
ji bona dersên xwe temam bikim, destûrnameya meletiyê bistînim, çûbûm
ba Şêxê Belê. Gava dûmanê şewitandina Qamişlû xuya kir, feqiyan qirfên
xwe bi me kirin, serhevde dan serê me feqiyê mirîdên Mala Bokarik û ji
mer re gotin: ’De herin ha... We
digot: ´Şêx me, șêx me, ewha ewha, xwediyên raza, mucîze bi wan re
hene, ewliya ne… Xwediyê hêz in, kes bi mala Bavo (Bokarik) nikare…
Ciddê wan li meriv dide, cidekî pirr giran e… Çavan kor, zimanan lal
dike, nêzî Xwedan e… Atatirk mezinên wan aliqandin, anka jî dişewitînin
gundên wan tevî gundê sofî û çawîşan, em dibînin waye pêtî diçe ezmanê
haftan. Kanê Bavoyê we? Dûman binê ezman girtiye, Qube û Merqed di nava
ar û pêtiya reş de mane, lê ciddê șêxên we nexuya ne... Ketine kunan, terk û şikêran?´
Ev
serhevdeya feqiyan li tela min ketibû. Dûman ji dûr xuya bû. Ez bi bayê
bezê, helkehelkê gihîștim başûrê gund Emero. Di Besta Şêx Brahîm re
zivirîm, lê çi bibînim? Ziftiyan dor li Qamișlû girtine. Di çavên min de
wisa bûbû an rast bû nizanim… Her der esker bû. Min li ku dinêrîn
esker… Ji Qotê Şikeftê bigre heya Girhîsik, ji Kaniya Mala Şêx bigre
heya Zola Hesenê Eyşê eskerê reş û bejik tevîhev. Hinan bi çek dor li
gund girtibûn, hinên din jî don li xan û eywanan kiribûn, bi Tekye û
mizgeftê ve, gund dabûn ber pêtiya ar. Di xezîneya tifingên wan de gule,
kes nikarî bibêje: ´Hey malmîrat no, ev rewa Xwedê ye? Qey hûn ne misilman, xaçê we di binê çengê we de ne?´
Sêncê
dora baxçeyan jî di nava pêtiyê de mabûn. Qehtiyê xaniyan di nava
dîwarên xaniyan de tapan, cûm bûbûn. Meriv karibû bi Tewrat û Encîlê
sond bixwîne, destê xwe li Qurana Mibîn bide ku çarçove û derî bi van
xaniyan de tune bûn. Kî miribû kî mabû nizanim, çavên min tarî bûbûn,
avareş bi ser çavên min de hatibû, nizanim, kes nexuya bû. Her
kes di çavên min de esker bû… Kevir li ser kevir nehîștibûn. Kerpîçê
dîwarên ji axê jî di nava wî agirê don de heliyabûn… Dîwarên keviran jî
yên kerpîçan jî qediya bûn… Di nava wê dûmanê xan û eywanan, Sofîxane û
Dîwanê de cendirme di pawaniyê de, çeteyên bi wan re zengene û kuling di
destên wan de, di binê fermana Yuzbașî Fikrî, li Hinda Qubê, bi dîwarên
Qubê, derî û șibakên merqedê ketibûn. Ji hinda Dara Șêx Șemsedîn, ji
min xuya bû. Çavên min li Hinda Qubê, ez di ber hucreya feqiyan û
pirtûkxaneyê de bi aliyê Hinda Qubeyê de çûm. Ew agirê di nava
pirtûkxaneyê de, tiștekî anî bîra min...
Di
refikên pirtûkxaneyê de, pirtûkên Sehdiyê Șîrazî, li rex wî yên Omer
Xeyam. Sê nimûneyên Dîwana Meleyê Cizîrî, Meleyê Comanî, her yek, bi
huner, bi destê feqiyekî dabûn nivisandin, di qebalikan de... Pirtûkên
li ser maseya bersera razanê li dîwanê nehîștin… Di pirtûkxanê de bi
hezaran pirtûk hebûn… Ji Ibnî Esîr bigire, heya bi pirtûkên civakî
(sosyolojî), yên zarûkan (pedagojî), heya bi fiqih û fîlozofî… Yên șîr,
xezel û dîrokî, heya bigire bi pirtûkê gerokên navneteweyî… Behsa
Selahedîn bi çend pirtûkan, tevî wan destnivîsên li ser Mewlûda Mele
Huseynê Bateyî, lê Mele Huseyn ketibû devan, feqiyan ew dixwend li civat
û caxiyan bi zarê kurdî, li șîn û șahiyan…
Gel ew guhdarî dikirin, bi wan re çêdibû firehî, aramî, dilgeșî,
giyanrewan… Selewat û tekbîr daniyan ji bona hêvî… Ew pirtûkxane bû bela
dikir îlm û îrfan, zanîn û aștî… Șêx dibû semed, mele perwerde dikirin
ji binî… Behsa rewa û bêrewayiyê dikir, destûrname didan șagirdê
berendamên meletî. Hîn dikirin, meriv çawa xutbê dixwîne, telqînê bi
kurdî... Dûmana ji van pirtûkan radibûn, digihîșt qata banî…
Dema
ez gihîștim nêzî Hinda Qubê, zengeneyekî dan destê min û bi ferman
gotin: ‘Tu jî Qubeyê bi yên din re hilweșîne!’ Ez lal bûbûm, nikaribûm
bibêjim na, hûn min bikujin jî ez zengene li van dîwaran nadim. Ziman di
devê min de glor bûbû, çav belîs… Ez gihîștim Hinda Qubeyê, lê zend û
milên min ranebûn ku li dîwarên merqedê bidim… Min li dora xwe nêrî… Di
nava wê bêhişiyê de, min mirin kir kîsik da nava enî, zengene di cî de
danî… Kuştinî da pêş çavan, fena herim destavê, min berjêr kir xwarê.
Kesî negot tu ku de diçî… Ez di binê Baxçeyê Şêx Fexrî re bi bayê bezê,
bi helkehelkê gihîştim nava çem. Li milê wî aliyê çem, bi ser kendal ve
dareke godîşî ya hîtik. Bilî gez û sorbiyên nava çem û wê dara hîtik,
hêşînahî li wan doran tune bû. Ez bi kendal de bi diyar ketim û di siya godîşê de mam matmayî…
Dîtina
min dît Feqî Gêwê di min de derket. Ji pişta Farqînê, ji eşîra Badikan,
ji gundê Xweşikan bû. Piştî patedayinê, hat di siya godîşê de rûnişt.
Bi birîna min dizanî ku ez mirîdê Mala Bokarik im. Li dûmanê şewata
Qamişlû nêrî û ji min pirsî:
”Şêx Wisif Xelîfeyê kî ye?”
Şêxîtiya Mala Bokarik fena xingala kankilên gûzan di hişê min de pişkifî:
”Şêxîtiya
Mala Bokarik ji Şêx Wisif dest pê dike. Min ji mezinên xwe wisa guhdarî
kiriye. Șêx Wisif, destûrnameya Nexșîbendiyan, ji Șêx Qasim El Enwerî
standiye. Șêx Qasim jî ji Șêx Hesenê Nûranî.”
Feqî Gêwê:
”Şêx Qasim kî ye?”
”Ji
herêma Botan, ji eșîra Dêrșevê bi federasyona eșîrên Bedirxaniyan re
ne. Ji medreseyên Mûșê destûrnameya Mûderîsiyê sendiye. Dema vegeryaye
herêma xwe Botan, kes tune, giș șandine sirgunê. Bi șopa malbatê ketiye.
Li gundê Axtepe buye mêvanê Șêx Hesenê Nûranî. Lêzimê xwe dîtine. Di wê
mêvaniya Șêx Hesenê de, bi hev re ketine hengameyên huner û fîlozofiyê.
Wê demê Șêxul Îslam fetwayekê derdixe. Ulemayên Diyarbekir li hember
bikaranîna (tetbîqa) wê fetwayê radiwestin. Di navbera Walî, Qadî, Miftî
û ulemayên bajêr de, gengașe û qayiş derdikeve asteke bilind… Șêx
Hesenê Nûranî meseleya fetwayê ji mêvanê xwe Mele Qasim re vedibêje. Li
ser wê fetwayê li Diyarbekir mizgefta Qorșûnê (niha dibêjin, Qerqerşûn)
gengașeyekî di nava ulemayan de çê dibe. Mele Qasim rastbûna fetwayê bi
ulemayên bajar dide pejirandin. Li civîna wê mizgeftê, mezbete li
alimbûna Mele Qasim dikeve û tê naskirin. Piștre Șêx Hesenê Nûranî
nahêle here û wî li ba xwe dêle. Bi hev re xwendina li Axtepê
berfiretir, îlm û îrfan li herêmê xurttir dikin…
Șêx Hesen kal buye, di nexweșiya dilovaniya wî de, jê dipirsin:
"Dê kî bibe xelîfeyê te?”
Dibêje:
‘‘Xelîfeyê min diyar e…”
Dibêjin:
‘‘Kî ye?”
Dibêje:
‘‘Mele Qasim e.”
Hinekî ji wan napejirînin, dibêjin:
"Çar kurên te hene, șaîr û mintehî ne… Çima yekî biyanî? ”
Şêx Hesenê Nûranî dibêje:
‘‘Helbet
mal û milkên min ji peywirên min re ye. Lê rabîte û hîkmeta bi min re,
emanet e… Piștî min derbasê Mele Qasim buye… Xelîfeyê min ew e. Ji niha û
șûn de, navê wî Șêx Qasim El Enwer e. Ew Șêxê we hemiyan e!”
Piștre,
Șêx Qasim El Enwer gundê cîranê Axtepe Altûnaqar dikire. Medreseyekê bi
endezyarên îtalî, westayên armenî ava dike. Fermîbûna Medreseya
Altûnaqar ji Dewleta Eliyê Osman distîne. Feqiyên ji vê Medreseyê
destûrname disendin, xwendina wan di sewyeya fakulteya Îlahiyetê de
qebûl dibûn. Ew feqî di șargehên dewletê (kamo alanî) de dibûn Walî,
Qadî, Miftî, Qeymeqam û yên din… Nav û dengê Medreseya Altûnaqar li
seran serê Osmanî belav bû. Ji Qafqasan bigire heya Șam û Helebê, ji
Beğdayê bigire heya Balqanan feqî dihatin xwendinê. Ji bașûrê Kurdistanê
bigire heya bi Semsûr û Kolikê, ji Xarpêt û Rihayê bigire heya Șamê
mirîdên Șêx Qasim, Tekyeya El Enwerî de feqî hebûn.
Piștî
mezinbûna Rêvebiriyê û Tekyeyê, Șêx Qasim gundê cîran Gozelșêx ji kurê
Mûsa Pașayê Qirmê stand û axa xwe firetir kir. Yên ku nedihîștin Brahîm
Pașayê Millî ji qoqa Qerejdaxê, bêlana Çiyayê Mazî dakeve milê bakûr û
karwanan bișêlîne, Șêx Qasim bû...
Șêx Wisifê Mala Bokarik yek ji wan şêxan bû ku destûrnameya xelîfetiyê ji Şêx Qasim El Enwerî standibû. Komara
Atatirk ew jî belawela kirin. Hucre û mizgefta Altûnaqar jî paymal
kirin û kîlît lêdan. Xwedî jî giş penî kirin û anîn tirkên balqanan
xistin gundê wan.´´
Feqî Gêwê:
´´Kî ?´´
``Yên agir avêtine gundê Qamişlû, wan.´´
Feqî
Gêwê dengbêj bû jî. Di nava wê xemgînî û rawestandina bêhêvî û alûz de,
bilî stirana ´Lo Bira´ tiştekî nehat bîra min. Min ji Feqî Gêwê rica
kir ku ji me re stirana ´Lo Bira´ bibêje.
Ew jî bilî dilê min bişkîne bi dengekî nerm, wisa loriya:
´´Lo Bira ay êêêê
Lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira …
Tu derdê ser derdan î Bira aaa
Tu kederê giran î Bira aaa
Tu gula șêxan î Bira aaa
Çiraya murșîdan î Bira aaa
Tu xalisê dîreka dînê Îslam î, Reysê Kurdan î Bira,
Çireya me tevan î, de vayê serê sê șev û sê rojên te qediyan
Li Enqera șewitî ber bayê felekê, berbendê îdamê
Tu melûl û zelûl û stûxwar mayî, lo lo nemînim Bira aaa
Fedîlê bi sê dengan dikir gazî, Fezîlê rebenê nemayê sibe ye
De vê sibê dilê min ji halê dema dilê min digriya
Șewqek gelo ji hafa Xinisê derketibû li hafa Receza
Bîngola rengîn Kolhesaran davê bilind ciyan
Bila șewq û șemala xwe nedana qesr û qonaxên mala Efendî
Șûșan û șûșebendan, kilîtê derê hucran, tekyan û camiyan
Emrekî derketibû ji Enqera malikșewitî, bajarê wan eşqiyan
Ji cem kafirê bê dîn, Mifetîșê Umûmiyan
Go: ‘Hûnê kilîtan lêxin, derê hucran û tekyan, van camiyan
Reben ez im, bila kesekî dersê nede van feqiyan!’
Wez ê bimrim, gava fermana Mala Șêx Efendî
Ketibû desta, bi rêzika, çar tifalê mektebliya
Ay, de wexta min zanibû helqa dînê Nebî Mehemed
Dîreka dînê Mala Șêx Eliyê Palo
Reben ez im, bi carkê de wergeriya
De dibê, Fedîlê, rebenê, nemayê
Sibe ye, dilê min rebena xwedê
Dilê derdan, xeman û xiyalan, kes nema, bi birîn e
Bayê Enqera malikșewitî têyo
Ji min ra cewabekî xêrê tîne…
Go: ‘Çar tebayên tirkan li meclisê rûniștîne
Îfada Birakê Sacîde xanimê, kilê çavên Fezîlê
Bi devê kafirsîsteman digerîne
Bi destê zorê, pêra dawa dersa dîn dibîne
De tu rabe porkur tu dizanî
Em ê bi destên hev bigirin
Fena yexsîr û kesîran bimeșin
Berê xwe bidin Diyarbekra di rengîn e
Em ê xwe bavêjin Merqeda Bavê Șêx Xiyasedîn e
Wele Bavê Șêx Xiyasedîn, ji berê û pașê de qutbê zemîn e…
Bila rabe li jêrê desta veke
Li jorê diayek bixwaze ji Xaliqê Rebê di Jorîn e…
Bila Rebê Alemê ji teref xwe da a bașekî!..
Ji van tirkan re derîn e
Bila car din diayekî bixwaze
Ji Îzetê Xaliqê di Jorîn e
Rebê Alem ê belbî li me were rehmê
Engula Birayê min porkurê, kilê çavên Fezîle xanimê
Enqera kavil ji nava girtiyan derîn e
Bila Fezîle xanim xeman nexwe, xem xiyal e
Bila çavên bûka pașperde li rêkan û dirban
Di gaz û geliyan de nemîne, lo Bira…
Tu piçûkê biran î Bira, tu derdê ser derdan î Bira
Kederê giran î, tu çireya șêxan î
Xwedê dizane tu gula murșîdan î
Tu xalisê dîreka dînê Îslamê, Reysê Kurdan çireya me tevan î
De va ye sê șev û sê rojên te qediyan
Enqera malikșewitî, berbayê felekê
Nava heval û hogiran, tu melûl û zelûl û stûxwar mayî, lo Bira…´´