![](http://www.tirej.net/shahmar.jpg)
LAWIKMAR
Berhevkar û Nivîskar: Evîndar
Ji wêjeya herêma Anatoliya Navîn
Çi
hebû, çi tunebû!
Li
wexteke nenas, li warekê Kurdan gundek hebû, li wî gundê
jin û merek hebû, kurikên(zarokên) wana tunebûn, wana pir
dixwestin ku ma bibin xwedîyê zarokan. Rokê, jina bê zarok
li ber Xwedê digere û dibê; "Xwedê yê min! Tu mezinî,
tu dizanî em bê zarok in, lawikekî bide me, ma hînge marek
be!".
Roj
heldihat-roj diçû ava, şev dihatin-şev diçûn,
roj û şevan dida pê hev, rokê jin bar dibe, jin û merê
wê pir xenê(şa) dibin. Ew bi kefxweşî, bi dilşahîye
li benda dergûşa xwe dibin. Ro, hefte, meh, demsal
derbas dibin û dergûşa wan tê ye rû dine. Lê çi
meskin! Dergûşa wan marek bû! Tirs, xof li wan peyda
dibe. Ew dibên; "Me ji Xwedê lawikek xwestibû, me go
ma hînge marek be, bi emira Xwedê dergûşa me wek marekê
hate rû dinê, Xwedê lawikek da me, lê ew marek e".
Zeman
pir dihere, hendik dihere, lawikê wan wek marekî mezin dibe,
li gund her kes bi wî ra dibê lawikmar, îdî navê wî
"Lawikmar" bû. Emsalên wî gîşk dizewicin,
Lawikmar jî dixwaze bizewice, bi dîya xwe re dibê; "Here
ji min re keçika malê axa bixwaze" , dîya wî mat dibe!
Bi wî ra dibê;"Lawê min te xwe şaş kiriye!
Çend kesên axa, beg keçika axa xwestin, axa keçika xwe
neda, ewê çing rabe keçika xwe bide marekî ".
Lawikmar dibê "tu dîsa jî here bixwaze" .
Dîya
Lawikmar ji bo ku keçika axa bixwaze; ji bo xwazginîye
dihere mala axa, li ber qonaxa axa datiweste. Li ber qonaxa
axa du kevir hene; yek ji bo xwazginî ye, yek jî ji bo parse
ye. Dîya Lawikmar li ser kevirê xwazginîyê rûdine. Axa bi
berdevkên xwe re dibê; "Rabin, jinek bi şaşî
li ser kevirê xwazginîye rûniştîye, weng xuya dike ku
ew parse dike, hinek nan, bulxur bidinê ma here".
Dîya
Lawikmar vedigere mal. Lawikmar jê dipirse, dîya wî dibê
"ez li ser kevirê xwazginîyê rûniştim lê wana
ez mîna parsekekê dîtim û bindirîyek(çengek) bulxur û
tixek nan dane min". Lawikmar dibê; "So(sibe) dîsa
here bixwaze". Dîya wî dîsa dihere li ser kevirê
xwazginiyê rûdine lê dîsa mîna parsekekê bi çengek
bulxur û bi tixek nan vedigere mal. Lawikmar cara sisîya li
sibe dîsa dîya xwe dişîne mala axa. Dîya Lawikmar dîsa
dihere mala axa û li ser kevirê xwazginîyê rûdine. Axa dîsa
dibîne ku ew jina ye û ew jin li ser kevirê xwazginîye rûniştîye.
Vê care axa bi xwe dihere ba jine û bi wê re dibê; "Xaltî
ez dibînim ku halê te xizane, tu çima li ser kevirê
xwazginîye rûniştî, kevirê parse ne va ye". Jin
dibê "qusûra min mes meke, ez ne ji bo parse, ji bo
xwazginîyê hatim, lewma ez li ser kevire xwazginîyê rûniştime,
lawikekî min heye lê ew marek e, wî kirîye serê xwe dibê
`herin keçika mala axa ji min ra bixwazin` , min go axa keçika
xwe nade marekî lê ew fam nake". Axa dibê "keçikekê
çel xwazgîn dixwaze, heqe te ye ku tu jî bixwazî " paşe
axa dibê "lê sê şert(merc)ên min hene, eger
lawikê te van şertên min bîne şûne ezê keçika
xwe bidim wî". Axa şertên xwe weha dibê;
1)
"Çîyakî bilind li hêla mala min heye, ji ber vî çîyayî
oda min ro nabîne lawê te vî çîyayî ji vir rake"
2)
"Xanîyekî min heye, tiji ce, genim û çewder e, ew gîşk
li hev qelivîne, lawê te vana ji nav hev vede"
3)
"Di ber qonaxa min ra av derbas nabe, lawê te çemekî
çêbike û di wî çemî da qaz, ordeng(werdek)ê xwe ajne
bikine"
Axa
di dilê xwe da dibê "van şertên min însanan
şa nekir bîne şûne, marek qet şa nake bîne
şûne, ji ber we jî ti keçike min narin marekî" .
Dîya
Lawikmar vedigere mal û şertên axa ji wî ra dibê. Bi
Lawikmar ra dibê "min bi te ra gotibû axa ti keçike
xwe nade te, ji ber ku ma nade te wî van şertên zor ji
te xwestin", Lawikmar dibê "tu meraq meke daye here
rehet rakeve, emê sibe hevdu bibînin".
Seda(sibe)
dibe, axa ji xew radibe, çavên wî ji şewqa ro bi zor
ji hev dibine, çavên wî alû dibin, ew di pencere ra mes
dike, şaş û mat dime, çîyaye bilind ê ku li hêla
qonaxa wî ji wir rabûye hatîye hêla din, derdikeve dihere
ber male, dibîne ku di ber qonaxa wî ra çemek derbas dibe
û qaz û ordeng di wî çêmî da xwe ajne dikine, dimeşe
xanîye ku ce, genim, çewder têda li hev qelivî, dibîne ku
ce, genim, çevder ji hev hatine vedane û her yek li hi hêlekê
ye. Axa dibê "min go marek şa nake,nikare van
şertên min bîne şûne, lê şertên min gîşk
hatine şûne, îdî ez nikarim ji soza xwe vegerim",
axa dihere ba keçika xwe û bi wê ra dibê "di axatîye
da ji soza xwe vegerîn nabe, ezê te bidim wî".
Keçika
axa bê çare, bê dil, bi tirs, bi qîrîn, bi nalîn çend
ro şunda dibe bûk. Şev dibe, bûk li benda zavaye,
deri ji hev dibe, di navbera deri ra mar dixûşe, dikeve
oda bûke, ji tirs û xofe dev û levên bûke gîşk
direvin, dipertilin. Mar dixûşe dihere quncike ode û li
wir radiweste, bûk bi tirs, bi xof li wî mes dike. Lê çi
meske! Qalike mêr diqelişe, ji nav wî qalikî xortekî
bejin zirav, bejin bilind derdikeve, wek ro ew dibiriqe bi
şewqa rindîya wî, oda ronî dibe. Bûke heta niha qet
ti xorte veng nedîtîbû. Ew xorte bejin zirav, bejin bilind
bi rindîya xwe berve bûke te û destên xwe li ser rûyên wê
digerîne dev û levên wê yên ku rivî, pertilî bi destên
zava xweş dibin. Lawikmar bi bûke ra dibê "ez bi
diskî me, her kes min mîna marekî dizane, dî û bavê min
jî min bi vî awayî nasnakin, qalikê min tim heye, tu qet
behsa min ji ti kesî ra meke, eger tu qala min ji kesî ra
bikî ezê com(wenda) bibim, ku ez wenda bûm tu min îdî nabînî,
wexta ku ez wenda bûm, `şiveke xwe ye hesinî di dest
xwe ke`, `çarxekê di lingên xwe ke` û bi gund gund li min
bigere, li kîjan gundî şiva te ye hesinî xwar bû û
poze çarxa di lingên te da qul bû bizane ez li wî gundî
me" .
Li
ser vana gotinên Lawikmar bûk qet ji ti kesî ra qala wî
nake, bûk her ro, her dem di kêfxweşîyeke mezin da ye
, ji ruyên wê ken, ji dilê wê dilşayî kem nabe. Bûkek
çawa li ba marekî ewqas rehet dibe ti kes fam nake!
Rokê
li gund dîlanek;dawetek heye, Lawikmar bi xanima xwe ra dibê
"ez jî hîro herime vê dawete, ez jî têkevime nav wê
dîlane lê tu qet ji ti kesî ra qala min meke, tu qet mebêj
ew merê min e, tu dizanî wexta ku te wer go ezê wenda bibim"
.
Gundî
gîşk li wê dawete ne, gîşk li wir dîlane dikine,
gundî gîşk di coşîyeke mezin da ne. Xortek berve
dîlane te, hespê wî spî, kincên wî spî ne, bejina wî
bilind e, her kes radibe sêra wî, li wî mes dikin, keçikên
gund gîşk ji keçika axa loma dikin, dibên "tu keçika
axayî, te xortekî veng nekir, te çû mare pîre ji xwe ra
kire mer" . Keçika axa qet esa xwe (dengê xwe) nake,
devê xwe ji hev nake". Ji ber ku dîlan sê ro diajoye,
Lawikmar cara duduya dîsa bi hespe xwe yê spî, bi kincên
xwe yên spî te ye dîlane dîsa her kes radibe sêra wî, li
wî mes dikin dîsa keçikên gund loma ji keçika axa dikin,
keçika axa dîsa qet esa xwe nake, devê xwe ji hev nake.
Cara sisîya Lawikmar dîsa te ye dîlane, çavê her kesî dîsa
li wî ye û dîsa her kes ji keçika axa loma dike, dibên
"te xortekî weha nekir, pê ra nezewicîyî, tu bi marekî
ra zewicîyî" îdî keçika axa xwe nagire û dibê
"we çi devê xwe kirîye kezeba min, hûn çi loma ji
min dikin! Ew xortê ku hûn qale dikin merê min e, ew xwe
dike tonî marekî, bi rastî ew va xorta ye" . Merê keçika
axa Lawikmar, li wê dere wenda dibe!
Keçika
axa rûdine digîre, dibê "wî ez çend caran teme kirim,
go qet qala min ji ti kesî ra meke, min çima qala wî
kir!" .
Gotina
Lawikmar hate bîra wê, ew dihere mala bavanên(dî û bavê)
xwe bi bavê xwe yê axa ra dibê "şiveke hesinî bi
çarxekê va ji min ra bîne, ezê bi gund-gund li wî bigerim".
Ew şiva hesinî dike dest xwe, çarxa xwe dike lingên
xwe û bi gund-gund mîna parsekekê li wî digere, lê qet
raste wî na ye, lê ew aciz nabe, ji gundekî dihere gundekî
din, bi vî awayî heft sal derbas dibin.
Rokê
dîsa berê wê berve gundekî ye û rewîtîya wê berdewam
dike, dema ku ew nêzike gund dibe şiva wê ya hesinî
xwar dibe û çarxa di lingê wê da jî poze xwe qul dibe. Ew
leva xwe gez dike û ew xenê dibe, dilê wê şa dibe, ew
dibê "merê min li vî gundî ye". Ew dikeve nav
gund, ew tî ye, devê wê miçiqî ye, dihere ser kanîyekê,
li wir emsaleke wê çatiyên xwe ji kanîye tiji av dike, bi
wê ra dibê "xêra xwe bi kûpe xwe avekê bide min, ez
ji tîna da şewitîm", emsala wê dibê "na ez
nadim, va kûpa ji bo merê min e, ew pir bedew e, di gund da
bi tene ye, heft salin ew li vî gundî ye heta niha ti kesî
bi kûpê wî av venexwar, tu jî venaxwî ". Ji ber ku
merê wê jî bedew e û heft salin ku wenda bûye, ew dîsa
leva xwe gez dike, di dilê xwe da dibê "ew merê min bi
xwe ye", ew wê jine bi dengkirin dide û nêzike kûp
dibe, bi diskî gustîlka tilîya xwe diavê hundirê kûp.
Jina
ku kûpe xwe ji kanîye tiji av kirî vedigere mal. Lawikmar,
her roj li sibe dema ku ji xewe radibe, berî her tiştî
tasek av vedixwar, kûpe wî yê ave tim li ber balgî wî ye,
dîsa sibekê ji xewe radibe û ji bo ku aveke xwe vexwe ew ji
kûp ave berdide tasa xwe û gustîlk ji kûp bi ave ra dikeve
tase, ew gustîlke ji nav ave derdixe, dike dest xwe û gustîlke
nasdike, ew gustîlka xanima xwe ya bere bû, ew şaş
û mat dime, porê wî dike qirçe-qirç, bi hêrs bane bermalîya
xwe dike, dibê "te duh kûpê min da dest kesî?",
bermalî dibê "jineke mîna parsek li min peyda bû,
gotibû ez tî me, xwest bi kûpê te avekê vexwe, lê min
neda wê, wê ez pir bi dengkirin dam" . Lawikmar zanî
ku jina wî ye bere hatîye vî gundî, ew bi coşî, bi
heyecan radibe li gund li wê digere û wê dibîne. Ew bi ser
hev da digîrin, şa dibin, Lawikmar pê ra dibê "ez
heft salin li vî gundî me, ez raste pîrekê hatim, li ba pîre
dijîm, bi keçika pîre ra zewicîm, pîr ji min ra bû xwesî,
ew pîreke merxur e (meriya dixwe), ezê te wek jineke xulam
bibim mala me, ez bi wan ra bêjim va jina ê ji me ra xulamtîye
bike, xizmet bide me".
Ew
tên mal, jina Lawikmar a berê wek xizmetkarekê te ye
nasandin, lê pîra merxur pir zehmet bi wê dike. Rokê heft
broşan tîne, dibê van broşan ji min ra bi hestirkên
çavên xwe tiji av bike, xulam ewqas li ber xwe dide, lê
tene broşek jî tiji nabe, ew bê çare bi girî derdê
xwe dike ber Lawikmar, halê xwe ji wî ra tîne ziman,
Lawikmar lingê xwe li erdê dixe û av ji erdê derdikeve
heft broş jî tiji dibin. Pîra merxur dibîne ku her
heft broş jî tiji bûne, ew metal dime, şaş
dime. Vê care pîra merxur heft balîya tîne ji xulamê ra
û dibê "van balîyan ji min ra bi pirtikên çûçikên
ewr tiji bike", xulam dîsa bêçare alîkarîye ji
Lawikmar dixwaze, Lawikmar bi zimanê çûçikan bang dike û
çûçikên ewr bi kom-kom dikevin rêze û tên ber xulame,
pirtikên xwe didin xulamê, xulam jî bi van pirtikan her
heft balîya jî tiji dike. Pîra merxur dema ku dibîne heft
balî jî tiji bûne ew ji Lawikmar şuphe heytene.
Lawikmar bi xulamê;xanima xwe ya berê ra dibê "pîra
merxur bi me hesîya, ew dizane dilê min berve te ye, ew a me
her dudu ya jî bixwe, emê sibe ji vir herin, birevin".
Sibe dibe, Lawikmar dest, ling û devê xanima xwe ya ji pîra
merxur girêdide, teştekê tiji av dike û du ordenga
dike nav ava di teşte da, ordeng xwe li ave dixin di teşte
da. Lawikmar bi xulama male yanî jina xwe ya sifteh va destê
xwe dikin destê hev, berê xwe didin gundê ku heft sala berê
terk kirin û dest bi rewîtîya xwe dikin. Pîra merxur
biryar da bû ku xulam û Lawikmar bixwe, pîra merxur ji bo
ku bixwe dihere oda xulamê, lê nabîne, dihere ber deriyê
oda Lawikmar, dibihîze ku dengê ave te ye, ji ber wê jî keçika
xwe bi Lawikmar va seriyên xwe dişune, ew naxwaza rehetîya
wan birevîne, ew li ber deri dipe ku ma serşuştina
wan xelas bibe û paşe Lawikmar bixwe, heta nîvro dipe lê
tim dengê ave te ye, ew dibê "va çi serşuştina
veng e!", îdî nape dikeve ode. Lê çi meske! Di ode da
di teştekê da du ordeng xwe li ave dixine û keçika wê
jî dest, ling, dev hatine girêdane. Pîra merxur dizane ku
xulam û Lawikmar revîya ne, bi hêrsekî dikeve pê wan, li
dûre du qeratîya dibîne, dibê "paşîya wan hat,
ezê wana her dudu ya jî bixwim". Lê dema ku ew nêzike
wana dibe ti kesî nabîne, li wir du mar hene yek spî ye,
yek reş e. Pîra merxur bêçare vediger mal. Rewşe
ji keçika xwe ra qal dike, dibê "min her du jî dîtin,
lê ez nêzikê bûm ew her du jî wenda bûn, du mar li wir
hebûn yek spî, yek jî reş bû", keçika wê dibê
"marê spî Lawikmar e, marê reş xulam e, te çima
nexwar?". Pîra merxur dîsa dikeve pê wan, ew dîsa du
qeratîya dibîne, lê dema ku ew nêzika wan bû dîsa ti kes
tunebû, kanîyek hebû û bi ser kanîye va tasek hebû. Ew dîsa
bêçare vedigere mal, rewşe ji keçika xwe ra dibêje,
keçika xwe dibê "kani Lawikmar e, tas jî xulam e, te
çima nexwar?" . Pîra merxur dîsa dikeve pê wan, dibê
vê care min çi dît ezê bixwim, ew du qeratîya dîsa dibîne
û dema ku ew nêzika wan qeratîyan dibe, her du qeratî jî
dibin du kevok û difirin. Pîra merxur zanî ku ew bûne du
kevok, lê îdî şa nake, nikare wana bixwe, ew bûne
kevok û baskên xwe li hev xistin firîyan û çûn. Pîra
merxur, bê teqat dime, bêçare vedigere mal, saxîya xwe ji
wan dike, dest ji wan ber dide.
Her
du kevok; Lawikmar û jina wî, baskên xwe li hevdu dixin,
berê xwe didin gundê ku heft salin terk kirin, gund, bajar,
çîya gîşk li paş wan dimen û ew tên gundê xwe,
li ber mala xwe datewistin. Ew ji tone(qilixê) kevokan
derdikevin. Lawikmar îdî ne lawikê ku di nav qalikê mar da
ye, ew lawikekê bejin zirav, bejin bilind e, keçika axa jî
bi wî serbilind e. Dî û bavê Lawikmar ji xeman, ji wendabûna
Lawikmar û bûka xwe bêhal, bêteqat ma ne, çavên wana kor
bûn e. Lawikmar destê xwe bi ser çavên wana digerîne û
çavên wana ronîya dine, şewqa bejna Lawikmar û bûka
xwe dibînin.
Axayê
gund;bavê jina Lawikmar gotibû "wexta ku keçika min
hate gund kê xeber da min, ezê nîvî yê malê bazirganîya
xwe bidimê". Dî û bavê Lawikmar gotibû "heta ku
Lawikmar venegere mal, em ocaxê xwe vênexin".
Jineke
xizan li gund hebû, ew dibîne ku paca(dûkêşa) mala
Lawikmar dû dike, dimeşe xebere dide axayê gund. Axa nîvîye
malê bazirganîya xwe dide jina xizan. Axa li gund heft ro,
heft şev daweteke mezin çêdike, li gund çend gundî
hene gîşka dawet dike, her kes li wir dîlane dike.
Derd,
xem, gîşk xelas dibin û şûna xwe didin dilşayî
û kêfxweşî ye.
Li
vir qedîya çeroka min
Sinîyek
mit û mast li cumata min.
|