Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 11:29 PM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2012 » April » 16 » Dengbêja gelêrî û xwediya strana "Miho" Fatima Îsa
8:51 PM
Dengbêja gelêrî û xwediya strana "Miho" Fatima Îsa


Dengbêja gelêrî û xwediya strana "Miho" Fatima Îsa

16 Nîsan 2012 Duşem Saat 16:06

Prîskê Mihoyî ji Rûsya   Navê Fatima Îsa ne ku tenê li her Kurdekî Sovîyêta berê re nase, lê usa jî li seranser Kurdistanê belî û hizkirî ye. Eva nava îdî weke 50 salane, ku bi herfên zêrîn di dîroka stranbêjîya Kurdî ya gelêrî de hatîye nivîsarê. Tiştekî gelekî balkêş û ecêbe, wekî Fatima Îsa bi saya her tenê straneke xwe ya bi navê «Miho» kete rêza dengbêjên Kurde meşûr û di wê cêrgê de cihê xweyî layîq girt.

            Di dîroka hunermendîya cîhanê de minakên usa kêm hene, gava hunermendek bi saya efrandineke xwe ji hêla civakê ve yekcar tê qebulkirin û pêjirandin: çi wênekêş be yanê jî nivêskar, çi hozan be yanê jî stranbêj.

            Dengê Fatima Îsa dengekî zîze, wek gel dibêje, notila zengile, minanî dengê li ber zanga bang dide û bela dibe. Sura dengê  Fatimê ne belîye, kes nizne mena tesîra dengê wê li çida ne. Lê tiştek ber çavane: gava ew kilama «Miho» distrê, tê bêjî sizî di mirov de diçin, mirov demekê xwe bîr dike, dikeve  nava mitala û dêrî dibe. Lewra jî strana «Miho» ji bîra guhdarvanan tu caran naçe. Bese carekê wê kilamê bibhêyî û ew herdem li bîra te de bimîne.

             Kî ye Fatima Îsa, ku wê di 30-salîya xwe de navê dengbêja gelêrî û lêgênda zargotina kurdî qazanc kirye?

            Fatima Îsa sala 1934-an li Ermenistanê li gundê Erezdeyanê, ku dikeve li navçeya Vêdîyê, li mala Îsayê Ûsivê Elo de hatîye dinê. Îsa bi xwe ji qebîla Qerka bû. Ev qebîla dikeve nava êla Birûka.

            Navê gûndê  wan li Ermenîstanê îro gûhastine û kirine Yêrasxavan, navê navçeyê jî danîne Ararat. Ew gûnd weke 50 kîlomêtran ji dûrî Yêrêvanê ye, berbi başûr-rojhlatê dikeve.

            Zarotîya Fatima Îsa  wek her kurdekî Sovîyêta berê li salên 30-î  di telî-tengasîyê de derbaz dibe. Sala 1937-an, ku di dirokê de  belîye wek sala têrora Stalîn, gelek netewên Qawqazîyayê, di wê jimarê de jî pareke Kurdên musulman ji cî-warên wan derdixin û sirgûnî Asya Navîn û Qazaxstanê dikin. Kurdên muslaman li Ermenîstanê bêtir li nêzîkî sînorê Kurdistana Bakûr diman. Mena sirgûnkirina wana jî ew bû, ku xwedê giravî pevgirêdanên Kurdên Sovîyêtê yên xewle bi Kurdên li wî alî hudûd re hene. Bextê malbeta Fatimê tîne, dest nadne neferên wana û cîşihitî nakin.

            Fatime 6 salî bû, gava bavê wê-Îsayê Ûsivê Elo diçe li ser dilovanîya xwe. Ji mirina bavê du sal jî derbaz nabin, gava dayka wê Başa Lelo diçe rehma Xwedê. Mehmedê Ûsivê Elo, ku apê Fatimê bû,  wê û xûşka wê Gurçekê tîne mala xwe, xwedî û mezin dike.

            Malbeta Fatima Îsa sala 1943-an di dema şerê cîhanê yê duda de ji gundê xwe Erezdeyanê bar dikin û têne gundê Hemzelûyê (naha Marmaraşên), ku dikeve li navçeya Masîsê. Çend sal derbaz dibin, Fatime diçe li mal-mêra. Ewê Hemzê Sincê Bava re dixwezin. Hemze ji êla Celalîya bû. Ev êla jî di dorhêla çîyayê Agirîyê (Araratê), li deşta Araratê, li rex çemê Erez diman. Bi gotina Îdirîsê Ûsiv, ku xwarzîyê Hemzê Sinco ye, xwesîya Fatime yanê jinxala wî – Xatûna Mehmed  weke qîza xwe ji Fatimê hiz dikir.  Û Fatima Îsa jî herdem bi hizkirin behsa vê kulafeta ocaxzade dikir, digot, ku ew  gelekî  wêra heyf û baş bûye.

            Sed heyf, xwedê zaro nadane Fatimê. Mirovên Hemzê Sinco dixwestin wî re jineke din bînin, lê ew qayîl ne dibû, digot, wekî tu jinê nayne li  ser Fatimê û li ser wêra tû dilî nahebîne. Ji ber ku Fatime geklekî bedew bû. Pêra jî merîfet û zane bû. Lewra jî kulfetên usa ra gotine Xatûna kurmancî. Yanê him bedew bûne, him jî kemal û aqil bûne, di rabûn-rûniştina xwe de jî giran û edil bûne, dûrdîtî bûne û her tenê ji bo pêşeroja malbetê fikirîne.

            Salek-dûdû derbaz dibin, Fatime bi xwe îznê dide mêrê xwe, wekî jineke din yanê hêwîyê bîne li ser wê...

            Ji Hemzê Sinco û kulfeta wî ya duda 6 zaro li dinê dikevin: 2 kur û 4 qiz. Navê lawekî wî Torine, navê yê din–Resûl. Ewledên Hemzê Sinco ji dîya xwe helal bêtir Fatimê hiz dikirin, ji ber ku ewê ew xwedî û mezin kiribûn. Tê bêjî ew ne dêmarîya wana bû, lê ji bo wan bibû wek dayka helal.

           Em naha werin li ser şureta Fatima Îsa ya dengbêjîyê.

            Mêla Fatimê hela di biçûktîyê de berbi stranan hebû. Zarokên gund hercar diçûne bindarûkê, govend digirtin û distran. Fatime ne tenê zîrek bû, lê denegekî xweş û şîrin lê bû. Ew bi dengê xwe yê zîz û zelal ji teva cuda dibû. Bîra wê jî gelekî baş bû. Herdem, gava di gund de dewatek dibû, Fatime di nava koma qîz-bûka de bû. Wana li odeke başqe distran û direqisîn. Ew gula govenda bû. Stranên xweye pêşin Fatime li şaya, li civînên xort û qîzan hîn û fêr bûye.

            Çawa me da kivşê, gava Fatime diçe mal-mêra, malbeta wan hela li gûndê Hemzelûyê bû. Ew hata sala 1959-an li vir dimînin. Dû re bi malêva tene gundê nêzîk yê bi navê Nêcirlûya Jêrîn, ku dîsa dikeve li navçeya Masîsê. Ew gund weke 15 kîlomêtra dûrî Yêrêvanê ye.

            Li vî gûndî Mehmedê Silo Babayêv (rehma Xwdê lêbe) serokê malahabûna  gund bû. Wan salan nav û dengê vê malhebûnê û xebata Mehmedê Silo li Ermenîstanê bela bûbû.

            Li gundê Nêcirlûya Jêrin de gelek malê Kurda diman. Rojekê berpirsyarê radyoya Kurdî ya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan Mûradov tê mêvanê Mehmedê Silo. Bi gotina Îdirîsê Ûsiv, ew bahara sala 1964-an bû. Wê demê jî Xelîlê Çaçan di mala Mehmedê Silo de cara pêşin derheqa Fatimê û dengê  wê de pê dihese. Xelîlê Çaçan hema wî çaxî jî Fatimê teglîfî radyoyê dike. Wan salan di radyoyê de îdî stranên Sûsîka Simo û Belga Qado, paşê jî dengê Zadîna Şekir, Tukasa Xemo û yên din hebûn. Gava Fatima Îsa tê radyoyê û distrê, dengê wê teva xweş tê, xazma xebatkarên Radyoyê bi strana wê ya «Miho» ve heyr û hijmekar dimînin. Û şêwra radyoyê ya sazbendîyê biryar dike dengê Fatima Îsa qeyd bikin. Wê demê 5 stranên Fatima Îsa têne nivîsarê. Ew jî evin: «Miho», «Êrê dînê», «Şêro, dîno, Lewendo» (ev strana bi navê «Li ser rîya bajêr» jî belî ye),  «Lo, lo, gede» û «Her deme, deme». Gerekê bi heqî bê gotinê, wekî gava van kilaman li ser qeytanê dinvîsin, sazbendê xweyşûret û xweyê merîfeta mezin Xelîlê Evdile bi hostatî bilûrê dixe û dem-miqamê strana digre.

            Fatima Îsa gelek stranên mayîn jî dizanibû. Lê, mixabin, îdî neçû li radyoya Rewanê nestra, kilamên xwe yên nû qeyd nekir. Wek me anî li ser zar, îro di dengxana radyoya Yêrêvanê de her  tenê ev pênc stranên Fatimê yên jorîn hene.  Em bawerin, wekî pisporên zargotina Kurdî dengê wê dîsa nivîsîne. Stranên Fatimêye dinê belkî li bal zaneyên stranbêjîya gelêrî, xwezma li bal Cemîla Celîl û Nûra Cewarî jî hebin.

            Nivîskar naskirî Tosinê Reşît bîr tîne: «…Payîza sala 1968-an ez û Nûra Cewarî ji bo nivîsara stranên Fatma Îsa çûne navçeya Masîsê, gundê Nêcirlûya Jêrîn. Ji ber ku em ne bawer bûn, ka Fatma Îsa wê ji mer re bistirê, yanê na, em çûne mêvanîya Mehmedê Silo Babayêv. Kurdperwarekî dilsoz û jêhatî bû, seranser Kurdê Yekîtîya Sovîyêt Mehmedê Silo nas dikirin û rûmeta wî digrtin. Me dizanibû, wekî ji bo xatrê Mehmedê Silo be jî, Fatmê ji me re bistirê.

            Mala têr û tijî, mala ber-mêvanan, qedrekî baş ji me re kirîn û heta me nanê xwe xwar, Fatme bi xwîşka xwe ve hatin. Bejn û bala wê, xeml û xêza Kurdî, bedewîya jineke bê qusûr. Di peyvandin û tevgera xwe de jî gelek maqûl bû. Van gişkan bi hev re usan hev dikir, wekî mirov ji wê şerm dikir…

            Û ji me re stira, stranek, du, sê, çar… û te texmîn dikir, wekî nikare nestrê, stran beşekî jîyana wê ne. Di peyvandinê de gelekî şermoke bû, lê bi merdane distira. Qey bêjî stran bûbû teherê jîyana wê.

            Paşê wê û xwîşka xwe stranên govendê gotin: wê digot, xwîşkê jî lê vedigerand...

             Fatma Îsa strana "Miho” kire ya klasîk û bi xwe jî bi wê stranê bû klasîk...».

            Van dawîyan mirovên Fatima Îsa me re gotin, ku li bal ewledên Fatimê çend kilamên wê yên ne belî hene, ew stran li ser qeytanê di van salên  dawî de hatine nivîsarê…

            Naveroka strana «Miho» sade û zelale, li ser evîna paqij hatîye sêwirandin. Di kilamê de keçik hizkirina xwe ya berbi Miho tîne li ser ziman. Eva strana û naveroka wê Fatima Îsa ji xwesya xwe – Xatûna Mehmedê Emo bihîstîye. Xatûn ji qebîla qizilbaşa bû, ji êla Celalîya. Çima gotine Qizilbaş? Kolozê mêrên vê qebîla Kurda bi şer-şmaqîyên sor pêçayî bûne.

            Malbavanên Xatûnê ji hêla Mekuyê bûn. Li vê herêmê keçeke gelekî bedew hebûye, navê wê Têlî bûye. Ji wê re digotin Têlya Rihanê, ji ber ku di biçûktîyê de herdem rex dya xwe bûye û terka wê nekirye. Dê jî li kuda çûye, Têlî xwera gerandîye. Têlî ne ku tenê pir bedew bûye, lê usa jî dengê wê gelekî xweş bûye. Bavê wê serokeşîr bûye. Gava mêvan yanê jî dengêjên deverên mayîn dihatin bal wan, ewî bi taybetî konê çardestûnê bona wana vedigirt, ku Têlî ji wan re strana bêje. Usa dibe carekê Têlî di miclîsê de xortekî bi navê Miho  dibîne. Û wek dibêjin, ew dilekî na bi hezar dilî wî dihebîne. Miho jî yekî pir bedew bûye. Lê ew ji mala feqîra bûye. Belkî ev yeka bûye menî, ku ew bê dilê xwe dizewce û qîzeke maleke hinkufî mala xwe bi xwera tîne.

            Têlî derd û kulê xwera dibêje û dilûbine, stranê davêje li ser bextê xweyî reş, pesnê evîna xwe û Mihoyê hizkirîyê xwe dide. Têlî gelekî di xwe de dişewite, roj bi roj minanî gulekê diçilmise,  reng û bedewîya wê dixeyîre.  Der-cînar, gire-girê eşîrê vê yekê texmîn dikin, ber xwe nadin û diçine bal bavê Têlîyê, hewil didin, ku mirzê wana bighînin hev. Usa jî dibe...

            Belê, di dîroka destanên Kurdî yên li ser evînê de strana «Miho» yek jî wan kêm serpêhatîya ye, li ku evîndar di dawîyê de li bext-mirazên xwe şa dibin. Ev jî menake, ku di nav gel de ev stran hatîye hizkirin, yanê bûye strana gelêrî. Her bengîk vê stranê dizane. Lê tiştekî izbatî ye, eger ew kilam Fatima Îsa nestra, belkî di nav gel de ewqas baş nehata qebûlkirinê û bela nebûya. Bêguman, deng û seda Fatima Îsa di wî warî de rola mezin dilîze.

            Her denbêjek akila wî ya taybet heye. Gelek dengbêja stranên hev gotine, lê ne hemû dengbêjin, ku dikarin strana «Miho» usa xweş, bi dil û can bistrên, çawa Fatima Îsa. Ew hosta qedandina wê stranê ya yekemîne, li ser wê derecê hela tu kesî nestraye. Mirov dikare bi cûlet bêje, ku strana «Miho» bi dengê Fatima Îsa ya degmeye, tu deng li ser wî dengîra tune. Lewra jî bi vê kilamê ew hate naskirinê wek dengbêja gelêrî. Û ev stran jî  li herçar goşên Kurdistanê bela bû.

            Pêwîste em wê jî bêjin, wekî sê derhênarên (sênarîst) sînêmayê yên li cîhanê naskirî strana «Miho» di fîlmên xwe de bi kar anîne: Ylmez Guney li fîlma «Kerî» (sala 1978-an), Sêrgêy Parancanov li filma «Rengê hinarê» (sala 1968-an) û Frûnzê Dovlatyan li fîlma «Hisret» (eva filma sala 1990-î li ser romanoka dost û xêrxwezê gelê meHraçya Koçar ya bi navê «Hesret» hatîye kişandin). Strana «Miho» di alboma dengbêjên Kurde jin de jî derketîye.

            Tosinê Reşît di nivîsareke xwe de dîsa bîr tîne: «Sala 2005-an li Hewlêrê ez amadeyî çilrojîya mirina şayîrekî Kurd bûm. «Kurdistan TV»  ji bo wê bûyarê programek amade kiribû û ew program di meresîma çilrojîyê de nîşan kirin. Program bi strana «Miho» dest pê bû. Gava min dengê Fatma Îsa bihîst, dinîya li min serobinî hev bû, dilê min tijî bû, kela min rabû… Min tirê min xerîbekî xwe yê bi sala undakirî dîtye…Çi stran, çi deng, çi hostatî!..».

            5-ê îlonê sala 2011-an di derbarê bernama «Dengên Axê» de li ser têlêvîzyona Kurd1 derheqa Fatima Îsa de sehetekê axaftin bû. Bername pispor û zaneyên zargotina Kurda Mehmûd Edullah û Zeyneb Xan bi alîkarîya xûdanê van xetan amede kiribûn. Li ser Fatimê dûr û dirêj hate gotin, keda wê di warê parastina nimûnên stranbêjîya gelêrî de bilind hate qîmetkirin. Her pênc stranên wê hatne dayîn. Bername di wê heftê de dû caran hate wekilandin.

            Di dawîya salên 80-î û destpêka salên 90-î de rewşa aborî, sîyasî û civakî ya herêmên Qawqazîyayê xirab bû. Sed mixabin, di navbera netewan de jî dilsarî pêşda hat. Lema jî gelek Kurdên musalman û Êzîdî ji Ermenîstanê û Gûrgistanê derketin, çûne Rûsyayê, Ukrayînayê, Qazxstanê û welatên Avropayê. Malbeta Fatima Îsa jî tevî mirovên xwe yên ji êla Birûka û Celalîya sala 1989-an koçber bûn, çûne Rûsyayê, li herêma Krasnodarê, di navçeya Korênovskê, li bajarokê Platnîrovskê hêwirîn (ew bajarekî biçuke, 17 hezar nifusa wî bajarî ye, 50 kîlomêtran li dûrî bajarê Krasnodarê, li ser rîya Krasnodar-Rostovê ye, berbi bakûr-rojhilat dikeve. Îro di vî bajrokî de weke 200 malên Kurda hene, nezikî 1000 kesî). Fatima Îsa di maleke sade de li tevî neferên xwe dima. Li vir jî çûyîn-hatina ber-mêvana ji mala wê xalî nedibû.

            Em bir nekin bêjin, wekî birak û xûşkeke Fatimê jî hene. Lê ew ji dêne, ne ji bavêne. Navê birê wê Fadile, navê xûşka wê ya din Bacxanime. Fadil bi malêva li Platnîrovskê dimine, li ku Fatima Îsa di van salên dawîyê de jîyana xwe dom dikir. Lê Bacxanim naha li bajarê Alma-Atayê li Qazaxstanê dijî.

            Fatima Îsa 15-ê çile (meha yekmîn) sala 2010-an ji ber nexweşîya dil di 76 salîya xwe de çû li ser dilovanya xwe. Tirba wê li vêderê, li nav mexberê Kurda hatîye çêkirin û heykelê wê li ser tirbê hatîye danîn. www.kurdist.ru

Views: 1103 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  April 2012  »
SuMoTuWeThFrSa
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
2930

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024