Dengbêj Evdî Fikret WANÎ - 01/10/2011 - 19:56
Evdal dibê qulingo bihare bi ser me da,Me qîrîne, dibê per û baskê qulingê min şikestine… Çavê Evdalê Zeynikê kore, rê nabîne, Kesek xwedan xêr tune, bi destê Evdalê Zeynikê bigire, Bavê ser ocaxa Şêx Badînê ,belku diakê bixwaze ji Xaliqê alemê,rebbê jorîn… Li min wayê, li min wayê… Xwedê çavê Evdalê Zeynê saxke, per û baskê qulingê min biceribîne, Li min wayê, li min wayê… Temo lawo, felek xayîne bi bavê tere, çibikim nayê rayê Li min wayê, li min wayê… Her dengbêjek xwedanê xem û
kulekêye. Yê ev kirinî dengbêj ev derd û kederên wanin. Ewan dengbêjan,
jîyana xwe ya rengîn û xemgîn bi dengê xwe yê zelal xemilandine û heta
roja îro hatine. Wekî dengbêj Evdî… Salên 1940’an bû. Evdîyê
Bejingirî, meha adarê, serê sibê rabû, barê genim li gayê xwe kir û
ji bo çend hewceyîyên malê, bera xwe da alîyê bajarê Wanê. Bi tinê serê
xwe bû. Rêya wî gelek dûr û dirêjbû. Deşt û dol; nizar û beroj; zozan û
çîyayên welat, ber dengê wî yê tîz û zelal dihejîyan. Strana dengbêjê
navdar, pîrê dengbêjan ya Evdalê Zeynikê ya bi navê ‘Temo Lawo’ her dem
di ser zimanê wî de bû; Ez Evdalê Zeynê bûm Wextekî xortekî çarde salî bûm Suwarê canîka sê salî bûm, Li dîwana hekîm û mîran Beg û begleran bûm, Dengbêjeke serekê dengbêjan bûm. Di kalîyê, di korîyê, Temo lawo! Mirin çêtire, halê feqîrîyê… Li min wayê, li min wayê… Evdî, çend şev û rojan rê çû. Di wê
rewitîya dijwar de, di newal û deşt û zozanên welêt de, carna rastî
guran û hirçan; carna rastî kêvroşk û xezalan dihat. Dem dema meha adarê
bû. Dengê qulingan mizginîya biharêbû. Belekî ketibûn erdê. Belekîyên
berfê wek rûpeleke sipî, her derdorên welat xemilandibû. Newal û kendal û
gelî diherikîn. Dengê çeman û vîçe vîça çivîkan ahengekî siruştî
dianî holê. Sarê gayê koço, Evdîyê dengbêj ber wan dîmenên bêhempa
dikete nav xeyalên kur. Pite pita dilê wî bû. Dilê wî diherikî wekî Çemê
Zapê. Hêstên wî wekî tîran ji kezebê dihat û dibû qîre qîra wî, stranên
ser xemgînî û bêkesîyê digotin. ‘Rebeno, jaro, êxsîro Evdî, bêkeso, feqîro, birçîyo evdî….’ Sarê gayê koço, dengbêj Evdî, piştî
çend şev û rojan, serêvarekê gihîşte deşta gundê Êrmanisê. Difikirî ku
yê wê şevê li gundê Ermanisê derbasbike. Lêbelê feleka xayîn ji ber
Evdî’yê reben kemîna xwe danîbû. Nişkêwa rengê hewayê veguhurî. Ewran da
asîmanan. Berfê lêkir û kulî kulî barand. Bû ba û bahoz û bager.
Evdîyê feqîr rêya xwe şaş kir û xelitî. Ber bandora bager û firtonê çav
çavan nedidît. Evdî bêçare ma û hevsarê gayên xwe bi zept girt û pişt
kevireke mezin runişt. Berf hindî diçû zêdetir dibarî. Paşê bû şev û
tarî. Her tişt dijî wî diçû. Wext derbas bû. Derengî şevê, berf sekinî
lêbelê şev sayîbû. Sir û seqemê bêhna wî dibirî. Dest û pêyên wî
cemidîbûn. Bi hilma devê xwe dest û pêyên xwe germ dikirin. Çi rêyên xilasbûna wî tunebûn
lêbelê wî dîsa jî hevîya xwe Rebbê alemê nedibîrî. Wext nîvê şevê
derbasbibû. Evdî berberê nimêja sibê, bi kul û xeman, xwe gihîştande
gundê Ermanisê. Hekîm û zanayên gundî xebera reş hilgirtin û derdora wî
civîyan lêbelê çi derman li derdê wî ra dedîtin. Gundîyan, piştî çend
rojan Evdî birin Nexweşxana Wanê. Mixabîn tixtoran(bijîjk) jî çi çara
başbûnê pêyên wî nekirin û bêçare, her du pêyên wî, ji çokan de jêkirin.
Evdî, di ser halê xwe yê perîşan de dihelîya, feleka xayîn wekî çavê
Evdalê Zeynikê kor kirî, ew jî kop kiribû. Evdî jî wek dengbêjê navdar
Evdalê Zeynikê, hêst û dilîn û keserên dilê xwe, di stranên xwe yê
xemgîn de dianî ziman. Evdîyo,rebeno! Bêçok û bêkudumo, Penc û baskên Evdîyên reben şikestine, Her du ling lê sirêbûyo, Deşta Êrmanisê, Evdî mayî nav bagerê… … Xwedayê mezin dengekî xweş û zelal
dabû wan dengbêjan lêbelê, ew Xweda, alîyekê dide, alîyekê jî distîne.
Qedera mirov, azmûna(imtixan) mirove.
|