Di
wêjeya kurdî ya devkî de, li ser serpêhatiyên civaka kurd gelek çîrok,
zargotin, destan, helbest û stran hatine hûnandin. Mirov dikare di wê
neynikê re gelek aliyên tarî yên civaka kurd bibîne û binase û weke
kevnetor destnîşan bike. Yek ji wan kevnetoran jî, strana gelêrî Xerabo
ye.Stran ji devê jinek evîndar hatiye gotin. Evîndarê wê, pêre xayîn derketiye û bi yeka din re zewiciye.
Ev
jin bang li wî dike û navê wî nabêje, jêre dibêje Xerabo! Û dest bi
gaziya xwe dike… Ez gelekî di bin bandora vê stranê de mam ku bi
kurmanciyeke zelal û ronahî ye û mirov dibe jiyana civaka me ya tije
bi kul û keser. Min xwest ez vê kilamê û kesera vê jinê ku dilê wê
li ser evîn
... Read more »