Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSTuesday, 2017-04-25, 5:27 PM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 12

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Main » 2010 » March » 21 » Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê
8:24 PM
Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê
Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê

Dewrêşê Evdî destanek Kurda ya netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Destana Dewrêşê Evdî ku têde derbas bûye, ne demeke pir kevn e. Lê mixabin ji ber derfetê nivîsandina Kurdan tunebûye ew jî ketîye bin xetera ji bîr kirinê.
Mîna kurteçîrok û stran maye. Li gor tê gotin 32 şaxê Destana Dewrêşê Evdî heye. Di virda ji alî wêjeya Kurdî bi qasî bê şans bûyinê, balkeşî û dewlemedîyek jî heye. Di Edebîyata Kurdan da cûrak huner heye ku di nava Edebîyata gelên dinê da kêm tê dîtin. Ev jî her çiqas Kurdan nikarîbûne serpêhatîyê xwe binivîsandana jî, li şûna vê ji xwe re babetekî Wêje bi taybet afirandine. Ev jî beklî hê nav lê nehatîye kirin.

Mirov dikare ji vê re Helbest-çîrok bibêje.

Kurdan serpêhatî, bûyer, qehremanî û kul û kederên xwe weke Helbest-çîrokan anîne zimên. Ango him bi klam-stran him jî di navda bi awayê çîrok gotine. Wek ; Şahmahran, Rustemê Zal, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dewrêşê Evdî, Tahir û Zahrê, Filîtê Quto, Evdalê Zeynê, Zembîlfiroş, Çetelê Axê, Emê Gozê, Mala Nêsir, Şex Seîdê Kal Ûhw. Dikare bê gotin ku gelên cîhanê, ji bona kêf û şahîyên xwe stran gotinê. Lê Kurdan êş, derd û fermanên ku bi serê wan da hatine kirine stran.

Li ser Dewrêşê Evdî û Edûlê li her alî Kurdîstanê bi dehan cûr be cûr stran tên gotin.
Ev bi xwe ji tê wateya ku ev Destanek bi nirx û netewî ye. Ji wan strana yek jî dengbêjê deng zengil û deng zêrîn, gor bihişt Qerapêtê Xaço ye.

Hunermendê nemir kilama Dewrêş û Edûlê waha dibêje :
Lê lêê Edûlê...

Lê lê Edûlê mala bavê xerabê rojka ma avêtê helkanê ne dûre

Erê dibê şevk û şemalê didaye bejn û bala di fîstanê te Edûlê

Erê berfa nîsanê daye quba Resûle

Erê le dibe heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe

Tê rabe ramûsanekê bi ser can cesedê min da berde

Erê di berdêla heft xwînê mêran û mêrxasan min ramûsan qebûle lê lêê oy oy

Lê lê Edûlê lêmala bavê xerabê, min go navê te şêrîne dîsa hefadê gula

le dibe bila heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe,

Ezê bi çepilê Edûla xwe bigrim dîsanê birevînim

Ezê bavêjim mala Cemîl Axa, Cemîlê di gurdila

Erê ji sibê heta êvarê bikin ref û nêçîrê

Erê şevê emê rûnin bikin agirê dara

Erê serê sibê rabin, bixwin goştê şalûl û bilbila.

Lê lê Edûlê ez qesam dikim bi navê Xwedê ji ber serê te ranabim

De eynî fermana min li heft dewletê ecnebîya rabe

De bila heft ... li serê min lêxin, panzde agirê mencenîqa li ser min dabin

de bila heft bav û birakê te evda xwdê sûwarê hespa û zîna be

de bila bi şûra û xencera li ser can û cesedê lo min peyabin

erê bira xwûna min û tev di ava Belecûka şewitî da di nava hevûdû da ra be

Ezê qesem dikim bi navê xwedê, ezê devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim lê lê lê oy oy oy

Edûlê digo : de nabe, nabe, nabe nabee heşaşo nabe

de bila ava xevikê û xêbûrê mala xwedî şewitî li neqeba min û te rabe

de sabûna Himikê û Hemayê, Cizîrî Botayê, Bexdayê bila bibe kef û kinc rabe

erê emê herin ber avê di cemidî, hinarê sorî gulî bişon

erê ezê dikim û nakim tu car û tucarî kef û kinca devê te jê safî nabe lo lo looo
Li gor texmîna destana Derwrêş û Edûlê berî nuha bi 240 salî, di sala1768 an da, li herema Weranşahrê di dema Paşayê Mila ya Zor Temir Paşa da bûye. Dewrêş ji Weranşahrê, gundê Oxlaqçî yê, lavê Evdê Milhim û bi eslê xwe kurdekî Yezidî ye. Ji alî şengalê hatine hêla Wêranşahrê û lev li Milan bûne. Evdê Şerqî bi malmeziek Yezidîya ye. Evdo û bera xwe Şerqî ya (Yezidî) ji bona paşayê Milan re şer kirine û bi serketin e. Evdê Milhim dile vî dikeve xweha paşê lê nadê. Ji ber her çiqas demekê navbera wan xerab bûbe jî dûra dîsa bûne yek. Edûl jî qîza Temir Paşa û misulmane. Lê dil olan nasnake û ew û Dewrêş evîndarê hevin. Evîna wan evînek gelekî mezine. Zor Temir Paşa yê Milî li kurdîstanê li navenda Weranşahrê, di navbera Dîcle û Ferat da; ji Ruha heta Herran tev Amed û heya bigihêje hidûdê Mûsil û Helebê hukum dikir. Temir Paşa xwedanê 36 eşîr ( Konfederasyon ) û 32 heza malê Milan e. Milan û eşîrê Tirk (Tirkmen) û Ereba dujminê hevbûn. Zor Temir Paşa herem ji ber eşîrên Tirk û Ereb (Gês) a girtibû û edr û av ji heywanê wan re qedexe kiribû.

Dewrêş û birayê xwe Sadûn du mêrxasên ku şer li ber nedibûn. Wan jî wek berek (Şerkî-Ezîdî) ya Milan gelek dujminê Mila û Paşê şikandin û gelek talanê wan wegeran an jî anîn. Zor Temir Paşa dujminê dewleta Osmanîya ye. Derwrêş jî ji ber egîtê paşyê û li hember dewletê jî şer dike sed û yek sal ceza lê hatîye birîn. Ji ber ku dewletê gelek qetlîam li ser Kurdan û Kurdên Yêzîdî dikir Derwrêş jî her dem li hember devletê bi kîn bû. Dewlet carekê wî û paşyê li Ruha yê digre û dixe zîndanê. Birayê Derwrêş Sadûn digre ser zîndanê, Paşa û girtîya gişan azat dike. Carekê jî Derwrêş û Zor Temir Paşa diherin Qerecdaxê neçîrê. Birrik sûwar yê ku dujminê paşê ne li wan rast tê û doora wan digre. Derwrêş bi ser Hedban dikeve û wan ji hev bela dike. Yên tê kuştin û yê dinê jî direvin. Paşa vedigere mal û pesnê Derwrêş dide.

Di wê demê da Ji ber evîna Derwrêş û Edûlê û ku Dewrêş yezîdî bû, Temir Paşa Malbata bavê Dewrêş sirgûnî alî Şengalê dike. Gês û Tirk sigûn kirina Dewrêş û şerqîya jî wek fersend bi kar tînin û li hember Zor Temir Paşa biryara şer didin. Eşîrê Tirk û Ereban du eşîrê giranin. Paşa dikeve tengasîyê û gazî eşîrên Milan dike. Çiqas mêrxas û rîsipîyê Milan ( Xidreka, Kûra, Çûva, Hacika, Sînika, Cimika, Çemika, Kumnexşa, Berguhana, Alîreşa, Cemaldîna, Seyîda, Şerkîya, Keja, Menda, Nasira,û Dodika ) li bin konê Paşê dicivin. Zor Temir Paşa nameya ku Gês û Tirkan ji bo şer şandîye dide xwendin û raya wan dixwaze û dibêje : "Ka kîjan gernas wê barê wî şerî bede ser milê xwe.”

Ji ber ku ev barekî gelek girane, lê ji tu kesî deng dernayê û serê wan berjêr dibe. Paşa şertê xwe jî dibê : " Li ser tepsîya zêrîn di fîcanê ferfûrî da kîjan leheng rahêje qahwa şert Edûl ya wî ye.”

Lê mixabin dîsa ji wan xortên ku şûr simêla wan nedibirî, pufî ezmana dikirini av nedicûn û kumika birinca qerecdaxê û doştê berxan difirandin deng dernayê. simêlê wan dikeve devê wan û bi darika ber xwe erdê dikolin û diponijin. Edûl xwe dixemilîne û li ser sênîya zêr sê rojan fîncana qahwê digerîne, lê tu kes destê xwe navê fîncanê. Dûra ji Rîsipîya yek dibê : " Ku hûn bi ya min bikin qa emê wî ef bikin bişînin pêy Derwrêş, bêî wî tu kesê ku li hember 1700 sûwarê Tirk û Gêsan bisekine tune. Bi wî awayî emê hem ji Derwrêş pak bibin û him jî Tirk û Gêsa bişkînin.”

Temir Paşa wê fikrê baş dibîne û qebûl dike. Qasidekî sûwar dike û dişîne Şengalê pêy Dewrêşê Evdî. Gava ku Dewrêşê vê xeberê dibihîze, pir qêfxweş dibe û destûrê ji bavê xwe dixwaze. Lê Evdê Milhim ji ber ku berê ji destê Temir Paşa dîtîye bawer nabe û dixwaze Dewrêş neçe. Divêje: ‘’ Dewrêş lavê min Zor Temir Paşa xayin e. Min jî jê ra gelek merxasî kir. min jî dema xwe da yek ji wan xwest neda min, Edûlê nade te. Ka mere ev rêka çûyin û nehatnê ye.’’

Derwrêş : "Bavo biraqe, ez herim û nêm jî şerefa vê ji me û heft bavê me ra bese.’’

Evdo bala xwe didê ku çarê li Dewrêş nabe destûrê dide. Dewrêş hespê xwe Hedban zîn dike radihêje şûr, rim û mertalê xwe, ew birayê wî Sadûn û du egîtê hevalên xwe yên şeran bi bervî Weranşhrê bi rê ketin.
Ku Dewrêş giha pêş konê Paşê, ye 27 histûnî û peya dibe, Paşa bi xwe vî pêşwazî dike û qedrekî zêde didê. Dewrêş li wir birakên xwe yên şer tev dîtin. Yek ji wan şerwanekî zor birazê yê. Temir Paşa yê ku Edûl xwestîya wi Îso bû. Îso û Dewrêş bûbûn birakê hev yên axretê û tev gelek şer derbas kiribûn.
Dewrêş ji Îso ra got : "Ka keko tu çi dibê.”

Îso : " Bira ez zanim ku dilê te û Edûlê di hevda ye, ji alî min bê xem be, ez qet ne li dijim. Bi xêr û Xweşî be û xwedê miradê we bike û ez bi ruh û canê xwe bi terame.”

Lê hevalê Dewrêş û Sadûn her çiqas li ber gerîyan ku wî ji wê rê wegerînin nikarûbûn ew qanih bikirana. Gotin : " Ev rêya nevegerê rêya mirinê ye.”

Dewrêş jî ji wan re got : " Ez zanim, heger hûn naxwazin hûn kanin neyên, lê ezê herim. Mirin heye veger tuneye.”
Piştî Dewrêş û hevalên xwe bi hevra kirin galgal û şûnda civat rûnişt. Edûl bi xemla xwe mîna xezalekê li ser sênîya zêrîn qahwe anî û gerand. Gava Dewrêş çav li Edûlê ket hiş û aqilê wî çû. Edûl fîncana bi xwîn gerand û negerand kesekî negirt. Gava hat ber Dewrêş sekinî bi dengekî nizm got : " Ramehêjê ” Lê Dewrêş fîncan girt û bi carekê ra bi ser xweda kir. Rabû ser xwe binê guharê Edûlê yê heyderî ramûsa û rûnişt. Zor Temir Paşa jî rabû ser pîya û hat çavê wî maç kir û pîroz kir. Dûra Dewrêş çû cem Edûlê. Lê wê ji kir û nekir ew ji ya xwe venegerîya û teselîya wê je qet, dev jê berda.

Sûwarê Hedban Dewrêşê Evdî kekê Sadûn, xofa dilê neyara, kile çavê Edûlê û tev 11 hevalê xwe yê cengawer ku wî neqandine, berê xwe dan binîya Weranşhrê Girê Edşanê hidudê Mila û Gêsan. Gava gihan ger girê Edşanê serleşgerê Gêsa ku ev jî berê bûbû birakê Dewrêşê û tev gelek şer kiribûn Efer ji tûrda wî nas dike. Carekê Dewrêş çûbû seydê (nêçîr) xezalekê birîn dike ûew ji bira xwe vediqete. Dewrêş bera dû xezalalê dide. Xezal diçe nav malê Gês a. Efer jî lavê axayê Gêsa ye. Li wir Dewrêş û Efer hev nas dikin û ji hev hezdikin. Dibin birakê hev. Efer canîkî dîyarî dide Dewrêş û Dewrêş navê canî dike Hedban. Hedban dibe hespekî pir jêhatî. Di şeran da dîn û har dibe nayê zeft kirin. Dewrêş gelekî ji Hedban hez dike, wî dixwerîne û maç dike.

Efer ji hevalên xwe dibêje : " Evê han egîtê Milane û yê Pêşî Serbazê wan, biramakê min Dewrêşê Evdî ye. Merxasekî hêjayê. Le Temir wî dixapîne, ka ez herim belkî ez wî ji navbera me û Temir dexînim.”

Efer tê cem Dewrêş û hevalên wî. li hev dipirsin û şûnda Efer : " Kekê Dewrêşê, ez heyrana çavê te, tê xwe ji nava me û Zor Temir bide alî. Em birayê hevin, naxwazim em li hember hev şer bikin, Temir te dixapîne, tu bi serkeve jî Edûlê nade te, ka gura birakê xwe bike û vegere. 1700 sûwar bibe pez û tu şerjêke jî na qede.”

Dû wan gotina Dewrêşê ji Efer pirsî : " Ma wekî din gotinê te hene ? "
Efer got :" Na.”

Dewrêş :" Efer biravo baş li min guhdarî bike, ez ne zarome, Dewêşim Dewêşê Edvî. Min va bara bi zaneyî girt ser milê xwe. Bira ku tu baş zanibe ez Milî me û ev erda edrê Kurda yê Mila ye ne yê Ereb û Tirka ye û tucar jî wê nebe yê wan. Min li şîretên te gudarî kir, ev meydana şere, kerem bike here cem leşgerên xwe û karê yê şer bikin. Ya xwedê wê bide ma ya bide we, em binerin gelo ma kî berxe kî berane Heto îro em birak bûn ji nuha û pêyve dujminin. Çi ji te tê qet texsîr meke. Heta îro em brayê hev bûn ji huha û pêve
em dujminin. Çi ji min û çi ji te hat.”

Efer ji Dewrêş ra got: "Dewrêş ka were dev ji şer berde. Bi soz emê bi zorê Edûlê ji te ra ji paşê bistînin û bînin.’’

Dewrêş li Efer wererand û jê ra got:"Ez Dewrêş im, vî nava nînim ser xwe û Edûlê. Him ma Edûl wê min ra bibê xelkê ez dam te, ne te ez heq kirim.’’

Li ser wan gotina tu hevîya Efer nema û bi dilkî şikestî wegerîya cem hevalên xwe. Piştî çûna Efer Dewrêş dîsa ji hevalên xwe ra got : "Gelî hevala yê ku poşman an naxwazin şer bikin bira keremkin wegerin malên xwe. Bi rastî ez naxeyidim. Yê min, min mirin daye ber çavê xwe. Serê min jî here ez wenagerim.”

Li ser wan gotina hevalên wîaciz bûn û gotin : " Ma ev çi galgale, ma qey ruhê me ji yê te çêtire. "

Dewrêş û hevalên xwe şûr û rimê xwe girê dan û xwe avêtin ser pişta hespên xwe û mîna talazê erîşî ser sûwarê Tirk û Eraban kirin. Dewrêş weke pilinga kete nava wan û ew ji hev bir birî kirin. Bû şingîna şûra, gujîna xwînê û nalîna birîndara. Bi qasî saeteke duda şer kirin. Gelek peyayê Tirk û Ereba hatin kuştin. Lê du hevalê Dewrêş jî hatibûn kuştin. Gava navberek dan şer û li ser girê Etşanê gihan hev, Dewrêş dît ku du hevalê wî tunene dîn bû, çavê wî bûn mîna gola xwînê û dîsa êrîş kir ser Ereb û Gêsa. Vê carê Dewrêş tu di wan nehîş. Lê dîsa sê hevalên xwe dabû der. Bi wî awayî şerê Edşanê sê roja berdewam kir. Bi sedan Tirk û Ereb hatibûm kuştin. Lê belê bêî Dewrêş û Îso tu egîtên Milan jî nemabûn. Îso jî birîbdar bûbû. Bira yê Dewrêş Sadûn jî hatibû kuştin. Dewrêş bi dilekî şewat dismala Sadûn li hustîyê hespê wî yê bi navê Kumyêt gerand û berê hesp da mala bavê xwe Evdê Milhim ji di gazîyê bê. Kumyêt şîhî ya û di dora Sadûn ra doj bû. Nedixwest derka wî bike. Lê dûra wek wî jî fahm kiribe Sadûn mirî ye dêla xwe rakir û bi çargavî berê xwe da nav Yêzidîya ku bên hawara Dewrêş û Sadûn. Di şer da lavê Efer jî tê kuştin. Lê Efer dîsa jî ban Dewrêş dike ku dev şer berde. Lê Dewrêş venedigerîa. Gava bû êvar û şer betal bû Dewrêş û Îso wegerîyan cîhê xwe ser girê Edşanê. Dewrêş xwest Îso bişîna pê hawara Milan. Lê Îso li ber xwe da û nexwest Dewrêş bi tenê bihêle. Feqet Dewrêş ew razî kir û sûwarkir şan gazîyê.

Serê sibê Dewrêş bi tenê ajot ser Tirk û Gêsa. Şerekî dijwar kir û gelek ji wan kuşt in. Tirk û Gêsa bala xwe danê kû nikarin bi Dewrêş re derxin serî, pîlanek çêkirin. li gor Pîlana wan ; wê bere biajotan ser Dewrêş û jê re xeber bidana, ew sor bikira û dûra xwe bervî nav erdê kulmişkan şûnve wegşandana. Wê gavê Dewrêş wê bera ser pişta wan da û biketa nav erdê Kulmişka nigê hespê wî wê tê werba û bişikîya ku wan jî kanîbana wî bikujin. Û wek gotin kirin. Dewrêş çaxa ajot ser wan û çendek kuşt û birîndar kir û şûnda her du simê Hedban ketin kulmişkek kûr û şikîyan. Gava ku Dewrêş ji ser pişta Hedban da hat xwar bi şûr û rima êrîşî ser wî kirin. Dewrêş li erdê jî çendek bi şûr perçe kir. Lê Heyf û mixabîn ev jî birîndar bû. Di vê navberê da xweha Efer nezîki wan bû. Qîrîya û xwe avêt ser Dewrêş. Ji yên dinê ra got : " Ma bêbext û bê şerefno qey eve mêrxasîya we. Heger hûn mêr bûna we yê li ser pişta hesp lêxista. ma ev şertê merane bê namûsno, ka qê dîtîye kê li wrdê li kê xistîya.”

Efer jî hat ser Dewrêş û gava ew di wî halî da dît, bang Gêsa kir got :
"Gelî Gêsa heta vê gava em û Tirka bi hevra bûn. Ji nuha û pêve em dujminin. Gêsano xwe bidin alî

Tirkan nerîn ku rewş xerabe, dexlî Efer bûn û nehîştin di nava wan da şer derkeve. Efer destê xwe di histuyê Dewrêş ra bir û dest bi girî kir.
Dewrêş got: " Megirî Efer, gotikek pêşîyê me Kurdan heye, dibê : ‘xwdê berxê bêr ji bo kêrê daye’. Ez ji te dixwazim ku tu min bigihîne serê girê Edşanê bes.”

Efer ket bin milê Dewrêş û ew bir ser gir. Kurkê xwe jê re raxist, nirînê wî pêça û nan û av dayê. Dewrêş got : " Efer daxwazîya min ya dawî ji te ewe ku tu min bibe ser girê Edşanê cem hevalên min û pişta min bide kevirekî mezin, simêle min bade, egala min têxe çata burîyê min û xwar bike. Ez zanim nuha bi gazîyê ra Edûla delal ya ku min di ber wê da canê xwe da wê bê. Lê ez naxwazim Edûla narîn min di halekî xerab da bibîne.”

Efer xwestekên Dewrêş bi cîh anîn û şûnda Dewrêş jê ra got:" Efer keko aha waye ji dûrda gazîya milan ya giran tê. Heger te bigirin wê te bikujin. Tu here xwe xelas bike.”

Efer bi çavê şil xatir ji birakê xwe yê axretê xwest û bi rê ket. Dewrêş kenîya û bang kir:

" Efer biravo, min nizanî bû merê weke tejî digirîn.”

Efer vegerîya ser Dewrêş lê nizanîbû çi bibêje. Dewrêş dîsa mizicî û got : " Ka zû here birayê dilkeçik here. Em birakê hev yê axretêne, ezê li vir li benda te bim. Xayîn nebe zû bê ha” û bizorê destê xwe ji Efer ra li ba kir.

Eferê Gesî wê carê bi dengê bilind girîya û çû. Tu nema Edûl li hespê li pêşîya sûwara gazîya Mila ya giran xwe gihandin ser girê Edşanê. Edûlê bê ruh û bi kîrîn xwe avêt ser Dewrêş. Lê hedî Dewrêş delalê dile wê li ber xwe dida. Dewrêş bêî tiştekî bibê bi destê Edûlê hişk girt, jidand û li çavê wê yê reş û belek nerî heta ruh jê kişîya. Dewrêş çûbû ser dilovanîya xwe lê di wî şerê dijwar da dawîya Tirk û Gêsa jî hatibû. Dawîya mayî Mila dan ber xwe. Yê revîyan, yê teslîm bûn yên din jî giş hatin kuştin. Belê Dewrêş û hevalê xwe hatin kuştin, Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê di vî şerî da Tirk û Ereb ji Şam, Heleb, Mûsil û heta Bexda yê zordestî dikirin jî hatin şikestin û tifaqa Milan xurt û hêza wan mezintir bû.

Edûlê girîya, li xwe xist, porê kişand û Dewrêş maç kir, serê wî da ser çonga xwe, ji kezebê, bi dilê şewat û bi hêsrê çava got : ” Delal .. "

Delalo nav û dengê evîdarîya kurda ye. Gelek delalên kurdan hene. Mîna delalê Mila, delalê Ruha yê Ûhw. Edûlê jî davê ser delalê, Dewrêşê Evdî :



Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal

Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Dewrêşo

Dewrêşê dilê min sûwar bû li derê mala bavê min peya bû,

Dewrêşê dilê min rebenê sûwar bû li derê mala bavê min por kurê peya bû.

Xwedê xerebike destê min ji agirê cixarê, fîncana hatin û çûyina mêvana xalî nebû,

Min dî keçika cîrana xebera nexêrê ji min ra di anî, digo lê lêê por kurê ma tu nizane

Dewrêşê dilê te xeyidî bervî mal çû.

Wê gavê çavê min mîna tavîya berf û baranê ji hêsra xalî nebûn, ez nemînm,
ez nemnîm, ez nemnîm lo lo delalo ax

Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal

Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Dewrêşo

Dewrêşo lavo were mala bavê min bi mêvanî, Dewrêşo berxo were mala bavê min por kurê bi mêvanî ax

Ezê ji Dewrêşê dilê xwe ra dînim kulavekî sorî xuristanî, ezê ji Dewrêşê dilê xwe ra serjêkim mîha sor ser beranî, gava dê û bavê min gotin lê lê por kurê kanî mîha sor ser beranî, ezê bibêm şivanê me lavê xelkê bû, şev bû tarî bû, ba bû, baran bû,

ji çolê nanî, gura xwarî, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo delaloo ax
Gelerî

Destana Dewrêşê Evdî piştî 240 be jî bê nivîsandin karekî dereng mayî lê hêja ye. Divê li ser vê Destanê hîh gelek tişt bêne gotin û nivîsandin. Min pêşî xwest vê Destana ku li ber ji bîrkirinê ye, wek kurteçîrok binivîsim û di dûra ger kanibim mîna roman bikim berhemek hêjayî naveroka xwe. Derfet û têgihîştima min têrê bike eze vî karê pîroz bi dilxweşî bikim.

Destana Dewrêşê Evdî ne mîna evînek nîvco mayî neefsaneyek bê bingeh û romanek wek jana dil e. Destanek zîndî û jîyanbû ye. Evîndarîyek bê hempa û qehremanîyek mezine. wana her du jî di destanê de hatîye îspat kirin. Belkî Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê belê dikare bê gotin ku evîndar negihîştibin hev jî evîn negihîştiye armanca xwe. Ji ber wê ye ku Dewrêş çavê xwe ji 1700 sûar û mirinê nakute. Ev him evîn him jî qehremanî ye.

Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ye. Ji bo wê ji Edûla ku Efer jêre bîne naxwaze. waya merxasî û qehremanî ye û mîna hunermendê hêja di kilamê de bibêje jı Edûlê ra : ‘’ Li ser serê min fermana heft dewletê ecnebî rabe, ez qesem dikim bi navê xwedê, devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim... ‘’ Ev girêdana evîne ye. waya bi xwe bêguman têda hunera dengbêj heye. Lê bi serê xwe ne bi tenê lihev anîna dengbêj e. Di vir da herkes heqê karê xwe didê. Dewrêş û Edûl ji dil hez dikin û dengbê jî bi huner dihûne û tîne zimên. Li vir ji du alî da, di şewê huner û evînê da jîndarîyek çanda Kurdî tê dîtin. Dewrêş bi mêrxasî, camêrî û awayê hezkirina kurdî binê guharê heyderî xana gerdenê radimîse û Edûl jî dixwaze lo gor dema çanda kurd ji Dewrêş ra kulavê nexşandî û mîha serberan serjê dike. Ku li gor dema xwe tiştên giranbuhane ev. Di vir da dengbê û evîndar hev temam dikin.
Ji ber vîya tê gotin ku :

"Di Edebîyat (Wêje) da ji çi tê gotinê bêtir çawa tê gotin girînge.’’
Ez dixwazim di derheqê Destana Dewrêşê Evdî da li ser welatparêzîya Dewrêş bi çend peyvan gotinên xwe bi dawî bikim. Wek me berê jî got ; Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ango welatê xwe ye. Ji bona wê gava Efer tê cem Dewrêş jê ra dibê : "Ev ne erdê Tirk û Gêsa ( Ereb) ye, û wê nebe yê wan. Ev erdê Mila (Kurd) ye.’’

Li vira girêdana Dewrêş û erd - axê heye. Girêdana bi axa xwe ra vê demê û îro jî welatparêzî ye.

Abdulkadir Ulumaskan
__________________________________________________
Views: 499 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  March 2010  »
SuMoTuWeThFrSa
 123456
78910111213
14151617181920
21222324252627
28293031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2017