Çîroka Kurdên Haymanayû bû belgefîlm: Min Kî yim
Enqere:
Jiyana kurdên Haymana ku di salên 1600'an de ji Kerkûkê sirgûnî
Tirkiyeyê hatine kirin û piştî koçberiyeke dirêj li navçeya Haymana ya
Enqereye bi cih bûne, bû mijara belfefîlma "Min Kîyim".
Derhêner
Esîn Akgul li ser çîroka kurdên ku sedan salan berê ji Kerkukê koçberî
Tirkiyeyê bûne û li navçeya Haymana ya Enqereyê bi cih û war bûne
belgefîlmek amade kir. Akgul, di belgefîlma bi navê de "Min Kîyim" de
serpêhatî û çîroka Kurdên Haymanayê vedibêje. Belgefîlma Akgul a bi navê
"Min kiyim" dê sibê li Salona Yilmaz Guney a Şano-sinemayê derkeve
pêşberî temaşevanan. Belfefîlm bi kurdî hatiye kişandin û bi nivîsa
tirkî hatiye amadekirin. Di fîlm de zarokên eşîra Şêxbizinî yên
Haymanayê diaxivin.
Akgul
ji bo belgefîlm amade bike li 89 gundan geriya û bi tevahî 47 saetan
dîmen kişandin. Akgul, di destpêka fîlm de li ser çîroka koçberiya
kurdan radiweste. Di beşa 2'yemin de zarok, jin, ciwan, kal û pîr jî di
navde bi sedan kesan re hevditin pêk anî. Akgul, di serpêhatiyê wan de
li ser çîrok û jiyana wan radiweste û jiyana wan vedibêje.
Akgul,
ji peyamnêrê DIHAyê re got, zêde dîmenên kurdên Anatoliya navîn di
destê wan de nînin û destnîşan kir ku yekem car li ser kurdên Haymanayê
belgesel tê çêkirin. Akgul da xuya kirin, li gel çar sed sal ser sirgunê
derbas bûye jî hemû kurdên ku bi wan re hevdîtin kirine pir bi hêsanî
bi zimanê xwe diaxivin.
'Ziman hê zindî ye'
Akgul
da zanîn ku kurdên Haymanayê di salên 1600 de ji Kerkûkê sirgunê
Anatolyayê hatine kirin û da xuyakirin ku, di destpêkê de li devera Palo
bi cih bûn u pişt re li bajarên din ên Tirkiyeyê belav bûne. Akgul, da
zanîn ku kurdên Anatoliya Navîn ji ber koçberiyê rastî gelek zor û
zahmetî, birçîbûn, nexweşî û şertên dijwar hatin, lê li gel hemû
astengiyan dîsa ziman û çanda xwe ji bîr nekirin û hêj çand û zimanê wan
zindî ye. Akgul, bilêv kir ku kurdên koçber bûne hêj pirsgirêkên aborî
dijîn, lê dest ji dab û kevpeşopiya xwe bernedane û zarevayê xwe wek
'şêxbizinkî' ku gelek peyvên zazaki, Kurmanci, tirkî û soranî têde hene
binav dikin û niha ciwanên wan pir zêde li ser ziman radiwestin û
bibîrxist ku kurdên koçber hêj xwe li xerîbiyê hîs dikin û hej bêriya
welatê xwe dikin.
Kurdên
koçber ên li Konyayê bi cih û war bûne hêj xwe jî Konyayê nahesibînin.
Akgul, destnîşan kir ku kurd hê jî xwe ji Kurdistanê dibînin û dibêjin
"Em kurd in, ji Kurdistanê ne. Sirgun êdî bûye paşnavê kurdan."
Beşa
mezin a eşîra Şêxbiziniyan li Silêmanî ya Herêma Kurdistanê dijîn.
Eşîra ku di salên 1600 de ji hêla desthilatiya Osmaniyan ve hatiye
sirgunkirin, belavî gelek bajarên Kurdistana bakûr û Anatolyaya navîn a
Tirkiyeyê bûne.