Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSSaturday, 2024-04-27, 5:48 AM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Main » 2010 » August » 24 » 4.Festivala çand u kelijin a (kaynasma) GOLYAZI
6:20 PM
4.Festivala çand u kelijin a (kaynasma) GOLYAZI
4. Festivala çand ( Kultur) û kelijîn a (kaynaşma) Gölyazi

Xelko Jêrê, (Gölyazi) ve cara dûdi ku belediye di destê BDT de ye. Xelko Jêrê, li nav Kurden Anatolî Navîn hing polîtîze bûne û xwudî li nêrx û rûmet xwe derdikevin.

4.Festivala Xelko Jêrê, Gölyazı

Di roja 24.07.2010 an de, li navçe Gölyazi 4. festivale Xelko Doldurma hate organîze kirin.

4. Festivala çand ( Kultur) û kelijîn a (kaynaşma) Gölyazi.Wek her navçe û gunden Kurden Anatolî Navîn, li Gölyazi jî hejmareka bi berçav li welaten Avrupa dijîn. Loma navê festivale çand (kultur) û kelijîn ( kaynaşma ) li kirine.

Festival ji alî şeradarî (belediya)  Gölyazi BDP hate çekirin.Seroke BDT birêz Selahattin Demirtaş. Parlementera BDT birêz Fatma Kurtalan. Seroke BDP bajere Konya, birêz Aynur Cengiz, endame navende parti BDP birêz Mehmet Bozdağ hatin şahîye navçe Gölyazi. Xêrî ji ve, ji navçe û gundan jî hêjmareka bi berçav tewa festivale bun.

Bernamekî dewlemend , rêk û pêk hatibu amede kirin.Ji alî muzîke ve, him stranbêje netewî him jî yên heremî bi deng û awazê xwe di germa havîne de , di bin çadiren henêk de beşterwan dikirin nav xem û heyalan.Özlem Bağlayan,Xemgin Birhat, Ayaz Arzen, Ergin Xelikan, Nevzat Tunç, Ezman Sterk û Agiri Jiyan tevli bun.

Kurd der e jî standa pirtuka( kitaba ) vekir. Li her quncekî döner, dav û av dihate firoten.Etarwane jî dukkanê xwe ji zaroke re xemilandin.   

Xêrî ji ve,helbestwane bi eslî xwe ji Xelke Jêrê bi navî û deng  Ö. Faruk. Hatipoğlu û  2 ciwanen helbestwan ku nave xwe "Haymanali Gençler” danibun Xorten ji Haymana bi helbesten xwe bername zengin kirin.

Piştî vexwerdina nivro,  programe dest pê kir.

Seroke belediye Gölyazi birêz Mulla Şimşek axaftine vekirine kir. Şimşek di axaftine xwe de kar û xebaten belediye û projen belediye ye di rojeve de anin zimen. Di berdewamî axaftina xwe de Şimşek, giringî de ser festivale. Şimşek got, hedefên festivale insanen me bên cem hev û hevdi nasbikin. Çand û kulture me bibînin û bi hevdu re danûsandine bikin. Ji ber vê , wa 4. sale em wek belediye û bi alîkarîya gelê Gölyazi festivala çedikin. Wek belediye, bi hêz û qudreta we em li ser wazife ne.Şimşek spasî xwe anî zimen, got hûn her hebin û mala we awa ve.

Seroke Gölsağe birêz Huseyin Kerpiç, behsa yekîtî û paraztina çand û kulture kir. Kerpiç di berdewamî axaftine xwe de got, xwudiderketina li nêrx ,rûmet û hizmete insanen me bi awakirina komala ye.Komala Gölsağ jî , ji ber vê hat demazirandin. Kerpiç ji duva jî kar û xebaten Gölsağe û projeye  li pêşiya wan rêz kirin.

Seroke BDT birêz Selahattin Demirtaş davetî ser sahne kirin, pê re beraber bi zilxit, tilîlî ye seroke BDT peşwazî kirin. Pê re mûjilbuneka mezin, coş û şabunek di nav xelke de dest pê kir.

Seroke BDT birêz Selahattin Demirtaş, bi Kurdî xelkê Gölyazi û yên li cîhe festivale silav kirin û kefxweşîya xwe anî zimen. Demirtaş, seroke belediye, endame meclisa belediye û xelkê Gölyazi ji bo festivala 4 . pîroz kir. Demitaş ji duva, axaftine xwe anî ser rojeve refaruanduma li Tirki. Demirtaş bi kurtasî wusa got, dexwaz û peşnîyare Kurdan li ber çava nehat girtin. Wek BDT me got, benda hilbijartine dexin, di makezagone de nave Kurdan texin, anjî bi nav kirina Tirka bi awakî din formule bikin. Di operasyone KCK de 1500 endame BDT hate girtin, wan endame me serbest berdin. Ji ber vê, em neî diben are, neî jî diben na. Em BOYKOT dikin. Axaftina Selahattin Demirtaş pirr cara, bi çepikan dihate qut kirin. Belediye Gölyazi, mêvanen ku hatî vexwendin bi xelata ku ji alî belediye ve hatî çekirin xelat kirin. Xelata seroke BDT, bi destê seroke belediye Golyazi Mulla Şimşek hat dayin. Şimşek got, seroke BDT birêz Selahattin Demirtaş gera xwe li Avrupa di nêvî de kut kir ,tevli festivala me bu. Bi navî Golyazi û Kurden Anatolî Navîn bi hatina wê kefxweş û serbilindin, spasî xwe ji re peşkeş kir.     

Xelka Jêrê, (Gölyazi) ve cara dûdi ku belediye di destê BDT de ye. Xelka Jêrê, li nav Kurden Anatolî Navîn hing polîtîze bûne û xwudî li nêrx û rûmet xwe derdikevin.Di 4. festivale Xelka Jêrê de, mirov xwe wek li mala xwe hêsab dike. Hîs,  xwezkirin û kefxweşê di nav xelkê de bi awakê vekiri xwuye dike.         alinti   Vegernu.com

Views: 1111 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  August 2010  »
SuMoTuWeThFrSa
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024