Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-04-26, 6:30 PM
Menu du site

Tag Board

Our poll
sitenin orani nasil
Total of answers: 14

Statistics

Total online: 1
Guests: 1
Users: 0

Blog
Main » 2011 » September » 4 » Li Deşta Silîvan, Şewata Qamişlû
7:28 PM
Li Deşta Silîvan, Şewata Qamişlû

- 24/06/2011 - 01:34

Tu xalisê dîreka dînê Îslam î, Reysê Kurdan î Bira,


Çireya me tevan î, de vayê serê sê șev û sê rojên te qediyan


Li Enqera șewitî ber bayê felekê, berbendê îdamê


Tu melûl û zelûl û stûxwar mayî, lo lo nemînim Bira aaa


Mele Tewfêq digot: ´Dema Qamișlû șewitandin, ez li gundê Belê feqî bûm. Semedê ez li Belê feqî bûm, dewletê hucre û mizgeftên şêx û meşayiqên dijî xwe girtibûn, kilît li deriyên wan dabûn. Lê hucreyê şêxên nêzî xwe an hevalbendên xwe hîn vekirî hîştibûn an li benda wext, negirtibûn. Ez ji bona dersên xwe temam bikim, destûrnameya meletiyê bistînim, çûbûm ba Şêxê Belê. Gava dûmanê şewitandina Qamişlû xuya kir, feqiyan qirfên xwe bi me kirin, serhevde dan serê me feqiyê mirîdên Mala Bokarik û ji mer re gotin: ’De herin ha... We digot: ´Şêx me, șêx me, ewha ewha, xwediyên raza, mucîze bi wan re hene, ewliya ne… Xwediyê hêz in, kes bi mala Bavo (Bokarik) nikare… Ciddê wan li meriv dide, cidekî pirr giran e… Çavan kor, zimanan lal dike, nêzî Xwedan e… Atatirk mezinên wan aliqandin, anka jî dişewitînin gundên wan tevî gundê sofî û çawîşan, em dibînin waye pêtî diçe ezmanê haftan. Kanê Bavoyê we? Dûman binê ezman girtiye, Qube û Merqed di nava ar û pêtiya reş de mane, lê ciddê șêxên we nexuya ne... Ketine kunan, terk û şikêran?´

Ev serhevdeya feqiyan li tela min ketibû. Dûman ji dûr xuya bû. Ez bi bayê bezê, helkehelkê gihîștim başûrê gund Emero. Di Besta Şêx Brahîm re zivirîm, lê çi bibînim? Ziftiyan dor li Qamișlû girtine. Di çavên min de wisa bûbû an rast bû nizanim… Her der esker bû. Min li ku dinêrîn esker… Ji Qotê Şikeftê bigre heya Girhîsik, ji Kaniya Mala Şêx bigre heya Zola Hesenê Eyşê eskerê reş û bejik tevîhev. Hinan bi çek dor li gund girtibûn, hinên din jî don li xan û eywanan kiribûn, bi Tekye û mizgeftê ve, gund dabûn ber pêtiya ar. Di xezîneya tifingên wan de gule, kes nikarî bibêje: ´Hey malmîrat no, ev rewa Xwedê ye? Qey hûn ne misilman, xaçê we di binê çengê we de ne?´

 

Sêncê dora baxçeyan jî di nava pêtiyê de mabûn. Qehtiyê xaniyan di nava dîwarên xaniyan de tapan, cûm bûbûn. Meriv karibû bi Tewrat û Encîlê sond bixwîne, destê xwe li Qurana Mibîn bide ku çarçove û derî bi van xaniyan de tune bûn. Kî miribû kî mabû nizanim, çavên min tarî bûbûn, avareş bi ser çavên min de hatibû, nizanim, kes nexuya bû. Her kes di çavên min de esker bû… Kevir li ser kevir nehîștibûn. Kerpîçê dîwarên ji axê jî di nava wî agirê don de heliyabûn… Dîwarên keviran jî yên kerpîçan jî qediya bûn… Di nava wê dûmanê xan û eywanan, Sofîxane û Dîwanê de cendirme di pawaniyê de, çeteyên bi wan re zengene û kuling di destên wan de, di binê fermana Yuzbașî Fikrî, li Hinda Qubê, bi dîwarên Qubê, derî û șibakên merqedê ketibûn. Ji hinda Dara Șêx Șemsedîn, ji min xuya bû. Çavên min li Hinda Qubê, ez di ber hucreya feqiyan û pirtûkxaneyê de bi aliyê Hinda Qubeyê de çûm. Ew agirê di nava pirtûkxaneyê de, tiștekî anî bîra min...

 

Di refikên pirtûkxaneyê de, pirtûkên Sehdiyê Șîrazî, li rex wî yên Omer Xeyam. Sê nimûneyên Dîwana Meleyê Cizîrî, Meleyê Comanî, her yek, bi huner, bi destê feqiyekî dabûn nivisandin, di qebalikan de... Pirtûkên li ser maseya bersera razanê li dîwanê nehîștin… Di pirtûkxanê de bi hezaran pirtûk hebûn… Ji Ibnî Esîr bigire, heya bi pirtûkên civakî (sosyolojî), yên zarûkan (pedagojî), heya bi fiqih û fîlozofî… Yên șîr, xezel û dîrokî, heya bigire bi pirtûkê gerokên navneteweyî… Behsa Selahedîn bi çend pirtûkan, tevî wan destnivîsên li ser Mewlûda Mele Huseynê Bateyî, lê Mele Huseyn ketibû devan, feqiyan ew dixwend li civat û caxiyan bi zarê kurdî, li șîn û șahiyan… Gel ew guhdarî dikirin, bi wan re çêdibû firehî, aramî, dilgeșî, giyanrewan… Selewat û tekbîr daniyan ji bona hêvî… Ew pirtûkxane bû bela dikir îlm û îrfan, zanîn û aștî… Șêx dibû semed, mele perwerde dikirin ji binî… Behsa rewa û bêrewayiyê dikir, destûrname didan șagirdê berendamên meletî. Hîn dikirin, meriv çawa xutbê dixwîne, telqînê bi kurdî... Dûmana ji van pirtûkan radibûn, digihîșt qata banî…

 

Dema ez gihîștim nêzî Hinda Qubê, zengeneyekî dan destê min û bi ferman gotin: ‘Tu jî Qubeyê bi yên din re hilweșîne!’ Ez lal bûbûm, nikaribûm bibêjim na, hûn min bikujin jî ez zengene li van dîwaran nadim. Ziman di devê min de glor bûbû, çav belîs… Ez gihîștim Hinda Qubeyê, lê zend û milên min ranebûn ku li dîwarên merqedê bidim… Min li dora xwe nêrî… Di nava wê bêhişiyê de, min mirin kir kîsik da nava enî, zengene di cî de danî… Kuştinî da pêş çavan, fena herim destavê, min berjêr kir xwarê. Kesî negot tu ku de diçî… Ez di binê Baxçeyê Şêx Fexrî re bi bayê bezê, bi helkehelkê gihîştim nava çem. Li milê wî aliyê çem, bi ser kendal ve dareke godîşî ya hîtik. Bilî gez û sorbiyên nava çem û wê dara hîtik, hêşînahî li wan doran tune bû. Ez bi kendal de bi diyar ketim û di siya godîşê de mam matmayî…

 

Dîtina min dît Feqî Gêwê di min de derket. Ji pişta Farqînê, ji eşîra Badikan, ji gundê Xweşikan bû. Piştî patedayinê, hat di siya godîşê de rûnişt. Bi birîna min dizanî ku ez mirîdê Mala Bokarik im. Li dûmanê şewata Qamişlû nêrî û ji min pirsî:

”Şêx Wisif Xelîfeyê kî ye?”

Şêxîtiya Mala Bokarik fena xingala kankilên gûzan di hişê min de pişkifî:

”Şêxîtiya Mala Bokarik ji Şêx Wisif dest pê dike. Min ji mezinên xwe wisa guhdarî kiriye. Șêx Wisif, destûrnameya Nexșîbendiyan, ji Șêx Qasim El Enwerî standiye. Șêx Qasim jî ji Șêx Hesenê Nûranî.”

Feqî Gêwê:

”Şêx Qasim kî ye?”

”Ji herêma Botan, ji eșîra Dêrșevê bi federasyona eșîrên Bedirxaniyan re ne. Ji medreseyên Mûșê destûrnameya Mûderîsiyê sendiye. Dema vegeryaye herêma xwe Botan, kes tune, giș șandine sirgunê. Bi șopa malbatê ketiye. Li gundê Axtepe buye mêvanê Șêx Hesenê Nûranî. Lêzimê xwe dîtine. Di wê mêvaniya Șêx Hesenê de, bi hev re ketine hengameyên huner û fîlozofiyê. Wê demê Șêxul Îslam fetwayekê derdixe. Ulemayên Diyarbekir li hember bikaranîna (tetbîqa) wê fetwayê radiwestin. Di navbera Walî, Qadî, Miftî û ulemayên bajêr de, gengașe û qayiş derdikeve asteke bilind… Șêx Hesenê Nûranî meseleya fetwayê ji mêvanê xwe Mele Qasim re vedibêje. Li ser wê fetwayê li Diyarbekir mizgefta Qorșûnê (niha dibêjin, Qerqerşûn) gengașeyekî di nava ulemayan de çê dibe. Mele Qasim rastbûna fetwayê bi ulemayên bajar dide pejirandin. Li civîna wê mizgeftê, mezbete li alimbûna Mele Qasim dikeve û tê naskirin. Piștre Șêx Hesenê Nûranî nahêle here û wî li ba xwe dêle. Bi hev re xwendina li Axtepê berfiretir, îlm û îrfan li herêmê xurttir dikin…

Șêx Hesen kal buye, di nexweșiya dilovaniya wî de, jê dipirsin:

"Dê kî bibe xelîfeyê te?”

Dibêje:

‘‘Xelîfeyê min diyar e…”

Dibêjin:

 ‘‘Kî ye?”

Dibêje:

‘‘Mele Qasim e.”

Hinekî ji wan napejirînin, dibêjin:

"Çar kurên te hene, șaîr û mintehî ne… Çima yekî biyanî? ”

Şêx Hesenê Nûranî dibêje:

‘‘Helbet mal û milkên min ji peywirên min re ye. Lê rabîte û hîkmeta bi min re, emanet e… Piștî min derbasê Mele Qasim buye… Xelîfeyê min ew e. Ji niha û șûn de, navê wî Șêx Qasim El Enwer e. Ew Șêxê we hemiyan e!”

Piștre, Șêx Qasim El Enwer gundê cîranê Axtepe Altûnaqar dikire. Medreseyekê bi endezyarên îtalî, westayên armenî ava dike. Fermîbûna Medreseya Altûnaqar ji Dewleta Eliyê Osman distîne. Feqiyên ji vê Medreseyê destûrname disendin, xwendina wan di sewyeya fakulteya Îlahiyetê de qebûl dibûn. Ew feqî di șargehên dewletê (kamo alanî) de dibûn Walî, Qadî, Miftî, Qeymeqam û yên din… Nav û dengê Medreseya Altûnaqar li seran serê Osmanî belav bû. Ji Qafqasan bigire heya Șam û Helebê, ji Beğdayê bigire heya Balqanan feqî dihatin xwendinê. Ji bașûrê Kurdistanê bigire heya bi Semsûr û Kolikê, ji Xarpêt û Rihayê bigire heya Șamê mirîdên Șêx Qasim, Tekyeya El Enwerî de feqî hebûn.

 

Piștî mezinbûna Rêvebiriyê û Tekyeyê, Șêx Qasim gundê cîran Gozelșêx ji kurê Mûsa Pașayê Qirmê stand û axa xwe firetir kir. Yên ku nedihîștin Brahîm Pașayê Millî ji qoqa Qerejdaxê, bêlana Çiyayê Mazî dakeve milê bakûr û karwanan bișêlîne, Șêx Qasim bû...

Șêx Wisifê Mala Bokarik yek ji wan şêxan bû ku destûrnameya xelîfetiyê ji Şêx Qasim El Enwerî standibû. Komara Atatirk ew jî belawela kirin. Hucre û mizgefta Altûnaqar jî paymal kirin û kîlît lêdan. Xwedî jî giş penî kirin û anîn tirkên balqanan xistin gundê wan.´´

Feqî Gêwê:

´´Kî ?´´

``Yên agir avêtine gundê Qamişlû, wan.´´

Feqî Gêwê dengbêj bû jî. Di nava wê xemgînî û rawestandina bêhêvî û alûz de, bilî stirana ´Lo Bira´ tiştekî nehat bîra min. Min ji Feqî Gêwê rica kir ku ji me re stirana ´Lo Bira´ bibêje.

Ew jî bilî dilê min bişkîne bi dengekî nerm, wisa loriya:

 

´´Lo Bira ay êêêê

Lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira lo Bira …

Tu derdê ser derdan î Bira aaa

Tu kederê giran î Bira aaa

Tu gula șêxan î Bira aaa

Çiraya murșîdan î Bira aaa

Tu xalisê dîreka dînê Îslam î, Reysê Kurdan î Bira,

Çireya me tevan î, de vayê serê sê șev û sê rojên te qediyan

Li Enqera șewitî ber bayê felekê, berbendê îdamê

Tu melûl û zelûl û stûxwar mayî, lo lo nemînim Bira aaa

Fedîlê bi sê dengan dikir gazî, Fezîlê rebenê nemayê sibe ye

De vê sibê dilê min ji halê dema dilê min digriya

Șewqek gelo ji hafa Xinisê derketibû li hafa Receza

Bîngola rengîn Kolhesaran davê bilind ciyan

Bila șewq û șemala xwe nedana qesr û qonaxên mala Efendî

Șûșan û șûșebendan, kilîtê derê hucran, tekyan û camiyan

Emrekî derketibû ji Enqera malikșewitî, bajarê wan eşqiyan

Ji cem kafirê bê dîn, Mifetîșê Umûmiyan

Go: ‘Hûnê kilîtan lêxin, derê hucran û tekyan, van camiyan

Reben ez im, bila kesekî dersê nede van feqiyan!’

Wez ê bimrim, gava fermana Mala Șêx Efendî

Ketibû desta, bi rêzika, çar tifalê mektebliya

Ay, de wexta min zanibû helqa dînê Nebî Mehemed

Dîreka dînê Mala Șêx Eliyê Palo

Reben ez im, bi carkê de wergeriya

De dibê, Fedîlê, rebenê, nemayê

Sibe ye, dilê min rebena xwedê

Dilê derdan, xeman û xiyalan, kes nema, bi birîn e

Bayê Enqera malikșewitî têyo

Ji min ra cewabekî xêrê tîne…

Go: ‘Çar tebayên tirkan li meclisê rûniștîne

Îfada Birakê Sacîde xanimê, kilê çavên Fezîlê

Bi devê kafirsîsteman digerîne

Bi destê zorê, pêra dawa dersa dîn dibîne

De tu rabe porkur tu dizanî

Em ê bi destên hev bigirin

Fena yexsîr û kesîran bimeșin

Berê xwe bidin Diyarbekra di rengîn e

Em ê xwe bavêjin Merqeda Bavê Șêx Xiyasedîn e

Wele Bavê Șêx Xiyasedîn, ji berê û pașê de qutbê zemîn e…

Bila rabe li jêrê desta veke

Li jorê diayek bixwaze ji Xaliqê Rebê di Jorîn e…

Bila Rebê Alemê ji teref xwe da a bașekî!..

Ji van tirkan re derîn e

Bila car din diayekî bixwaze

Ji Îzetê Xaliqê di Jorîn e

Rebê Alem ê belbî li me were rehmê

Engula Birayê min porkurê, kilê çavên Fezîle xanimê

Enqera kavil ji nava girtiyan derîn e

Bila Fezîle xanim xeman nexwe, xem xiyal e

Bila çavên bûka pașperde li rêkan û dirban

Di gaz û geliyan de nemîne, lo Bira…

Tu piçûkê biran î Bira, tu derdê ser derdan î Bira

Kederê giran î, tu çireya șêxan î

Xwedê dizane tu gula murșîdan î

Tu xalisê dîreka dînê Îslamê, Reysê Kurdan çireya me tevan î

De va ye sê șev û sê rojên te qediyan

Enqera malikșewitî, berbayê felekê

Nava heval û hogiran, tu melûl û zelûl û stûxwar mayî, lo Bira…´´

 

 

Views: 1030 | Added by: volongoto | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Name *:
Email *:
Code *:
Search

Calendar
«  September 2011  »
SuMoTuWeThFrSa
    123
45678910
11121314151617
18192021222324
252627282930

Entries archive

Site friends
  • bedava site yapimi

  • AGAHI
    Newroz Piroz Bè
    Tavsançali.ucoz.com
    Panoya Agahi
    Céjna Qurbanè Piroz Bé



    Tavsançali.ucoz.com
    Copyright MyCorp © 2024