- 17/08/2011 - Atatirkiyan ev zanibûn loma jî bi
bîst hezaran esker avêtin dora wan, agir bera wan dan. Meriv bi saxî di
nava zeviyên geniman de şewitandin...Agahdariyeke li ser
Qehremanên Efsaneyê bîst kes bûn. Bilî navên di stiranan de derbas
dibin, yên din, piraniya wan, serçavî Evdilayê Mamo ye. Yên din jî bi
alîkariya dostan min berhevkirin... Kin li ser Efsaneya Firarên Binêxeta
Fransawî Destpêka buyerê 22 Hezîran 1937 de ye. Şer hefteyekî dom dike. Min Strana Cemîlê Seyda û Şêx
Evdilrehîm ji dengbêjan guhdarî kiribûn. Piştre, wek Efsane, cara ewil
min ji Sofî Şewketê helhelî guhdarî kiribû. Sofî mirîdê Mala Bokarik bû.
Herêma şer baş nas dikirin. Di vegotina wî de giranî li ser Cemîlê
Seyda û qehremaniya wî bû. Piştî min xwe nas kir, ez li dû vê Efsaneyê
beziyam... Min dît ku Sofî Şewket tenê aliyekî buyerê behs kiriye. Vegotina Hemê Axa, neviyê Hecî Eliyê
Safyan, di şibakeke din de buyer dîtiye û digot... Giraniya vegotina
Hemê Axa, li ser Şêx Mîzbehê Mala Bokarik e. Lewra Hemê kurê xanima
Mediya, dotmama Şêx Mîzbeh e. Behsa Şêx Mîzbeh, Huseyn Begê Sitewrê û
Silhedînê lawê Seydixan Kerr dikir. Di nava şibaka Hemê Axa de ew
lehengên din tune bûn, behsa wan nedibû... Tenê navên di stiranan de
dizanî. Piştî Sofî Şewket û Hemê Axayê Safyan,
ez rastî Şêx Salih hatim. Buyer bi xwe dîtibû. Şêx Salih ji Bismil,
gundê Mîrqulya, kurê Şêx Mehmedcan e. Dema ev buyer qewimî ye, ew huvdeh
salî buye. Di şewitandina qehremanên nava geniman, yên vî Efsaneyê de
dîdar e. Bi cendirmeyan re çuye ser miriyê Şêx Evdilrehîm. Dîtiye
cendirmeyan çawa gustîla Şêx Evdilrehîm ji tiliya wî derxistine, serê wî
jêkirin, xistine tûr û bi xwe re birine. Dema Cemîlê Seyda hatiye
kuştin bi çavên xwe dîtiye. Par havînê ez çûm welat. Ez siwar bûm
çûm Seletê, ciyê buyerê. Ez çûm ser gora Şêx Evdilrehîm. Min fatihekî jê
re xwend. Ji wir ez çûm Nehyê cem Şaredarê Seletê. Xwedê jê razî, tevî
xortaniya xwe jî, pir kîbar bû... Hinekî şandin, Hecî Şukrî anîn. Hecî Şukrî 1899 an de ji diya xwe buye.
Yanê sed û yazdeh salî, lê bi gopala xwe hat Şaredariyê. Li ser xwe bû.
Çavên wî baş didîtin. Hişê wî de tu kêmasî tune bû. Bîra wî jî tevîhev
nebû. Hecî Şukrî zavayê Emerê Koperî ye. Emer hevalê dewletê ye û di
kuştin û girtina wan firaran de xwedî rol e. Min ji Hecî pirsî û wî got.
Min qeyd kir. Şibaka Hecî ji yên din cûdatir, aliyê neyar baş dizanî.
Êvara destpêka wî şerî ji ku dset pê kir. Firarên Binê Xeta Fransawî tên ew êvar
digîjin gundê Zêwê, mala Brahîmê Ehmed. Gundê Zêwê li başûrê Seletê, li
wî milê çemê Dîcle ye. Birahîmê Ehmed, Huseyin Beg û Elî Beg, Şêx
Mîzbeh, Şêx Evdirrehîm û Cemîlê Seyda nas dike. Wan diezimîne, şîv dide
wan û ji wan re dibêje: `Welatê me fitne û fesad tijî ne… Hûn li vir di
mala min de bimînin, hinekên ji min nexweş herin giliya we bikin, ne bi
min dikeve, ne jî li we tê… Ji bona ewleyiya we, ya baştir ez ê yekî bi
we re bişînim Baxçeyê Hacî Çelebî. Ew der ji nava gund, ji mala min
çêtir e…` Firar jî gotina Brahîmê Ehmedê Zêwê mehqûl dibînin, dibêjin: `De, baş e.` Brahîmê Ehmed, Hacî Huseynê Kor dixe pêşê û wan bi rê dike. Lê niyeta Brahîmê Ehmed û Hacî Huseynê Kor çi ye, nayê zanîn. Çima nava baxçeyê Hecî Çelebî?.. Tiştên Hecî Şukrî gotin, çîrok temam
dikir. Pencereya Hecî Şukrî tiştên aliyê neyar û sîxuran xweş didît. Nav
lehengên xirabiyê Hacî giş gotin. Di qalkirina Sofî Şewket de, şeş rûpelê
A4 nivîs derket holê. Di vegotina Hemê Axa de pênc rûpel û yê Şêx Salih
de jî çardeh rûpelên A4 derket. Vegotina Hacî Şukrî jî qasê yê Şêx
Salih rûpel... Bi yek çîrokbêjî re jî hemiyê navan tune bûn. Ez li dû hemî navan geriyam. Li ser
vê buyerê du stiranên ku xwediyan gotine, ketine devê dengbêjan, min ji
devê çend dengbêjan guhdarî kirine û nivisandine. Wek nimûne: Sidîqê
Bozo, Huseynê Farê, Eliyê Licokî, Nûroyê Elîparî û... Ciyekî arzî yê vê Efsaneyê di dîroka Kurdîstanê de heye. Çima? Lewra lehengê navên wan di Efsaneyê de
derbas dibin, ne kesên di nava civatê de ji rêzê ne. Xwediyê Tekye,
Medrese û Navnîşnan in. Şêx, Mele, Beg, Hecî û Serekeşîr in. XOYBÛNÊ ew
şandibûn. Dê biçûna cem Yado Axa û piştî hêzkirina civatê dê biçûna
alîkariya Dêrsimê. Atatirkiyan ev zanibûn loma jî bi bîst hezaran esker
avêtin dora wan, agir bera wan dan. Meriv bi saxî di nava zeviyên
geniman de şewitandin... Navên wan qehremanan ku heya niha min peyda kirine ev in: 1 -Șêx Evdirrehîmê Paloyî (Birayê Șêx Saîd e) 2 -Șêx Mîzbehê Mala Bokarik ( Ji deșta Silîvan e) 3 -Cemîlê Seyda ( Lawê Seydayê Licî ye) 4 -Hecî Teyib ( Ji nava Licê ye) 5 -Xalitê Șerîf, ( Ji nava Licê ye) 6 -Evdilsemed, ( Ji Hênê, gundê Tilêtînê ye) 7 -Mehemedê Xatê, ( Ji Licê, gundê Markê ye) 8 - Mele Hemdullah ( Ji herêma licê ye!..) 9 - Seydixan (Lawê Sabîr, ji herêma Licê ye!) 10 - Silheddînê mala Seydo ( Ji Serhedê ye) 11 - Yuzbașî Huseyn Begê Stewrî (Ji beglerên Stewriyê ye) 12 - Yuzbașî Elî Begê Stewrî (Ji beglerên Stewrê ye) 13 - Yuzbașî Mistefa (Diyar nine ji ku ye) 14 - Hesen Axa ji Palo yê, (Ji Palo ye) 15 - Hîlmî Beg (Ji Mûșê ye) 16 - Silê Salikî (Ji beriya Mêrdînê ye) 17 - Serreșê Baqustanî (Ji Sirgêçya Mêrdînê, Ewêna ye. Sax maye) 18 - Ehmedê Mihê (Ji gundê Hacanan e. Sax filitiye) 19 - Yuzbașî Ziya (Ji erebên
Stewrê û sîxur e.) Not: Evdilayê Mamo digot Yuzbaşî Ziya ji dêrsimê
ye... Mehmûd Yeşîl dibêje: ´Bavê min Yuzbaşî Ziya bi dê û bav nas dikir,
erebê Stewrê ye...´ Piştî vê bazdanê, min dît yê Mehmûd Yeşîl rast e. 20 - Osman Baydemir dibêje: ´Bavê min bi wan re bû...´(Sax maye)
|