Hewlêr, 4 Adar (AKnews) – Rêberê PKKê
Abdullah Ocalan, diyar kir, li Tirkiyeyê bo çareseriya pirsgirêka Kurd,
dikarin gavan bavêjin û derbarê agibestê de jî got, dê heta Newrozê (21ê
Adar) li benda helwesta hikûmetê bin.
Ocalan, Çarşemiya borî, li Girtîgeha Îmrali digel parêzeran hevdîtin pêk anî û derbarê mijarên rojevê de daxuyanî da.
Li
gorî daxuyaniyê ku di ANFê de hat weşandin, Ocalan got, ew ji
bidawîkirina agirbesta yekalî ji aliyê Koma Civakên Kurdisan (KCK) ve
agahdar e û wiha domand:
"Hêviyên min yên derbarê çareseriyê de
heta niha jî hene. Çareserî, pêş dikeve û kûr dibe. Dibe ku heta 21ê
Adarê, li nav dewletê hinek guhertin rû bidin û hinek gavên pratîk bên
avêtin. Dive heta 21ê Adarê, bûyerek nerênî neqewime. Em dê heta wê
demê, li benda helwesta hikûmetê bin. Dibe ku ev rewş ji Adarê heta
Hezîranê jî bidome."
Ocalan, destnîşan kir ku astenga herî mezin
li hember çareseriyê, partiya desthilatê ye û wiha got, "Ez di vê rewşê
de, CHPê ji AKPê pir baştir dibînim, ji ber ku car car daxuyaniyên erênî
didin."
Abdullah Ocalan, anî ziman ku ew "vê gave" şêwaza serhildanê ya Tûnis û Misrê pêşniyar nake û wiha axivî:
"Vê
gavê, hewlên me bo livandina girse û rêxistinan nine. Lê divê her kes
bizane ku em pir ji Tûnis û Misrê pêştir in.Ji ber ku, em xwediyê
ezmûnên bi salan xebat û têkoşînê ne."
Ocalan, daxuyand, BDP di
hilibijartinên 12ê Hezîrana 2011ê de dikare 30-35 parlamenter derbixe û
got, heke baş kar bikin dikarin 40 parlamenteran jî bişînin
parlamentoyê.