Nave min Hediye Guzel, 33 salî me, zawijî me, du
zarokên min hene. Ez ji Anatoliya Navîn ji Konyayê me. Ez li Swêdê hatim
dunyayê. Dê û bavê min di sala 1964ê de wek penaberên aborîyê hatin
Swêdê, ango ew kurdên siyasî nebûn. Ez li Stockholmê li Herêma Fîtyayê
(Fîttja) mezin bûme. Heta 20 salîya li wir jiyabum. Li Fîtyayê gelek
kurd hene, piraniya wan kurdên Konyayê ne.
Min li Swêdê du zanîngeh xilas kirin. Yek ji wan Zanîngeha Zanyariyên Siyasî ye û ya din jî Rojnamevanî ye. Ez salekê çûme Fransayê û li wir zimanê fransî xwend û li ser hiqûqa fransî lêkêlîn çêkir. Paþê vegeriyam Swêdê û li ser zanyariyên di derbarê Ewrûpayê de, bi taybetî Yekitiya Ewrûpayê de mastir çêkir. Ez þeþ zimanan dizanim û berpirsiyara ragihandinê ya Partiya Çep ya Swêdê me. Ew di hilbijartinên Swêdê yên îlonê de namzeta parlamana Swêdê me.
Ez hîn 15 salê bûm, ez ketim nav rêxistina Partiya Çep a ciwanan ku navê wê ”Ciwanên Çep”e. Pisti min xwendina xwe temam kir, pêsî min li Brukselê di Parlamentiya Ewrûpayê de, wek karmend, ji bo Partiya Çep kar kir. Piştî wê, di 2002ê de, ango berî vê hest salan partiyê ez þandim Swêdê û min di parlamentoya Swêdê de, wek berdevka çapemeniyê ya Partiya Çap dest bi karê xwe kir. Berî ku Lars Ohly, serokê me yê niha, hîn nebûbû serokê partiyê, ew di parlamentoyê de di komusyona parlamentoyê ya karûbarên derve de bû. Hingê ez şêwirmenda wî ya sîyasî bûm. Wî karê min salekê dom kir. Paşê ew di sala 2004ê de bû serokê partiyê û ez jî bûm mudûra nivîsgeha wî. Di wê demê de zarokê min çêbû. Ez neh mehan li malê li ba kurê xwe sekinim û mêrê min jî 9 mehan. Ango me lênêrîna zarokên xwe bi awayekî wekhev di nav xwe de par ve kir. Li Swêdê mirov dikare 18 mehan bi zarokê/a xwe re li malê bimîne. Ji me re girîng bû ku zarok di sala xwe ya pêşê de hem dê hem jî bi bavê xwe re li malê bimîne. Di we demê de min zanyariyên xwe yên li ser yeksaniya jin û mêran kûrtir kirin. Feminîzmê gelek bala min kişand