18. Festîvala Çanda Kurdî a Navnetewî di 18 îlonê de li Kolnê ye
2010-09-07, 10:57 PM
18. Festîvala Çanda Kurdî a Navnetewî di 18 îlonê de li Kolnê ye
Cih û dîroka 18. Mîhrîcana Çanda Kurdî ya Navnetewî hat guhertin. Li
gorî vê Mîhrîcan wê 18`ê Îlonê roja Şemî li bajarê Kolnê bê kirin.
Federasyona
Komeleyên Kurdên Ewrûpayê (YRK-KOM) di derbarê '18. Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî' de daxuyaniyek nivîskî da. Di
daxuyaniyêde hat gotin ku, festîvala ku beriya niha dihat plankirin ku
11`ê Îlonê roja Şemiyê li Dinsland a bajarê Duisburg a Elmanyayê bê kirin,
di dîrok û cihê wê de guhertin hatine çêkirin. Li gorî vê yekê wê
di 18`ê Îlonê roja Şemiyê li Stadyûma Rhein Energie ya li bajarê Kolna
Elmanya yê bê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku,
jiber "Loverparade" ya ku beriya mehekê têde 21 kes mirin û gelek kes jî
birîndar bûn û bi vê sedemê pirsgirêkên ku di teknîkê de derketin,
herwiha hinek pirsgirêkên burokratîk ew naçarmane ku di cih û dîroka
mîhrîcanê de guhertinek bivî rengî pêkbînin.