Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 1:19 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN » ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN
ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN
volongotoDate: Sunday, 2012-02-19, 4:12 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN

Li Anatoliya Navîn; li der û dora bajarên mîna Ankara, Yozgat, Çankiri, Kirşehîr, Sêwas, Qeyserî, Aksaray, Konya û heta sinûrên Eskîşehîrê gelek kurd dijîn. Kurdên li wir bi sê zaravayên Kurdî deng dikin. Vana Kurmancî, Kirmanckî-Kirdkî û Lerî-Lorî yê. Wan kurdan li vê herême herî kêm 300 salin ku bi cîh bûne. Sedema hatina wan jî polîtîka osmanîya ya bi zorê bicîh kirin û parçekirina êlan e. Yanê bi darê zorê hatine vê herêmê. Berî yê bên jî ew li der û dora Meletî, Semsûr, Mereş, Germîyan û Dîlokê dijîyan. Nêzikî 10 salan jî li dora Raqa, Hama û Humûsê jîyabûn. Ji van sê zaraveyan em ê li ser zaravaya kurmancî rawestin.

Eger li ser devokên Kurdî xarîteyek bê çêkirin, devoka wan kurdana ya di beşa rojavayê Kurdistanê ya herî kevn e. Yanê, ji Helebê bigre heta Dîlok, Germîyan, Meletî, (hinek jî Amed) Elazix, Dêrsîm, Qers, Gurcîstan, Ermenîstan û Azerbeycanê dirêj dibe. Li hêla bakûr jî xeteka nêzikî vê devokê heyê ku ji Xalxala Îranê destpêdikê heta Gîlan (beşa Kurmancî û Lerî axif), Qezvîn, Mazenderan, Xorasanê belav dibe. Zanyarîya min li ser kurdên Herat û yên Hindistanê kêm e, lê ji bo ku ew parçyên ji kurdên ji Xorasanê ne dibe ku devoka wan jî nêzikî ya Xorasanê be. Ez wan hemîyan wek ‘Kurdên derveyê Welat’ binav dikim. Bê guman ziman û forma wî bi rewşa miletê, bi rewşa wî ya aborî, civakî, dîrokî olî û coxrafîk ve girêdayî ye.



Ji bo ku kurdên me, wek me li jor jî dest nîşan kir û erdnîgarîya wan dîyar kir, di dîrok û coxrafîyeka cûda de jîyan ê. Dîroka wan kurdan, bi piranî ji kurdên nîştecîhê ji Kurdistanê cûda pêk hatiyê. Di nava wan de tekîlîyên bi berdewamî pêk nehatine. Ji birayên xwe kurd zêdetir, bi dagirkerên welatê xwe re tekîlîyên wan yên demdirêj çêbûne. Ew yeka ne ku wan xwastiyê. Bê îrada wan, ew encameka ji coxrafîyaya ku ew lê jîyane û ji ol û dîroka wan ya civakî hatiye.



Bi piranî li Azerbeycan û dewleta Şadiyan de wan xwe bi rêxistinî kirine. Li wir jîyane. Ji wir jî çûne li rojava yê Anadolê, rojava û bakûrê Sûrîyê û Xorasanê belav bûne. Ji ber vê dîrokê û tekilîyên civakî jî di zimanê wan de guhartin pêk hatiye.



Di gruba zimanê Hînd-Awrûpî û beşa Aryanî (Îranî) de, koma ku zimanê wê herî zêde pişirîye kurdên li Anatoliya Navîn û rojavayê Kurdistanê ne. Guherîna bingehîn xwe di hêjmaran de dide xûyakirin.



Kurdên li Anatoliyê û hinekê rojavayê Kurdistanê (Mereş, Meletî, Dîlok, Elazix) dema dijmirin, piştî dehan dibêjin dewyêk (dehûyek 11), dewdudû(12),…, panzdeh(15),…dewheşt, dewnehê û bîst.



 
volongotoDate: Sunday, 2012-02-19, 4:13 PM | Message # 2
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Ew sîstema hêjmartinê ne gor pîvanê zimanê Arranî ye. Têne li hêjmara panzdeh ew xwe didin dest. Lê di hêjmarên din de gûhartinên radikal pêk hatinê. Vê gûhartinê rêngê xwe da ye ser hevok û peyvan jî. Di hevokan de gelek “miş/mîşkê…” derbas dibin. Lewra peyvê ji Tirkî girtine hema wek orjînala xwe nekirinê nava hevokê. Di wan peyvana de jî gûhartinê pêş yan jî yên paş pirtik bi wan ve kirinê/dikinê ku ma tekevê forma kurmancî. Yan jî bi temamî bi peyvên tirkî dixwazinê hevokên Kurmancî ava bikin. Wek mînak: tê gotin, “ kapi kapatmiş kê” di Tirkî de rastiya vê “kapiyi kapat” e, yanê derî bigire ye. Ew ‘ê’ ya dawî hevokê dixwazê bikê forma Kurmancî.



Gûhartina radîkala di hêjmaran de pêk hatiye îşaret (nîşan) û ispata dîrokeka demdirêja ya bi tirk û miletên din re yê jiyanê ne. Li ser tekîlîya tirk û ew beşa kurdan mirov dikarê niqaş bike. Gor lêkolînên min kirî, ew tekîlî, bi qasî nêyî fahm kirin kevne û mijara pirtûkanê…



Ji alî din de, ew sîstema (yanî berê deh piştre yek=dev-yek) di zimanê girekî û macarî de jî heye. Bi van herdu gelan re jî tekilî, cîrantî, şer û alîkarîyên bi hevre yê dîrokîyê wan û kurdan pêk hatinê. Îşareta wan jî hinek peyvên dinav zimanê kurdî de û gelek ispatên din in.



Kurdên li Xorasanê ji bo ku ew di bin desthilatdariya Îranê de ne di hêjmartina wan de tu guhartin nîne.



Têne ew ên di bin desthilatdariya tirkan de û Sûrîyê de hijmaran şaş bikar tînin. Ji bo ku kurd di dibistanê de fêrî Kurdî nabin, herkes gor şert û coxrafya ya ku tê de dijî zimanê xwe bikar tîne û ew jî dibê sedêmên gelek tevlîhevî û şikeştinan. Niha kurdên li derwayî Welat, bi taybetî yên rojava gelek ji wan ketinê bin bandora Tirkî. Carna di hevokê de tenê ‘û’ Kurdî ye, hemû peyvên din Tirkî ne. Di alî sîyasî de şîyarbûneka wan heye û ew vegeriyana ser hestên neteweyî. Di alî ziman de jî pêdivîyek bi hewildanek bi hêz heye.

Mirov zimanê kurdên li Anatoliyê dikarê di çend konaxan û taybetmendîyan de binirxîne:

 
volongotoDate: Sunday, 2012-02-19, 4:13 PM | Message # 3
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Beşek ji peyvan di bandora tirkî û zimanên din de mayê:



K. Anatoliyê Tirkî Kurdî Şîrovê



dev-yek on-bîr yanz-deh ji Tirkî, Macarî, Yunanî ketîyê nav

çekêlme ayran dew Çekêlmê ji ‘çalkalama’ tirkî hatiyê

qêmax kaymak to rûnê ser mest digrî yê û ji Tirkî hatiyê

îna înanma bawer kirin Tirkî ye

xoriz horoz dîk Tirkî yê

qelem kalem pênûs ji Erebî hatiyê

onaşi onaşi ---- şîvêka ji hevîrê tê yî birînî, muj û goştê. Ji on-aş a Tirkî hatiyê

dûn hayvan yaxi don ji bez ê ajalan re tê gotin

oxirbê Uxurlar ola --- Ji Erebî hatiyê

riz pîrînç pirinç di Macarî û Rûsî de jî riz ê.

gogirçî gûvercîn kevok Ji ‘gök-yüzü’ ya Tirkî hatiyê.



Beşek peyvên kurmancîya Anatoliyê ji Kurmancîya navêndî cûdatirin:



boçik --- dûpişk ji bi boç bûna vî ajalî tê.

çirdikî/çitoyî nasilsin çawayî Heta dema dawî çawayî nedihatin zanîn.

çexbê dön bizivre li Xorasan jî ‘çerxbê’ ye.

çolik/pêner peynîr penîr ---

cûm sakiz benîşt/cûm ji cuyînê tê.

benîşt yapiştirici --- ---

çiçik/pêsîr meme berpêsîr ---

danan dîkme çandin dar danan

êcer yenî tezê di wataeya gîyayê biharê û hatin-çûyinê de

firi/firîg ---- ---- mastê yekêmîn û genimê hîna nerm

fodil gûzel civan bi piranî ji bo jinên xweşik tê bikar anîn.

heştir deve deve ---

kergu tavşan kerguh/kevroşk ji gugê kerê hatiyê û Kurdîyê.

kompîr patastes patete/kompîr di Yunanî, Macarî û Rûsî de jî kompîrê

qilot yuvarlak gilover/qilotik ---

losek tembel teral ---

meris ayakabi sol ji me-risî na Kurdî tê.

mit pekmez dims ji mîtîna Kurdî tê.

pêçik eldîven lepik/destkeş ji pêçîyên Kurdî tê.

reşbelek yazi nivîs hema hema nivîs nê zanîn

sîva hat küstü xeyidî ---

şijing/sêzing sûpûrge melkis Reşî dibêjin şijing, Canbeg dibêjin sêzing

şunakim yapamam nikarim ---

têr kelebek pirpirok/pepîlog ---

teq-ê/pencerê pencere pencere ji pênc-ço yên Kurdî tê

so yarin sibê ---

lênişt bîndî lê sîyar bû -nîşt ê ji venîşta Kurdî tê.



Beşek ji peyvên Kurdîya li Anatoliyê ye şikestî û tevlîhev bûne:



ro gûneş roj ---

ro gûn roj ---

îv ay hîv ---

ar ateş agir/ar ---

pî kol mil di wata mil de bi kar tê, lê

juni bacak pî di wata pî de bikar tê.

rast sağ taraf milê rastê ---

dûz dogru rast ---

bazda atlama bazdan/rev di hevokê de carna di wata rêvê de bikar tê

bi meş koş peya çûyin/meşîn di vê peyvê de jî tevlîhevîyê heye

esp at hesp ---

gustirk yüzük gustîlk ---

ard un ard ---

îşlik gömlek/îşlîk kiras li Anatoliyê kiras di wata fanîlê bin îşlik de ye

hû-kirin öxrenmek hîn kirin ---

Î te o geliyor ewî te ‘î ‘ di cîyê ewî de tê bikar anîn.

eşin mavî şîn di navbera şîn û kesîk de tevlîhevîyê heye.
 
volongotoDate: Sunday, 2012-02-19, 4:13 PM | Message # 4
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Di hinek cîhan de şaş bikar tînin. Mînak: “Vê êşinîyê li ber mangê ke” di êşinîyê de mebest gîya yê. Di hinek cîhan de jî rast bi kar tê. Mînak: “Bi benî kesik bidirû”. Kurdên li Anatoliyê, navê rengî “şîn” herdêm wek “h/êşin” bikar tînin. Eger mirov bê şîn ewê şîna grî fêhm bikin. Li cem wan ew reng êşîn e. Wek tê zanîn kurd di dema şînê de rengê şîn li xwe dikin, dibêjin ku tekîlîya navê vî rengî ji vê kevneşopîyê tê.

Ji bo ku di nava kurdên li derwayî Welat de, di dibistanê de ziman nehatiyê fêrkirin, kurdên li Anatoliyê di nava hevokê de peyvên rast bikar tînîn lê dema têne wata peyvê tê pêş wan, ew ji nav dernakevin: Mînak:

1- Merîyan (yan jî pez) h/êrîşî nava gund kirin. Ew hevok gelek caran bikar tê; eger em ji nava vê ‘hêrîş’ ê bigrin nizanin gelo ku wata xwe êrîşa di Kurdî de bikar tê? Dîsa em ‘nav-în’ ê bigrin, nizanin ku ew nave yan jî ortê ye.

2- Însan li hev civîyan. Di axaftina rojane de gelek caran bikar tê. Eger em bêjin têne ‘civîn’ ê ew dîsa nayê fêhm kirin.

3- Mînak; Şêr û pilingan li berxwe dan. Ji vê hevokê ku em ‘şêr û piling’ bigrin nê zanîn ku wata wan çiyê, lê di axaftina ji dê û bavên xwe ezber girtî, bi piranî ezber û bê ku wata wan bizanin jî deng dikin.

4- Tê venda kir bi destên xwe, min dît bi ronîya çavên xwe. Ji vê gotina mezina ronî-ya derxê nizanin ku wata wê çiye.

Di nava wan kurdana de çanda devkî wek behrekîyê; bi nivîsandinê teva nabê. Di Koara Veger de armanca me yek ew bû ku; ji her gundekî pirtûkeka henek, metelok, çirok, kilam û hwd derxin; pir mixabin em bi ser nekêtin. Ew çanda devkî, heta 50 salan berê bikar dihat. Dayikên me her roj û şev ji me re çîrok û metelok digotin û em bi wan mezin bûn. Lê qirna piştî me ji vê sûd wernegirt; lewra TV, dibistan û tekîlîya bazarê bi dagirkeran re ew da sekinandin. Ji ber vê jî ziman û çanda me gelek zirar dît. Mirovên me ketin nava valahîyê û gelek jî teslîmî polîtîka dagirkeran bûn û niha tenê bi zimanê wan deng dikin. Di van 50 salên dawî de kesên ronakbîr nikarîn zêde çanda me derbasî ser kaxizê bikin û ji bo vê jî zirara me hîn xûrtir bû. Di van 10 salên dawî de kovar û revşenbîrî di vê mijare dê roleka gelek erenî/pozîtiv lîstin. Lê barêkî din jî li ser milên wan kovar û şêxsîyetana ye: divê ew zimanê ku hatîye ji bîrkirin, dîsa bi vî gêlî bidin fêrkirin û hezkirin.

Di vê pêvajoyedê ew dor mecbûrin ku zimanê herêmî bi yên navêndî nêzikî hev bikin û cûdahîyan ji holê rakin. Ji bo netewîbûna me ev pir gîrîng û acîle.

Rewşa zarava yê Kirmanckî û Lerî/Lekî jî hema hema wek Kurmancî yê. Tirkî gelek ketîyê nav wî û ziman gelek xirab bûyê. Ji bo vê jî barekî giranî li ser milên kovar, rewşenbîr, şaredarî, mamoste/a û xelkê herême ye ku vê agirî vêmîrînin û kurdîya şêrîn dîsa bikin zimanê rojane û wî wek ronîya çavên xwe biparêzin.



Şoreş REŞÎ
 
Forum » Gotiné strane kürde Anadoluya Navin » ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN » ZIMANÊ KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024