volongoto | Date: Friday, 2011-10-14, 8:56 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Metelok
Ew Metelok/ Gotinen Mezina, bi vate û manîdarin
Mêr çem e, jin gol e
Mêvanê yekî, mêvanê gundek î
Mala dîna, rabûn hev bi pîna
Mala bavê meydane mala xezûr zindane
Mal vedigere can venagere
Li kerê mirî digere ku nalan jêke
Li deriyê kesî nexe bi tilîke, ma kes li deriyê te nexe bi mîrkutan
Ku hat malxwirê malê, ku nehat qeda li salê
Ku xwedê li hev anî, nûrê dikim kevanî
Keça baş rûsipîtiya bavê xwe ye
Kera xwe bi ker da cilika xwe bi ser da
Kevn e pîr e, ji gotina re bîr e ?
Kerê reş dixwe tiştê xweş
Kevirên mezin, bi yên biçûk disekinin
Ji mêra nav dimîne, ji gaya çerm dimîne
Ji xelkêra hût e, ji xwe re kût e, hevalê ticarê rût e
Hinek dikin, hinek dixwin
Hezar dost kêm in, dijminek pir e
Hemû mêr nabin şêr
Her teyr bi refa xwe re ye
Her teyr b refa xwe re ye
Gava mêvan tên behra xwejî bi xwe re tînin
Gava dewlet birêse, ga golikê dialêse
Hesinê germ bi hilmê germ nabe
|
|
| |