Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSThursday, 2024-03-28, 6:17 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Helbest » Destana berxwedanê - Ebdurehîmê Mûşî
Destana berxwedanê - Ebdurehîmê Mûşî
volongotoDate: Wednesday, 2011-05-18, 9:36 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Destana berxwedanê - Ebdurehîmê Mûşî

WEDNESDAY, 18 Gulan 2011 16:04

Gelê kurd ceger pola
Li kolan û li çola

Qet natirsin ji romê
Serîhildan wek şêra
Gişt qehreman, leheng in
Lehengê b‘nav û deng in

Dilê zalim de saw in
Ciwan û keç û law in

Çi jin an jî çi mêr in
Hemî leheng wek şêr in

Gel rabûye serhildan
Bênavber, bêrawestan

We nivîsandî „Destan”
Her bijî ew „Berxwedan”

CANFÎDA YÊN LEHEG

Donzdeh bazên azadî
Canfîda nin, canfîda

Namrin tu wextê Şehîd
Dijîn di nava dila

Pehlewan û qehreman
Ewan şêr û Lehenga

Ser qebrê wan biçînin
Deryakî baxê gula

Ez hemûyan Yad dikin
Bi awaza bilbila
FERMANA ZALİMAN
Cardin rakirin ferman
Wan zalimên sîtemkar

Zalim fîxanekî xist
Nava dilên birîndar

Donzdeh cîger qetandin
Ji nav baxçe yê gulan

Pêt û agirek dijwar
Berdan dilê dayîkan

Dil û cîger peritîn
Bû fîxana bilbilan

Gelê me reş girêdan
Hêstir ji çav bariyan

Gel di nava agir da
Pêta agir di dil da

Ji fîxan û girînê
Hêstirê çavan gul dan

Ji wî ezmanê bilind
Donzdeh stêrk vemirîn

Şîn û xişmekî mezin
Kirin nav dilê kurdan

Hêsrê dayîkan rijand
Cerg û hinavan pijand

Zalim: Dilê gelê kurd
Mînanî findê heland.

Ebdurehîmê Mûşî
Almanya, 16.05.2011
dengbej@hotmail.de

Attachments: 2867562.jpeg (14.4 Kb)
 
Forum » Helbest » Helbest » Destana berxwedanê - Ebdurehîmê Mûşî
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024