volongoto | Date: Thursday, 2011-12-08, 9:41 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| YEKBÛN Û YEKÎTÎ YA KURDÎ
Ew Lor û Bextiyarî Baban; Kurdmanc û Hevreman û Zazan; Kurdên, ji welatê Rom û Sorî, Kurdên Ecem û Iraq û Sûrî, Kurdên ji welatê jor û jêrîn; Serçav bilind û zexm û nêrîn; Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan, D'hêvî de yek in û yek di raman, Yekbext in hemû, ne bextiyar in, Ser erd û dinê, liyan û jar in. Zerdeşt bû melayê kevnê kurda, Qanon bû çiraya zendavesta, Ew felsefeya qedîm û pir nûr, Zendî, zmanê kevn û meşhûr; Zerdeşt û çiraya zîvê Zerdeşt; Ruhnî ew e, ser çiyan û ser deşt. Her kat ji kitêba Zendavesta, Pêtek bû li dil, gurî di desta, Ristem ji me ye û şah Nadir, Siltan Selahedînê denggîr, Xanî û Melayê Bâte, Teyran; Gî kurd in hemû, ji xwîna kurdan. Nabî ji me ye, û Şêx Ehmed; Hîmê me ye Zend û dewleta Med. Agirî, Sîne, Wan û Mûş û Zîlan, Kanî ne, ji wan vejîne xortan, Sinî, Elewî û Eyzedî çî ? ? ? Em bûne xulam û mane birçî ! ! ! Kurd in ne cuda ji dar û ra ne, Bin destê Xwedê û yek xwedan e, Kurd in hemû em, ji yek nijad in, Tev dad û kerem û pak nihad in. Bextên me yek in, ne se ne car in Em Kurd in û tev bira û yar in. Agirî, Sîne, Wan û Mûş û Zîlan, Kanî ne ji wan vejîne xortan. Sinî, Elewî û Eyzedî çî ? ? ? Em bûne xulam û mane birçî ! ! !
Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan Bêrût: 23 Gulan 1929
|
|
| |