Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-03-29, 7:58 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Helbest » Firarên Binêxeta Fransawî 2 (NÛ)
Firarên Binêxeta Fransawî 2 (NÛ)
volongotoDate: Sunday, 2011-09-04, 6:49 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
**** *** *** *** *** ***
Perîșanê lê lawo, vê sibê dilê min di xemê da
De kula Xwedê bi kul be, têkeve berî mala Wisifê Rehîmê
Fesad û ewanê xopana deșta Sînaniyê
Telefonek daye Yuzbașiyê Bismilê
Dibê heft mehkumên Binêxetê
Hatine deșta Sînanê ber van avan, rasta vê Seletê
Di benda cuhê de, ji êvar da mane di xewê da…
Wî de lê lê lê
heft mehkûmên siwaran di benda cuhê da mane di xewê da...
De bila kula xwedê bi kul be,
Têkeve berî mala Yuzbașiyê Bismilê
Pêncî cendirme bi xwe re hilaniye
Ketiye xopana Seletê, wî, de, belê, ketiye
Gundê Iso, gundê Hacî, xopana Cirêtê,
Kafirxerecê, Kemerxelatê li Tavî û Seletê
Tabî û konên xwe kutane, mane te da…
Di berbanga sibê da, devê topan û mîtralyozan
Li mêrxasên mala bavê min girêda…
Wisifê Rihîmê bi sê denga gazî dikir,
Yuzbașiyê Bismilê, digo lawo,
Havîn e xweș havîn e…
Malikmîrato tu defter û qelema xwe ji berîka xwe derîne,
Navê wan mehkûman binivisîn e
Ez zanim vana kurê kî ne…
Siwarê pêșî gurê ordiya, kekê Șêx Fehîm, Șêx Evdirrihîm e
Siwarê diduyan navê wî Silêman e, bi eslê xwe Sûrî ne
Siwarê sisiyan Xalit e, ji Licê, mêran dikuje, talanan vedigerîne
Siwarê çaran Cemîlê Seyda, bi koka xwe licî ne
Siwarê pêncan Hîlmî Beg, bi eslê xwe mûșî ne
Siwarê șeșan torinê mala Bokarik, Șêx Mîzbeh, kurê Șêx Nûredîn e
Siwarê heftan torinê mala Wisifê Seydo, ji Geliyê Berazan,
Kurê Seydixanê Kerr, navê wî Silhedîn e
Wî de hayla lê wayê, hayla lê wayê, haylê wayê…
Heya rojekî sax bim li darî dewrana dinyayê
Kula mehkûmên tola Perîșanê, hêsîrên nava genim
Ji dilê min dernayê… Wî de wayê wayê wayê...
Wisifê Rehîmê gazî dikir, Yuzbașiyê Bismilê
Siwarê hefta ye, kurê Seydixanê Kerr e
Kuro lawo, navê wî Silhedîn e
Silhedîn bi sê dengan gazî dikir
Wisifê Rehîmê lawo,
Wezê bi çola Perîșanê diketim bi darê ter e…
Heyla li min korê…
ev sala hefta ye rom xayin e
Sarinc e, ji firarên mala bavê min venagere…
De îro ji êvara Xwedê da,
Li çola Perîșanê, lê belê vê sibekê
Li herêma xopana Mîrqulya
Li pey Șêx Evdirrehîm, gula șêxleran
Șêx Mîzbeh, Cemîlê Seyda, gamêșê golgeniya,
Lawo wele șer e...
Li milê rastê tê dengê Cemîlê Seyda
Li milê çepê tê dengê Silho, kurê Seydixanê Kerr e
Silho bi telaqê jinberdanê sond xwariye
Ketiye ser riya Sehdiyê, ji milê Bismilê venagere
Lê belê Cemîlê Seyda bi sê denga dikir gazî
Șêx Mîzbeh lawo, tu bi ku da diçî?
Șêx Evdirrihîm bi sê guleyên modoliyê birîndar e
Li gola Heso Șûjono, ji êvar da
Rê lê girtî, venagere…
De heyla lê wayê, heyla lê wayê heyla lê wayê…
Lê belê sibe ye
Min dî Cemîlê Seyda bi sê denga dikir gazî
Wisifê Rehîmê digo
Lawo dilê min ji dila dilekî dîn e…
Malikmîrato namûs û xîreta te li pêșiya me tunîn e
Lawo wem xerîb in, perîșan in, wem rêwi ne…
Nefîrama giran ji ser me vegerîn e…
Wele eger tu bawer nakî, nîvê me seyid,
Nîvê me mesebî ne
De Wisifê Rehîme

Attachments: 8287257.jpg (45.5 Kb)
 
Forum » Helbest » Helbest » Firarên Binêxeta Fransawî 2 (NÛ)
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024