Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSTuesday, 2024-04-16, 4:49 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Helbest » Helbest » ZIMANÊ KURDÎ
ZIMANÊ KURDÎ
volongotoDate: Sunday, 2011-08-14, 6:36 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
ZIMANÊ KURDÎ

Zimanê Kurdî çiqas şîrîn e
Baxçê gulan e, hingivîn e
Şaristanî ye, pir jî rengîn e
Zimanê Kurdî jîn û evîn e

Zimanê Kurdî kesayetî ye
Helwest û hesta neteweyî ye
Jibîrkirina wî şerm û fedî ye
Çendî şîrîn e zimanê Kurdî

Tîrêj û roja hemû Kurdan e
Awaza xem û xeyalên wan e
Wekî aqil e taca zêrîn e
Şan û şeref e Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî çar zarava ye
Kûr û fireh e, wekî derya ye
Nasnama me ye Zimanê Kurdî
Çiqas şîrîn e zimanê Kurdî

Ger tu kurd û gernas û merd bî
Bextewar û şareza û serbest bî
Bi feraset, bi hebûn û zîrek bî
Divê tu bizanî, Zimanê Kurdî...

Mahmut Aydin
 
Forum » Helbest » Helbest » ZIMANÊ KURDÎ
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024