volongoto | Date: Thursday, 2011-10-06, 10:03 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Birtê (Bertî) Birtê birtê qurban Birtê Xort malê kûmê min ra birtî Ew çi sal bû min dilkî xwe girt Kût orispêj dest min girtê
Lê lê de min go vê pîrikê ez xapandim Tû qaw qacax nîştin bi min xoşandin Malê Kût orispê ar vêkeve Zîn zenge min şidandin
Lê lê de min go jêlda hatê xwe lê bakir Dûmanê cixalê li xwe belav kir Xelke go çî torê berduş e Di qelbê xwe de sîûsê cara maşelle kir
Lê lê de min go baran barî erd mişmişî Canî tor bû ning terişî Xelke go çî turrî berduş e De min go merkî cahîl bû di xwe qerişî
De min go baran barî erd şil kir Hoste rabû yapi çêkir Xelkê ji min ra qala dil kir Min di vir de cîger kûl kir
De min go here bavo here bavo Qelbe min lê bî xûna ava De min go ez nedame lawkî bi dilo Dane Bekê Osê yê dev kilavo
De min go xûde gundê me Mil Omer ê Kevire ber camîye me mermer e Qe tû sebaba dilê min te tûnebû Sebaba dilê min te Kor Omer e
Lê lê min go hîvî ron e weke çira Rahêla lawkê xwe ketim jê ra kilam sitra Ez hatime dawîya gundê Ome şewitî Wî go xongê min go bira
Lê lê de min go wextêk çîyakê ser min çîyakî pûşe Terzeyo li ser rê xûş e xûş e De min go ê yarê xwe nasneke Ji Gundê Ome xarzî Mistefa Çavuş e
Lê lê de min go li pê birê li pê birê Gelan gîdan li min re dibire Ê ku bi dilê xwe zewicinê Mîna zerkê qilê kîrê li paşilê
Lê lê de min go ava bîro germo kelî Lê peya bû hezret Elî Wextek dile min kete vî kalî De go here ma sevda min te bime dûnya wî alî
De min go berê malê me oy erd e Cilekê dînim tû xwe bi ser de Wextak merê kotî hatî kelemîj bû Eza bem tu deng meke min ra berde
De min go meke meke lawko meke Pezê xwe wûni li ser sîngê min mexel ke Cotê memik zozikê min were teve hev ke
Herçar malê di kortê da Ma lê hata bi ortê da Kî naberê dilê min û te keto Ma ningê wan bîşkeşto di hortê da
Hîveron e weke çira Rahêla lawke xwe ketim jê re kilam sitra Ez hatim dîyarî gundê me yê hesûd û mesûd ketim Ez bi te re bûme xang û bira
Kûndirîyê Kûndirîyê Kêlo xweyî dayî sedûsî ye Ma xûde dil mirade min-te bikira Min bigoto Arîf e birangê teyî ramedîye li hepisxana Engûrû ye Berdêla min dil gawir bû Li re heft cara sere xwe qare min ra li ber nenikê giredaye We pîrikê ez xapandim Tû qaw qacax nîştin min xoşandin Ê ku çavê xwe çave min açixtir Kezeva lawik şidandin
|
|
| |