Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-04-26, 12:49 PM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Hêrs dibe
Hêrs dibe
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:06 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Hêrs dibe
Azad hêj nû dest bi dibistanê kiribû. Mamostê wan ê hatibû fêrgehê, navê wan û yê bavê wan yeko yeko ji wan dipirsiya. Hinek paşê dora Azad hat. Mamoste jê pirsî:

-Navê te çi ye?
-Navê min Azad e.
-Navê bavê te çi ye?
-Bavo ye.
-Navê bavê te tuneye?
-Sê birayê min hene. Em hemû jê re dibên bavo. Lê mirovên din dibên Ehmed.
-Çima tu nabêjî navê wî Ehmed e?
-Dema ez dibêm Ehmed, bi min hêrs dibe.

Divê bimire

Li dibistanê mamoste ji zarokan dipirse: “Piştê ku mirov dimire diçe li ku?” Xwendekar: “Diçe goristanê.”
Mamoste: “Ji bo mirov here bihiştê, divê çi bike?”

Xwendekar: “Divê bimire.”

Mirov û Berxik
Mirovek rojekê rabû, xwest ku berxika xwe serjê bike.
Berxik:
-Ez dixwazim tu min serjê nekî. Heta ku sala min biqede.
-Baş e, ez te serjê nakim, heta ku sala te tijî bibe.
Salek qediya, xwediyê berxikê jê re got:
-Berxika min, tu çawa yî? Ma em salek jî bisekinin?
-Na, na, bes e.
-Çima bes e? Dinya xweş e, jiyan xweş e.
-Na, bes e. Min her çar demsal dîtin:
Bihar, havîn, payîz, zivistan. Ma tiştekî din heye?

Xwarin qediya, berxik çû
Zarokek piçûk di bin darê de rûniştibû, ji xwe re wêne çêdikir.
Bavê wê dît ku kaxiza wê vala ye. Jê pirsî:
- Tu çi xêz dikî keça min?
Zarok:
- Di nav çîmenan de wêneyê berxikekê çêdikim.
- Çîmen li ku ye?
- Berxikê bi tevahî xwar.
- Berxik li ku derê ye?
- Ku tiştên xwarinê qediyan, ew jî çû.

Li hemberê hev in
Zarokek wenda bibû. Mirovên der û dora wî jê dipirsiyan:
-Kuro, mala te li ku ye?
-Li hemberê parkê ye.
-Park li ku ye?
-Ew jî li hemberê mala me ye.

Porê Spî
Lawik ji diya xwe pirsî:
-Dayê çima porê te çiqas diçe sipî dibe?
Diya wî:
-Tu her carê ku min dibehicînî, têlek porê min spî dibe.
Lawik:
-Îja hat f"emkirin, çima porê dapîra min hemû spî bûye.

Ji bîr kiriye
Rojekê zarokek bi du diyariyan vedigere malê.
Bavê wî jê dipirse:
-Kurê min, ji bo çi van diyariyan dan te?
Zarok:
-Ji ber ku ez pir bi aqil bûm, dan min.
Bavê wî:
-Ê din çima dane te?
Zarok:
- Min ji bîr kir. Nayê bîra min...
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Hêrs dibe
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024