volongoto | Date: Tuesday, 2011-09-27, 10:06 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Hêrs dibe Azad hêj nû dest bi dibistanê kiribû. Mamostê wan ê hatibû fêrgehê, navê wan û yê bavê wan yeko yeko ji wan dipirsiya. Hinek paşê dora Azad hat. Mamoste jê pirsî:
-Navê te çi ye? -Navê min Azad e. -Navê bavê te çi ye? -Bavo ye. -Navê bavê te tuneye? -Sê birayê min hene. Em hemû jê re dibên bavo. Lê mirovên din dibên Ehmed. -Çima tu nabêjî navê wî Ehmed e? -Dema ez dibêm Ehmed, bi min hêrs dibe.
Divê bimire
Li dibistanê mamoste ji zarokan dipirse: “Piştê ku mirov dimire diçe li ku?” Xwendekar: “Diçe goristanê.” Mamoste: “Ji bo mirov here bihiştê, divê çi bike?”
Xwendekar: “Divê bimire.”
Mirov û Berxik Mirovek rojekê rabû, xwest ku berxika xwe serjê bike. Berxik: -Ez dixwazim tu min serjê nekî. Heta ku sala min biqede. -Baş e, ez te serjê nakim, heta ku sala te tijî bibe. Salek qediya, xwediyê berxikê jê re got: -Berxika min, tu çawa yî? Ma em salek jî bisekinin? -Na, na, bes e. -Çima bes e? Dinya xweş e, jiyan xweş e. -Na, bes e. Min her çar demsal dîtin: Bihar, havîn, payîz, zivistan. Ma tiştekî din heye?
Xwarin qediya, berxik çû Zarokek piçûk di bin darê de rûniştibû, ji xwe re wêne çêdikir. Bavê wê dît ku kaxiza wê vala ye. Jê pirsî: - Tu çi xêz dikî keça min? Zarok: - Di nav çîmenan de wêneyê berxikekê çêdikim. - Çîmen li ku ye? - Berxikê bi tevahî xwar. - Berxik li ku derê ye? - Ku tiştên xwarinê qediyan, ew jî çû.
Li hemberê hev in Zarokek wenda bibû. Mirovên der û dora wî jê dipirsiyan: -Kuro, mala te li ku ye? -Li hemberê parkê ye. -Park li ku ye? -Ew jî li hemberê mala me ye.
Porê Spî Lawik ji diya xwe pirsî: -Dayê çima porê te çiqas diçe sipî dibe? Diya wî: -Tu her carê ku min dibehicînî, têlek porê min spî dibe. Lawik: -Îja hat f"emkirin, çima porê dapîra min hemû spî bûye.
Ji bîr kiriye Rojekê zarokek bi du diyariyan vedigere malê. Bavê wî jê dipirse: -Kurê min, ji bo çi van diyariyan dan te? Zarok: -Ji ber ku ez pir bi aqil bûm, dan min. Bavê wî: -Ê din çima dane te? Zarok: - Min ji bîr kir. Nayê bîra min...
|
|
| |