Main Registration

Login

Welcome Guest | RSSFriday, 2024-04-26, 4:30 AM
[ New messages · Members · Forum rules · Search · RSS ]
  • Page 1 of 1
  • 1
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Pêkenokên Feylezofiyane
Pêkenokên Feylezofiyane
volongotoDate: Tuesday, 2011-09-27, 10:02 PM | Message # 1
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Reputation: 0
Status: Offline
Pêkenokên Feylezofiyane
Sokrates...

Sokrates ê Fîlozof û xanima xwe tu carekê li hev nekiribûne. Rojekê çi hatiye devê xanimê, wê ji Sokrates re gotiye. Mêze kiriye ku deng ji Sokrates derneketiye, aniye elbek av bi ser serê wî de kiriye...
Sokrates: - Ji xwe piştî evqas gurijandina ewran, ez li hêviya baranê bûm.

Eflatun...

Rojekê Eflatun, dibîne ku şagirtek wî xumarê dilîze. Ew bi şidet bi şagşrtê xwe re dixeyîde.
Şagirtê wî: - Baş e, lê min bi pereyek pir hindik dilîst.
Eflatun bersiv daye: - Ez ne ji bo pereyên tu wenda bikî, ji bo dema tu wenda bikî bi te re dixeyîdim.

Sokrat...

Dema Sokrat cezayê dardekirinê digire, jina wî: - Ji ber ku jina wî vî cezayî neheq dibîne, dest bi gîrîyan dike. Sokrat xwe ranagire, dibêje: Tu çi dibêjî xanim! Divê ez bi heqdarî bihatama kuştin?

Diyojen...

Rojekê feylezofane navdar Diyojen di kolanek pir teng de rastî kesekî pir dewlemend û qure, lê ji xêrî mal û milkê wî qet tiştekî wî tuneye, tê. Heta yek xwe nede alî, yê din nikare derbas bibe...
Dewlemendê pozbilind ji feylezofane re dibêje: Ez xwe ji ber serseriyekî nadim alî. Diyojen bi aramî xwe dide alî û bersiva wî dide: Ez xwe didim alî.

Sîwanan Çêkin

Dema veherînerekî sîwanan, ji bo ku ew di ber çavan re derbas bike, ji Sheaksper'e re helbestan dişîne, nivîskarê navdar re vê bersivê didê: Dostê min! Hûn sîwanan çêkin, hertim sîwanan çêkin, bitenê sîwanan çêkin...
 
Forum » Pékenok---Fikralar » Fikralar » Pêkenokên Feylezofiyane
  • Page 1 of 1
  • 1
Search:

Copyright MyCorp © 2024