Serhildananên kurdan-II-
Mîrektiya Soranan mîrektiyeke Kurdistanê ya kevnar e. 11/10/2010
REWANDÛZÊ
Mihemed Ronahî
Mîrektiya Soranan mîrektiyeke Kurdistanê ya kevnar e. Ev mîrektî ji bera kurdan a bi navê Rewandûzê ye û kurdekî navdar ê wekî Selehedînê Eyûbî jî ji vê berê ye. Vê mîrektiyê di dema Mîr Mihemed de xwe gihandiye asta xwe ya herî hêzdar. Mîr Mihemed ango bi nasnavê xwe Paşayê Kor, di sala 1788’an de li Rewandûzê ji dayik dibe. Ji ber ku çavê wî yê çepê kor bû, jê re dihat gotin Paşayê kor. Mîr Mihemed di sala 1813’an de serokatiya mîrektiyê ji dest bavê xwe Mistefa Begê digire. Di hinek çavkaniyên din de jî tê gotin ku Mîr Mihemed mîrektiyê bi darê zorê ji bavê xwe digire. Mîr Mihemed mîrektiya xwe gav bi şerê navxweyî, gav jî bi şerê neteweyî yê ku li hember neteweyên din dide, mezin dike. Di sala 1818’an de serfiraziya mîrektiya xwe îlan dike û ji bindestiya Osmaniyan derdixe mîrektiyê. Li ser navê xwe xutbeyê dide xwendin û diravan çap dike. Di dîroka kurdan de gelek mîrektî hatine û çûne lê stêrka tu mîrektiyekê weke mîrektiya soranan zû nebiriqiye û zû netemiriye. Mîrektiya soranan berê êrîşî mîrektiyên herêmê dike. Wek mînak mîrektiya Amediyê ji vana yek e. Dûre mîrektiya Babaniyan dikeve bin desthilatdariya Soranan.
Li dû dagirkirina Babanan di 1933’yan de Akrê, Mêrdîn û Amed jî bi dest xistin. Herêma Behdînanê jî bi temamî ket destê Soranan. Mîrektiyê di demeke kurt de hêza xwe mezin kir û hejmara artêşa xwe gihand dora 50 hezar leşkerî. Yekem car artêşeke bi rêk û pêk ji alî Mîr Mihemed ve tê avakirin. Ji pêncî hezar leşkerî 20 hezar her dem ji bo şer amade ne û bi her tiştê xwe wek leşkeran dijîn. Lê yên mayî di bin serokatiya serokeşîrên xwe de tevlî artêşê ne.
Bi fermana serokeşîrên xwe ew jî wek leşkeran amadeyî şer dibin. Ev artêş di bin fermandariya pênc kesî de tê meşandin. Ango ji bo rêvebiriya artêşê pênc serleşker wek lijneyekê artêşê bi rêve dibe.Mîr Mihemed jî serokê artêşê yê giştî ye. Yekem car di dema wî de leşkerên artêşa kurd ji bo perwerdehiyê diçin ewropayê. Mîr Mihemed ji ber ku yekî otorîter bû him li ser eşîrên herêmê û him jî li ser neyarên mezin tirsa wî tim hebû. Ji ber vê otorîteriya xwe gelek neyarên navxweyî jî ji xwe re peyda kiribû. Bo ku xwe ji van neyaran biparêze tenê ji bo parastina wî sê hezar parêzvanên wî yên taybet hebûn. Ango sê hezar peyayên wî