volongoto | Date: Monday, 2012-12-31, 8:18 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| DİL JİMİN BİR
Şox û şengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min.
Wê şepalê misk î xalê, Dêm-durê gerden şemalê, Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min.
Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min bir dil bitalan Goşeê qewsê hîlalan Dil ji min bir, dil ji min.
Dêm nedirê bo ebîrê Xemrî yû gîs û herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir, dil ji min.
Sur-şirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqşnê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir, dil ji min.
Fetl û taban da xuraban Ebleq û cuhtê şebaban Dame ber pence w kulaban Dil ji min bir, dil ji min.
Xoş-xeramê, ez xulamê Nazikê şirîn-kelamê Tûtîya eywan meqamê Dil ji min bir, dil ji min. MELAYE CİZİRİ
|
|
| |