volongoto | Date: Wednesday, 2011-10-19, 9:08 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
|
Gotnên bavpîra
Aqil taca zêrîne di serê her kesî de nîne
Agir bi agir naye vemirandin
Ava hêdî min ecêb jê dî
Axina vî destî ji vî destîra namîne
Aqilê sivik barê girane
Agir bi dehlê keve, hişk û ter tevda dişewitin
Av di gola de genî dibe
Av û ar tucar nabin yar
Aşê nezana bi xwe digere
Ava xwesti naçe hasti
Bar bare, serbar neyare
Başkiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro
Baweri heza jiyane ye
Bedewi naye veşartın
Benîştê dêhna ji ritlêye.
Bilind nenêre nizim nekeve
Bira biraye bazar xuyaye
Bîra avê jê vexwe kevra navêjê.
Bi pirs ji kalê zemana û ji xortê geryayî
Bela ji derê bê guman tên
Berxê nêr ji bo Serjêgernêye
Bi guleke bihar nayê
Bela mero ji ber nigê merov tê
Bi pirsê mirov dighê xursê
Bi xweziya dest naghêje baqê keziya
Bîr bi derziyê nayê kolan
Bila hindik be bila rindik be
Bilûra liber gaye çira liber kûraye
Birîna vekirî mirov xwe naxiyê
Bûka liser hespê kes nizane nesîbê kê
Ecelê biznê tê ,nanê şivan dixwe
Ê deva xwedî bike deryê xwe bilind dike
Ê here masiya divê qûna wî şil bibe.
Ê li hespê xelkê peyaye.
Ê ne ji malkê nizani bi hewalkê.
Ecelê biznê tê nanê şivên dixwe.
Ez bê ez tu bê ez wê kî here ber pez.
Ez dibêm çi û tembûra min dibê çi?
Ez mîr û tu mîr wê kî bibe wezîr
Caven li deriya xwelî li serya
Çêkiro bi xwekiro xerab kiro bi xwe kiro
Çiqasî dûre hewqasi bi nûre
Çiqas mar fetla bide xwe disa ji we rast here qule
Çû heyfa bavê qûn liser kir.
Desteki bi tenê deng jê nayê
Destê vala deng jê nayê
Dar û devî bi guhin
Dayê belayê, xuşkê tehlayê,jinê were kolana minê,ez te bigerînim li welatê dinê
Dîkê cê di hêkê de azan dide
Dengbej gula govenda na
Diz ji malêbe ga di kulekêra derdikevê
Dost di roja tengda beludibe
Dûr bi nûr
Dilê bi xezeb naghîje mirada
Du zebeş bi destekî nayên girtin
Dil bi dila zane
Dewê ceribandî ji mastê ne ceribandî çêtire
Dema dayik dimire bav di be mam
Dengê defê ji dûr ve xweshe
Dermanê hertiştî xwêdeye dermanê xwêde tuneye
|
|
| |