volongoto | Date: Saturday, 2011-09-17, 10:49 PM | Message # 1 |
Major general
Group: Administrators
Messages: 457
Status: Offline
| Ehmede Xani - TEXTÊ DÎLBERÎ TEXTÊ DÎLBERÎ
Îro li textê dîlberî, ya Rebb Çi Şîrîn esmer e? Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e?
Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere
Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e
Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Şefeq Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiŞt e,yana çenbere
Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew Şutrî ne, ya Şeb‘bo ne ew, ya toxê Şahê sencer e
Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîŞan û xal Keysû ne yan Hezret Bîlal, meŞxûlê Ellah ekber e
Çav in gello? Ya serxweŞ in, ya kafir in ya dilreŞ in Bêmar in ew ya nexweŞ in, yan nêrgiz û cadûkher e
Ruxsar e, ya Rebb Ya qemer, guftar e ya Rebb Ya guher Ew qend e ya Rebb Ya Şeker,ew suhd e yane xebere
Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e
Dêm, ŞûŞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Şirîn gulav Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîŞan Anber e
Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e
Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e
Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in Em aŞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e
Ew gerdena Şubhê Şemal, ser çesmeya ava zelal Qarûreya xemra helal, ya Şîse ye, yan mermer e
Ya Rebb Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e
Ya Rebb Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e
Ew Xanî yê dildade ye, meŞreb ji rengê bade ye Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
|
|
| |